Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 28:
 
=== Nivîskarî ===
Hîn di vê dema xwendekariyê de bala wî li ser wêjeyê ye. Ji hevalên xwe bêhtir, nêzîkiya wî û pirtûkan bi hevdu heye. Şevên nîvê şevan ji nav nivînên xwe radibe, xwe vedikişîne xwaringeha xwendingehê, dixwîne an jî dinivisîne. Ji [[romantîzm]]ê heta [[realîzm]]ê baş têdigêhîje; Balzac, George San, Hugo, Pûşkîn, Gogol, Dickens dixwîne û nas dike<ref name=":0" /><ref name=":2">Frank, Joseph (1979) [1976]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=pDEAXltygUIC&redir_esc=y Dostoevsky: The Seeds of Revolt, 1821–1849]''. Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01355-8</bdi>.</ref>. Niviskarî, hîn di wê demê de bi wî ve xuya dibe. Lê di wan nêzîkan de dayika Dostoyevskî di çel saliya xwe de ji ber [[Tuberkuloz|tuberkulozê]] dimire (1837)<ref name=":0" />. Piştî vê yekê bavê wî vedigere ser wargehên xwe û zû di bin ve dibe, bi ser nakeve. Her wiha xwe dide ber vexwarinê, dest davêje jinên koleyên xwe, zordariyê li wan dike û heta ku di sala 1839an de ji hêla koleyên xwe ve tê kuştin. Mirov baş tênagêhîje bê ev kuştina bavê wî çi bandorê li Dostoyevskî dike, lê bêguman şop û pirêzên van tevgerên bavê wî di berhemên wî de xuya dikin<ref name=":3">Lantz, Kenneth A. (2004). ''[https://books.google.com.ua/books?id=XfDOcmJisn0C&redir_esc=y The Dostoevsky Encyclopedia]''. Greenwood Publishing Group. ISBN <bdi>978-0-313-30384-5</bdi>.</ref>.
 
=== Salên destpêkê ===
Rêz 49:
Di şilî û şepeliya zivistanê de heta mehekê bi taxûkê riya Omskê dikutin. Dema xwe digihînin zîndana Omskê, ne karmend û ne jî zîndaniyên vir kesek rû nade van girtiyên nû. Di destê de diavêjine zîndanê û derî li ser wan tê girtin. Dostoyevskî li ser pêjnên xwe yên wê demê wiha dibêje: «Mîna ku ez bi saxî keti bim gorê...»
[[Wêne:Дом-музей Достоевского 2014 7.jpg|çep|thumb|Muzexaneya Dostoyevskiyî li Omskê]]
Zîndaniyên li vir, gundiyên nezan û naşî ne. Dostoyevskî û hevalên wî jî xwende, zana û ji malmezinan in. Ev jî dibe sedem ku di navbera wan de nakokî derkeve. Nakokîyeke gundîtî û naşîyane. Li ser vê yekê Dostoyevskî di namyeke xwe de ji birayê xwe re wiha dinivisîne: «Ku dest bide, ew ê me bixwin. Ne gengaz e ku em xwe li hemberî wan biparêzin. Şev û ro em di nav hev de ne û her tim jî ji me re wiha dibêjin: Hûn malmezin in. Ma we hindik em dan çokirinê. Hûn jî berê wiha bûn û we neheqî li xelkê dikirin. Lê aniha hûn ji me hemûyan jî nizmtir in.»<ref name=":3" />
hemûyan jî nizmtir in.»
 
Sal û demên pêşîn di vê zîndanê de ji bo Dostoyevskî dijwar e. JiNexweşiya bawesîrê û kêmbûna zêde ya kîloyan siheta wî xera dike<ref name=":4">Sekirin, Peter, ed. (1997). [https://books.google.com.ua/books?id=EExUdTF7iLYC&redir_esc=y ''The Dostoevsky Archive: Firsthand Accounts of the Novelist from Contemporaries' Memoirs and Rare Periodicals, Most Translated Into English for the First Time, with a Detailed Lifetime Chronology and Annotated Bibliography''.] McFarland. ISBN <bdi>978-0-7864-0264-9</bdi>.</ref>. Her wiha ji bo ku bi zîndaniyan re danûstandinên xwe dayne, nêzîkî wan be û xwe jî mirovekî wekî wan bide naskirinê, çi ji destê wî tê dike. Lê nabe, zîndanî her jê sar in û jê dûr disekinin. Lê sala dawîn ji bo wî parîkî rihetir derbas dibe. Bi kêmanî îcaza xwendina hinek pirtûkan didine wî. Di sala 1854an de, ji rojan rojeke zivistana navîn Dostoyevskî ji zîndanê tê berdan. Sibê zû li hemû selulên zîndanê digere ku xatir ji hevalên xwe bixwaze. Li ser wê gava derketina xwe jî wiha dibêje: «Gelekan destên xwe î hişk û qertûşî dirêjî min kirin. Lê bi rastî jî yên ku destên xwe bi dostanî dirêjî min kirin, gelek kêm bûn. Ji wan gelekan dizanîbûn ku ez ê êdî bibim yekî ji wan ciyê. Dizanîbûn ku li bajêr nasên min hene û dema ji vir derkevim, ez ê biçim ba wan efendiyan û bi wan re weke wan rûnim. Ev yeka ha dizanîbûn û dema xatir ji min dixwestin, bi tevgereke wiha bûn, mîna ku ez efendiyek bim û ne hevalekî wan.»<ref name=":0" />
 
==== Evîndariya pêşî====
[[Wêne:Барельеф Ф.М. Достоевского на фасаде дома комендантов.jpg|thumb|Rolyefa ber malê Dostoyevskiyî]]
Derketina Dostoyevskî hîn jî nayê wê wateyê ku ew ê bi her awayî serbest bibe û dest bi nivisandin û weşandina berhemên xwe bike. Li Omskê bi qasî du heftan li ba hevalekî xwe dimîne û dûre wî dişînin Semîpalatînskê garnîzona siwarî<ref name=":0" />. Piştî mirina Çar Nîkola I. (1855) tîrêjên hêviyên azadiyê li Dostoyevskî xuya dibin û bi xêra nas û dostên xwe yên karmend li vir dest bi nivisarên xwe yên edebî dike. '''Xewna Apo''' (1859) û '''Gundê Stepançîkovo û Şêniyên Wir''' (1859) dinivisîne, dişîne Rûsyayê lê çapa van berheman bala kesekî nakêşîne û heta derekê meriv dikane bibêje ku Dostoyevskî ji bîr bûye. Û dîsa li ser notên berhema xwe ya bi navê '''Bîranînên Ji Mala Mirîyan''' (1860-62) kar dike<ref>Frank, Joseph (1987) [1983]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=K98hhw0IEHgC&redir_esc=y Dostoevsky: The Years of Ordeal, 1850–1859]''. Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01422-7</bdi>.</ref><ref name=":5">Frank, Joseph (1988) [1986]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=QJj6qb6Rh3AC&redir_esc=y Dostoevsky: The Stir of Liberation, 1860–1865]''. Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01452-4</bdi>.</ref>. Û evîna wî ya pêşîn jî li vir dest pê dike. Li vir hevnasiya wî û Mariya Dimîtrîyevna îsayevayê çêdibe. Mariya bîst û şeş salî ye û jina alkolîkekî ye. Piştî ku mêrê Mariyayê dimire, Dostoyevskî pêşniyaza zewacê li wê dike. Lê Mariya pê dide zanîn ku ew evîndarê mamosteyekî ciwan bûye û nikane biryara xwe bide. Bi alîkariya hevalekî xwe î kevn Dostoyevskî apoleta efseriyê digire, rewşa wî ya aborî xweş dibe û vê pêşniyaza xwe ya zewacê ji Mariyayê re dubare dike. Her wiha di sala 1857an de bi Mariyayê re dizewice. Lê bextiyariya ku tê payînê ji wan dûr e. Mariya bi xwe nikane, bi xwî û ramanên xwe yên nexweş, wî dêşîne, diqehirîne û dilê wî dişikênîne. Wekî din jî nexweşiya jana zirav li Mariyayê diyar e û hêdî hêdî gwînvemirî dibe û jar dikeve. Di sala 1864an de jî dimire<ref name=":4" />.
 
=== Vegera wî ya Petersburgê ===
Di sala 1858an de daxwaznameyekê ji ciyê pêwîst re bi rê dike ku ji karê leşkeriyê veqete. Di sala 1859an de bersiva vê daxwaznama wî tê ku destûra vegera -wî ya Petersbûrgê tuneye. Lê dikane biçe Tverê. Dostoyevskî li Tverê jî ji Çar û generalan re daxwaznameyên vegera Petersburgê dişîne. Di dawiya dawîn de ev daxwaza wî bi cih tê û di sala 1860an de li Petersbûrgê ye. Bi vegera xwe re tev birayên xwe, bi navê '''Vremya'''yê kovarekê diweşînin.
[[Wêne:RR5110-0014R 175-летие со дня рождения Ф.М. Достоевского.gif|çep|thumb|2 rûbleyê ku ji bo xatirê salvegera mirinê ya 175. a Dostoyevkiyê hatiye belavkirin]]
Di havîna sala 1862an de Dostoyevskî cara pêşîn derdikeve dûrgeşteke [[Ewrûpa]]yê. Di Almanyayê re derbasî [[Îngilîstan]]ê dibe, li [[Fransa]], [[Swîsre]], [[Îtalya]] û [[Awusturya|Awusturyayê]] digere. Piştî vê dûrgeşta xwe, li ser dîtinên xwe yên li ser entelektuelên rûsan serê Dostoyevskî zelal dibe. Li gor têgêhîştina wî, ew ê ji bo Rûsyayê malxirabiyeke mezin be ku mirov bide ser riya nimûneya welatên Ewrûpayê. Ji ber nivisareke kovara Vremya qedexe dibe. Vê carê jî bi navê '''Epoxayê''' dest bi weşandina kovareke din dikin<ref name=":5" />. Lê ramanên wî, daxwaz û ramanên rewşenbîrên dema wê rojê, rewşa welêt, qedexebûna kovarê û derxistina vê kovara nû, hemû jî alozî ne. Ji bilî van aloziyan,
wek ku berê jî hati bû gotin jina wî di vê demê de dimire û
piştî du mehan jî birayê wî dimire.