Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
B Çavkanî
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 25:
 
== Jînenîgarî ==
Fyodor Dostoyevskî di 30ê payîza paşîna sala 1821Î1821an de li [[Moskow]]ê ji dayîk dibe. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxaneya hejaran de bijîşk e.<ref>Kjetsaa, Geir (1989). [https://books.google.com.ua/books/about/Fyodor_Dostoyevsky.html?id=2lzWAAAAMAAJ&redir_esc=y ''Fyodor Dostoyevsky: A Writer's Life''.] Fawcett Columbine. ISBN <bdi>978-0-449-903346</bdi>.</ref> Li hêleke hewşa vê nexweşxaneyê xaniyekî biçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe. Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe î bi navê Mîxayîl heye û wek xwişk û birayên malê, heft kes in<ref>Terras, Victor (1985). ''[https://books.google.com.ua/books?id=VjKh2gkCudAC&pg=PA102&redir_esc=y Handbook of Russian Literature]''. Yale University Press. p. 102. ISBN <bdi>978-0-300-04868-1</bdi>.</ref>. Dayika Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, biaqil, dilovan û xwînşêrîn e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikûs û bi cireke nexweş e. Di malê de her tiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe zengînekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cih tîne û li rojhilata Moskowê, tev du gundan bi qasî du sed koleyan bi dest xwe dixîne. Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdeh saliya xwe de dest bi xwendingeha dewletê dike û piştî wê jî li [[Petersburg|Petersburg]]ê dest bi xwendingeha avahîzaniya leşkerî dike.
 
=== Nivîskarî ===