Eyşe Şan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min gotar hinek sererast kir.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 22:
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mijdara sala [[1938]]'an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedî malbatek mezin û navdare. Navê diya wê [[Heciye Xanim]] û ji êla [[Hacî Mistefa Begên Erziromê]] ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
 
Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de tesîrek mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê lîstin e, çimki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbiketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dikir. Ev e´detê qenc bi hezaran sale ku hê ji di nava Kurdan de didome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebiyata[[wêjeya şifahî (devki)devkî]] ya Kurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin [[Evdalê Zeynikê]] dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayika Eyşe Şanê Heciye Xanimê ji carna bi lorikên ku ji wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.
 
Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi [[Siyamend Silîvî]] re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê [[Evdalê Zeynikê]] û [[Gulêya Ermenî]] weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya [[Derwêşê Evdî|Derwêşê Evdî û Edûlê]], mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê min bi ziman bûna ku ji were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’
Rêz 28:
Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.
 
Malbata Eyşe Şanê pir dîndaroldar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û li her derê di nava kom û civatên xwebixwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe diafirine.
 
Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyşe Şanê tê xwestin ku çend stranên xwe li kompaniyekê tomar bike, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kulturaçanda paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew ji bi dengê xwe ji civata xwe re xizmetekê bide meşandin.
 
Bûyerek tal di jiynajiyana Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê SewketŞewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li Entabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê [[Naîl Baysû]] du salan li radiyoya bajarê E´ntabêEntabê bi [[zimanê tirkî]] stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabêEntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Îstembolê û bo cara yekê bi [[zimanê kurdî]] û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî. Wê ji herçend bi dengê xwe yê xweş dikari bibe xwediyê hertişti û pir dewlemend bibe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkirinê, mafê wê nedidanê û ew hertim feqirfeqîr û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyşe Şanê ji ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Ji aliyekê din ew bi vê heqiqetê ji hesilyabû ku sistema cumûreytakomara Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdi ji qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.
 
== Naveroka stranên Eyşe Şanê ==