Tewere: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
== Anatomiya tewereyê ==
[[Wêne:Bergê maylînî ku.png|thumb]]
Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroîdî ya [[çavê mirov]] de bi navê ''amacrine'' hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e. Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika(tepik) tewereyê tê bi navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta pêşîn(seretayî) jî tê bi navkirin. Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya [[Dendirît|dendirîtan]] tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweya [[erkê kar]] (bi îngilîzî: ''action potential'') derbasî tewereyê dibe<ref name="Human anatomy" />. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike. Tewereyî hin xaneyên demarê bi pêkhateyek [[Lîpîd|çewrî]] dorpêçî ye<ref name="Anatomy and physiology" />. Ev pêkhate wekî [[bergê maylînî]] tê bi navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike<ref name="OpenStax, Biology" /><ref name="Human anatomy">McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1 </ref>. Ji xeynî xaneyên [[Koendama demar|demarekoendama]] navendî, bergê maylîni yê tewereyê demarexaneyan ji [[Xane|xaneyên]] Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji boy demarexaneyan. Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de hin beşên tewereyê bê maylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî [[girêya Ranvier]] tê bi navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewerê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî [[demarekotahî]] bi nav dibe<ref name="Human biology" />. Erka kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayek kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi [[Xaneya paşgehînpaşgehînke|xaneyên paşgehînpaşgehînke]] ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna [[xaneya paşgehînpaşgehînke]] de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehînpaşgehînke rastê hev tên, wekî [[gehînkeya demarî]] an jî gehînke (bi îngilîzî:''synapse'') tê bi navkirin<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>.
[[Wêne:Demarexane ku.png|thumb|220x220px|Bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê]]