Hênê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Hênê, şaroçka (bajarok-qeza) [[Amed]]ê ye, dikeve bakurê Amedê. Ji ser riya [[Licê]] ve 97 km û ji ser riya [[Têrkan]]ê ve jî 60 km ji Amedê dûr e. Ji rojhilat ve ji aliyê Licê, rojava ve [[Pîran]], bakur ve [[Çewlîk]] û [[Elezîz]]ê ve tê dorpêç kirin. Şaroçke di nav zincîreçiyayên [[Toros]]an de ye. Navenda bajarê Hênê di navbera sê çiyayên paralel de ye. Li navrasteke zirav û dirêj e ku ji [[Pasûr]]ê û Licê heta Hêne dom dike.
 
'''Çiya'''
 
Li herêma Hêne çiyayên herî bilind [[Men]] (1507m), [[Çîmen]] (1553m) û [[Dubûrî ]] (1243m) ne.
 
'''Çem'''
 
Ava ji herêma Licê tê ser [[çemê Engulê]] û ew li biniya [[Serdê]] bi ''çemê SerdêçemêSerdê'' re dibe yek û tê ser [[çemê Gabanê]]. [[Ava Enkebîrê]] û [[çemê KokîçemêKokî]] jî di avtenga [[Gabanê]] de digehin hev û hemû diçin ser çemê [[Embarê]].
 
'''Dîrok'''
Line 21 ⟶ 24:
 
'''1.Enkebîr'''
 
Enkebîr li navenda bajarê kevn di navbera Mizgefta Mezin Medresa Xatûniyê de ye. Ev av ji kontara çiyayê Hênê tê. Di heft ciyan de ava wê der tê û dibe hemzeke mezin. Ev hemz berî mîladê di 2.000î de di serdema Hûriyan de hatiye çêkirin. Bi vê avê bexçeyên Hênê tên avdan.
 
'''2. Enqerîs'''
 
Enqerîs ava bi şîfa ye. Du km ji navêndê dûr e. Ava wê ji nexweşiya zerikê re derman e. Di salê de 10.000-15.000 kes diçin ser ava Enqerîsê. Ava wê li xwe dikin û reşîka wê di laşê xwe didin.
 
'''Aborî'''
 
Wek tê zanîn li herême aborî û îndustrî zêde bi pêş neketiye. Xelk bi qiştûqal û ajel (ziret û heywan) xwedîkirinê ve mijûl in. Li Herêma Hêne tiştên ku difroşin der, genim, pembû, titûn û mêweyên hişk in. Piştî salên 1990î li herêmên Licê, Hezro û Hênê kanên kevirên mermer derxistin. Mermerên ku li herêma Hênê derdixin dibin fabrîka Licê. Mermerên herî ni kalîte ne û di piyaseya cihane de tên firotin. Niha gelek însan di van kanên mermeran de dixebitin.
 
 
Li navenda Hênê ev dem û dezgehên dewletê hene
 
Şaredarî
 
Jandarma
 
Şûbeya eskeriyê
 
Polîs
 
Edliye
 
Nexweşxane
 
Muduriyeta perwerdê
 
Maliye
 
Muduriyeta ziretê
 
Daîra nifûsê
 
Daîra tapû û sicîlê
 
Muftîxane
 
Navenda perwerdeya xelkê
 
Banka Ziretê
 
Muduryeta daristanê
 
Postexane
 
Dezgeha meteorolojiyê.
 
Weqfa Alîkarî û Piştgiriyê.
 
Gund û nehiyeyên Hênê
Ji derî navendê 2 nehiye (Cewzê û Nêriba Axan), 19 gund û 37 gomên (mezrayên) wê hene.
 
Cewzê (Gürbüz) nehiye ye û şaredarî lê heye. Li gor hejmartina giştî ya 2000an şêniya wê 4.478 e. Li Cewzê dibistan, nexweşxane û avahiya şaredariyê hene. Cewzê avî ye. Bexçe û rezên wê gelek in. Gundî ajel (heywan) jî xwedî dikin. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Nêriba Axan (Kuyular) nehiye ye û şaredarî lê heye. Li gor hejmartina giştî ya 2000an şêniya wê 4.148 e. Lê dibistan, nexweşxane û avahiya şaredariyê hene. Rezên wê gelek in. Gundî ajel xwedî dikin û bi qiştûqal (ziretê) ve mijûl in. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Ji derî navendê 2 nehiye ([[Cewzê]] û [[Nêriba Axan]]), 19 gund û 37 gomên (mezrayên) wê hene.
Nêriba Culagan (Abacılar) 10 km ji navendê dûr e. Hejmara malan 152 û ya şêniyan 897e. Dibistan li gund heye. Ajel xwedî dikin û çandiniyê dikin. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin.
 
Nêriba Aliyan (Atıcı) muxtarî li wir e û Nêriba Melikan(Bozak) û Nêriba Biyusfan (Çukur) mezra ne. Nêrib 20 km ji navendê dûr e. Hejmara xaniyan 156 e û ya şêniyan 1042 ye. Dibistan û nexweşxaneyek li gund hene. Ajel xwedî dikin, çandiniyê dikin û giraniya wan li ser rez e. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin.
 
Navdar û naskiriyên Hêne
Mukriyan (Anıl) ji Hêne 6 km dûr e. 230 mal in, 1332 şênî ne. Dibistan li gund heye. Ajel xwedî dikin û bi çandiniye re mijûl in. Rezên wan bi nav û deng in. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin.
 
Dernan (Akçayurt) 20 km ji navendê dûr e. 13 xanî li gund hene û şênî 77 kes in. Li gund dibistan heye. Ajel xwedî dikin, çandiniyê dikin. Rezên gund zêde ne. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin.
 
Dilbê (Belen) 5 km dûr e. Hejmara xaniyan 134 e û şênî 1093 ne. Dibistan û nexweşxane hene. Ajel xwedî dikin û giraniya gundiyan li ser çandiniyê ne. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin.
 
Çeman (Çardakli) 8 km ji Hêne dûr e. Sê mezrayên wî hene: Xeybiyan, Hewdiyan û Kanîkewan. Hejmara xaniyên gund 192 e û ya şêniyan 1084 e. Li gund dibistan heye. Ajel xwedî dikin û bi çandiniyê re mijûl in. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin.
 
Hûrê (Gömeç) muxtarî ye û 19 km ji navenda Hênê dûr e. Gundekî dîrokî ye. Ji dema Hûriyan ve maye. Hûrî berî mîladê 1500.3000 li herêmê karbidest bûne. Wek tê zanîn bedena bajarê Amedê jî cara pêşî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li nêzîkî gund nawis hene ta ji serdema kevir ve mirov li vir jîyane. Herêma Hênê ciyê herî hevn e. Şopên şaristaniya kevn li wir hene û heta îro dom dikin. Niha du mezrayên gundê Hûrê hene:Bateyt (Çağil) û Engul (Pinar). Di sala 2006an de, li gund 21 xanî mane, şênî 132 ne. Gundî ji ber zordestiya dewletê ji gund koçber bûne û dibistan hatiye girtin. Li Hûrê jî gundî debara xwe bi rez û pez dikin. Bi zaravayê kurmancî dipeyivin.
 
Babîx (Kalaba) 5 km ji navendê dûr e. Enehîr mezra ye. Hejmara xaniyan 45 e û şênî 312 ne. Dibistan xerab bûye. Ajel xwedî dikin û çandiniyê dikin.
 
Seyar (Kaledibi) 23 km ji navendê dûr e ¨Muxtarî li wir e. Aryewgewr, Binzixur, Hewsel û Gurtşix jî mezra ne. Hejmara xaniyan 92 ye û ya şêniyan 572 ye. Dibistan hatiye girtin. Ajel xwedî dikin, bazirganiya ajelan dikin û çandiyê dikin. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin.
 
Qedişt (Kırım) 9 km ji navendê dûr e û muxtarî ye. Kokî (ovabağ), Hûrik (Aka), Feynter (Kermen), Goma Hecî Mehemed û Mala Hecî Îbrahîm jî mezra ne. Li gund 148 xanî hene. Şêniya gund 883 ye. Dibistan û nexesxane herdu jî girtî ne. Zarok diçin li gundê nêzîk perwerde dibînin.
 
Comayîk (Okur) gund e û 8 km ji navendê dûr e. Gaban mezra ye. hejmara xaniyan 11 ye û 61 şênî li gund dijîn. Dibistan girtiye. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Serdê (Seren) gundekî gelek kevn û dîrokî ye. Berî Mîladê navê gund Newzerk bûye û piştre Serder gotine. Di serdema me de jî navê wî Serdê ye. Sê mezrayên serdê hene: Koçeran (Mazili), Goma Hesen Begê û Goma Xelîl Begê. Serdê 9 km ji navenda Hênê dûr e. hejmara xaniyan 38 e û ya şêniyan 229 e. Ji zû ve li gund dibistan û nexweşxaneyek hebû. Ji ber şerê van 15-20 salên dawî nexweşxane û dibistan herdu jî girtî ne. Ajel xwedî dikin, çandiniyê dikin. Gundekî avî ye. Ji bin çiyayê Serdê aveke gurr û gurt derdikeve. Çend aş li ber vê avê digerin û bexçeyên Serdê bi nav û deng in. Sebze û rez gelek in. Petêx û qawindên Serdê li herêma Amedê bi nav û deng in. Serdî bi kurmancî dipeyivin û bi dimilkî jî dizanin.
Di dema ferman û kuştina ermeniyan de, li çiyayê pişt Serdê şikefteke bi nav û deng hebûye. Ew şikeft wek bîra ji kevir a bêbinî ye. Dewletê ermeniyan ji herêmên Licê û Hênê qefle bi qefle birine ser wê şikeftê û kuştine. Laşên wan avêtine bin wê şikefta kûr û qerqez.
 
Di dema şerê Şêx Seîd de Serdê roleke mezin û girîng lîstiye. Şêx Seîd bi xwe li Serdê maye, civîn û planên xwe yên ji bo Hêne û li Licê li wir girtine.
 
Sipir (Sergen) muxtarî ye û 15 km ji Hênê dûr e. Heşt mezrayên Sipir hene: Silêmana, Xeydiya, Kerran, Gomon, Tilan, Goma Salih, Goma Bazîd û Goma Elo. Hejmara xaniyan 192 ye û ya şêniyan 1191 e. Dibistan heye. Ajel xwedî dikin. Çandiniya genim û ceh dikin. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Ji Hêne şexsiyetên welatparêz ên ku beşdarî şerê Şêx Seîd bûne û di roja 29ê hezîrana 1925an de, bi Şêx Seîd re li Amedê hatine bi dar ve kirin ev in:
Zinkelînî (Soylu) 21 km ji navendê dûr e. 56 xanî lê hene û şênî 301 in. Dibistan heye. Ji derî ajel xwedî kirinê li vir çandiniya pembû û titûnê jî tê kirin. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Şêx Adem
Risnî (Süslü) 14 km ji navendê dûr e. Hejmara xaniyên gund 81 e û ya şêniyan 469 e. Dibistan girtiye. Ajel xwedî dikin û çandiniyê dikin. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Nêrba Topalan (Topcular) 14 km ji navendê dûr e. Bi navê Laboyûn(Damlatepe) û Melayîm(Uysal) du mezrayên Nêrba Topalan hene. Hejmara xaniyan 132 e û ya şêniyan 749 e. Dibistan heye. Çandiniyê dikin û ajel xwedî dikin. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Tewîl (Uzunlar) 5 km ji navendê dûr e. Goma Hecî îbrahîm mezraya Tewîlê ye. Hejmara xaniyan 106 û ya şêniyan 545 e. Dibistan girtî ye. Çandiniyê dikin.
 
Tiletîn (Yayvan) 16 km ji navendê dûr e. Hejmara xaniyan119 ye û ya şêniyan 676 e. Dibistan heye. Nexweşxane girtî ye. Ji derî ajel xwedî kirinê çandiniyê dikin.
 
Şelê (Yukari Turalı) 16 km ji navendê dûr e. Bi navê Cahîd (Asağı Turalı) mezrayeke wê heye. Hejmara xaniyan 59 e û ya şêniyan 507 e. Ji derî ajel xwedî kirine , fesûlyê gund bi nav û deng in. Bi zaravayê dimilkî dipeyivin
 
Navdar û naskiriyên Hêne
Ji Hêne şexsiyetên welatparêz ên ku beşdarî şerê Şêx Seîd bûne û di roja 29ê hezîrana 1925an de, bi Şêx Seîd re li Amedê hatine bi dar ve kirin ev in:
Şêx Adem
Mistafa Beg
 
Mehmûd Beg (lawê Mistefa Begê bû)
 
Hesen Beg
 
Salih Beg. (Kurd jê re Hecî Salih Begê Hêneyî dibêjin).
 
Hecî Salih Begê Hêneyî bi tenê ne mirovekî esker û cesûr bû, herweha mirovekî zana û rewşenbîr bû jî. Wî di nav Kurd Teavûn Cemiyetiyê de cih girtiye û berpirsê zimanê kurdî bûye. Xebatên wî li ser ziman Hebûne. Helbestên wî bi çend zarava û zimanî hene. Li ser biryara dadgeha Îstîklalê Salîh Begê di roja 29ê hezîrana sala 1925an de, bi Şêx Seîd re li Amedê li berbanga sibê li Derê Çiyê bi dar ve kirine.
 
Line 111 ⟶ 98:
 
Çend parlamenterên Hênê
 
Ferîd Bora (neviyê Salih Begê ye) - Parlamenter 1987-1992-1997-2002
 
Yakup Hatîpoglu - parlamenter 1987-2002
 
Özgur Barûtçû - parlamenter 1989-1994
 
'''Gundên Hênê'''
Çavkani: Amed Tigrîs
 
[[Nêriba Culagan]] (Abacılar), [[Nêriba Aliyan]] (Atıcı), [[Mukriyan]] (Anıl), [[Dernan]] (Akçayurt), [[Dilbê]] (Belen), [[Çeman]] (Çardakli), [[Hûrê]] (Gömeç), [[Babîx]] (Kalaba), [[Seyar]] (Kaledibi), [[Qedişt]] (Kırım), [[Comayîk]] (Okur), [[Serdê]] (Seren), [[Sipir]] (Sergen), [[Zinkelînî]] (Soylu), [[Risnî]] (Süslü), [[Nêrba Topalan]] (Topcular), [[Tewîl]] (Uzunlar), [[Tiletîn]] (Yayvan), [[Şelê]] (Yukari Turalı)
 
Çavkani: Amed Tigrîs(ji amîdakurd hatiye girtin)
 
{{kurt}}