Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 58:
Li gorî planê ku siftê hat kirin li dema Deklarasyona [[Qahîre]]yê qerarê Korêyekî yekbûyî hate dan. Ji ber Şerê Sar di navbera Yekîtiya Sovyetan û DYAyê dwudu hikûmat hatin damezirandin. Her yekî bi îdeolojiya xwa rêh li ber dabeşbûna Korêyê vekirin. Bi vî awayî li sala 1948ê Korê dabeş bû û dwudu dewletên serbixwa pêk hatin. Li Bakurê Korêyê gerîlayê berê û çalakvanê komunîst [[Kim Il-sung]] bi piştgiriya Sovyetan bi hêz bû û li Başûrê Korêyê jî siyasetmedarê rastgir ku li sirgûnê bû Syngman Rhee erkê serekcimhûrkiyê ya Başûrê Korêyê girt ser xwa.
 
Li 25ê hezîranê 1950ê de Korêya Bakur hewl da ku Korêya Başûr dagir bike û ev bûyer jî çirûska Şerê Korêyê bû. Va şera jî di heyna Şera Sar de pevçûna mezin ya ewil bû. Di heman demê da Yekîtiya Sovyetê [[NetewênNeteweyên Yekbûyî]] baykot kir. Ev jî bû sedema wendakirina mafê vetokirina wan. Piştî xuyabûna yekkirina welatê ji hêla Korêya Bakur ve ku bihêz bû û bi wendakirina mafê vetokirinê ya Yekîtiya Sovyetan, îmkana midaxelekirinê jibo Netewên Yekbûyî çêbû. Yekîtiya Sovyetan û Çîn bi her awayî piştgirî dan Korêyê Bakur. Di salên paş de bi milyonan leşkerên artêşa çîniyan beşdarî şerê bûn û piştgiriya leşkerî dan Korêyê Bakur. Li herdu hêlan jî gelek merivên sîvîl mirin û herdu hêl jî ketin neçariyê. Li sala 1953ê agirbest hat îlankirin, lê ti carî ev agirbest ji hêla Korêya Başûr û Korêya Bakur ve nehat îmzakirin. Ev jî vê nîşan dide ku herdu hêl jî bi teknîkî hîn di rewşa şer de ne. Di encama [[Şerê Korêyê]] de 2.5 milyon kes jiyana xwa ji dest dan.
 
Di encama serhildanekî xwandekaran de li sala 1960ê serekcimhûrkê otokratîk [[Syngman Rhee]] neçar ma ku îstîfa bike. Piştî vê îstîfayê Korêyê Başûr ket heynekê bê îstiqrara siyasî. Salekî piştî îstîfakirina Syngman Rhee derbas bû ku general [[Park Chung-hee]] li dijî hikûmata lawaz û bêbandor darbeyekî leşkerî kir. Park erkê serekcimhûrkiyê girt ser xwa û heta ku li sala 1979ê di encama suîqestekî hat kuştin erkê xwa dewam kir. Di heyna Park Chung-hee Korê bi îxracatê zû mezinbûnekî ekonomîk bi dest xist. Lê di vê heynê de zextên siyasî li ser Korêya Başûr jî giran bûn. Herçend e ekonomiya Korêyê di heyna wî de pêşketîbûsa jî, Park bi awayekî tund wek dîktator dihate rexnekirin.
Rêz 64:
Li salên piştî suîqestê li dijî Parkê li welatê telaşê siyasî çêbû û muxalifên ku hatibûn dewisandin dest bi kampanyayên hilbijartina serekcimhûrkiyê kirin. Li sala 1979ê [[Darbeya leşkerî ya 12ê berfanbarê]] ji hêla [[Chun Doo-hwan]] ve li dijî hikûmata demborî ya [[Choi Kyu Hah]]ê hat kirin. Choi Kyu Hah li wê çaxê serekcimhûrka demborî bû û di dema hikûmata Parkê erka serşalyariyê birêvedibir. Chun piştî darbeyê tevdîrên cur bi cur helgirt û hate desthilatê. Wekî din Chun kargeriya pihêtkirî ya berfireh îlan kir, zanîngehan girt, çalakiyên siyasî qedexe kir û çalakiyên çapemeniyê jî sînordar kir. Piştî ku li 17ê gulanê hate ser meqamê serekcimhûrkiyê li tevahiya welêt protesto dest pê kirin, çimkî xalk demokrasî dixwast, bi taybetî li bajarê [[Gwangju]]yê protesto pirr zêde bûn. Bi mebestê zextkirina [[Tevgera Demokratîkbûnê ya Gwangju]]yê Chun hêzên taybet li wî bajarî ra şand.
 
Chun û hikûmata wî Korêyê heta sala 1987ê bi awayekî despot îdare kir heta ku kesekî ku diçû Zanîngehê Netewî ya Sêûlê bi êşkence hat kuştin. Li 10ê hezîranê [[Komeleya Edaletê ya Rahîbên Katolîk]] vê bûyerê birin xalkê, ev jî bû sedema xwapêşandanên mezin li welêt. Di dawiyê de [[Partiya Edaleta Demokratîk|Partiya Dadmendiya Demokratîk]] û serekê giştî yê vê partiyê [[Roh Tae-woo]] li 29ê hezîranê danezanekî îlan kir. Di vê danezanê de hilbijartina serekcimhûrkê ji hêla xalkê ve hate pêşbînî kirin. Roh hilbijartinê bi ferqekî hindik li pêş lîderên mixalifetê [[Kim Dae-Jung]] û [[Kim Young-Sam]]ê qezenc kir.
 
Li 1988ê li Sêûlê [[Olîmpîyatên Havînî ya 1988ê]] hatin li dar xistin. Korêya Başûr li 1996ê bû endamê [[OECD]]yê. Dewlet li [[Kirîza Ekonomîk ya Rohhelatê Asyayê ya 1997]]ê bi neyînî bandordar bû, lê dîsa jî zû ji vê kirîzê rizgar bû û hêdî hêdî bibe sa jî bi mezinkirina ekonomiya xwa dewam kir. Li hezîrana sala 2000î de angajmanê [[Siyaseta Roh]]yê bû sedemê zîrweya Înter-Korêyê. Piştî salekî Kim ji ber şoẍulên xwa jibo demokrasî û mafên merivan li Rohhelatê Asyayê û Korêya Başûr û bi taybetî ji ber hewlên xwa ya pêkanîna haşitî bi Korêya Bakur ve bi [[Xelata NobelNobelê ya haşitîAştiyê|Xelata Nobel ya haşitiaştiyê]] hat xelatkirin.
 
Di salê 2002ê de Korêya Başûr bi hevkariya Japonyayê ve mazûvaniya [[KupayaKasa DinyayêCîhanê ya FIFAyê ya 2002|Kasa Cîhanê ya FIFAyê ya 2002ê]]ê kir, lê paşînga ji ber xwedîlêderketina [[Qîşên Liancourtê]] ji hêla herdu welatan ve (Li Korêyê wek Dokdo tê binavkirin û li Japonyayê jî wek Takeshima tê binavkirin) pêwendiyên navbera Japonya - Korêya Başûr xirab bûn. Ev bûyer ji hêla medyayê ve wek [[Kirîza Qîşên Liancourtê]] hat binavkirin.
 
== Siyaset ==