Budapeşt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 37:
Cihê pêşî yê li herêma Budapeştê ji aliyê niştecihên kelt ve berî sedsala yekem a berî zayînê hate avakirin.<ref>http://www.britannica.com/EBchecked/topic/31272/Aquincum</ref> Ew cih piştre ji aliyê [[Împeratoriya Romê|Romayiyan]] ve hate dagirkirin. Ew cih ku bi navê [[Aquincum]] tê zanîn, di sala 106'ê b.z. de dibe bajarê sereke yê herêma [[Panonyaya Jêr]]. Romayî li bajar, [[rê]], [[hemam]], [[amfîşano]] û avahiyên din ava dikin.
 
Di sala 829'an de bi peymana aştiyê Panonya tevlî dewleta bulgar dibe, ji ber ku artêşa [[Omurtag]] reda serdarê [[Louis Pious]] ê [[Împeratoriya Pîroz a Romê]] dibe. Budapeşt ji di kelehên dewleta bulgar Buda û Peşt, ku li her du aliyên çemê [[Duna]] ne, derdikeve holê. [[Macar]] bi serweriya [[Árpád]] herêmê dikine bin destê xwe de. Piştî vê bi salekê [[Keyaniya Macar]] tê avakirin.<ref>http://www.travelchannel.com/Places_Trips/Destinations/Europe/Hungary/Budapest</ref> Di sedsala 13'an de dagirkirina Tataran pêk tê. Lewma qralêkeyê macarî biryar dide ku bajar bi bedenên qewîn biparêze û herwiha qesra xwe li ser kaşê li Budayê ava dike.<ref>http://www.travelchannel.com/Places_Trips/Destinations/Europe/Hungary/Budapest</ref><ref>http://en.wikisource.org/wiki/1911_Encyclop%C3%A6dia_Britannica/Budapest</ref> Bi vê pêşketinê bajar dibe paytexta Keyaniya Macaran.
 
Rola bajarê Budayê di dema Matthias Corvinusê Macaristanê de pir berbiçav dibe. Pirtûkxaneya wî ku li Ewropa ya herî mezin bû, (bi navê [[Bibliotheca Corviniana]]), di sedsala 15'an de li pêşiya [[Pirtûkxaneya Vatîkan]]ê bû. Yekemîn zanîngeha macar li [[Pécs]]ê ''(Pêç)'' di sala [[1367]]'an de tê avakirin. Ya duyem jî li [[Óbuda]] di sala 1395'an de tê avakirin.<ref>http://books.google.com/?id=SKwmGQCT0MAC&pg=PR9&dq=Hungarian+university+1395+Buda</ref> Pirtûka bi zimanê macarî ya pêşîn li bajarê Budayê tê çapkirin.<ref>Mona, Ilona (1974). "Hungarian Music Publication 1774–1867". Studia Musicologica Academiae Scientiarum Hungaricae (Akadémiai Kiadó) 16 (1/4): 261–275.</ref>