Plazmaya xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:BloodPlasma ku.jpg|thumb|300px|Pêkhateya xwînê]]
[[Wêne:FreshFrozenPlasma.JPG|thumb|300px|Plazmaya xwînê şileyek zerokî ye]]
'''Plazmaya xwînê''' an jî '''plazma''' şileyek bi rengê zer e. [[Xiroka sor|Xirokên sor]], [[Xiroka spî|xirokên spî]] û [[perikên xwînê]] di nav vî şileya zerokî de tên veguhaztin. %55ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. [[Proteîn]], [[dijeten]], [[asîdên amînî]], [[glukoz]], [[asîdên çewrî]], xwê, îyon, [[hormon]], [[vîtamîn]], av û madeyên paşmayî, yên wekî karbona dîoksîd, amonyak û ure, madeyên serekê yên nav plazmayê ne<ref>Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8 </ref>.) % 90ê plazmayê av e<ref>Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4 </ref>. Ava plazmayê li dîwarê rûviyan ji nav xurekan tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Hinek ava plazmayê jî di nav xaneyan de piştê reaksiyonên kîmyayî, wekî madeya paşmayî çê dibe û tevlê xwînê dibe. Ji bilî avê % 7ê plazmayê ji proteînan pêk tê<ref>Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 </ref>. Hinek ji van proteînan her tim di nav plazmayê de digerin û wekî proteînên plazmayê tê bi navkirin. Rêjeya [[Nirxa pH|pH]] a [[xwîn]]ê bi proteînên plazmayê ve tê rêkxistin. [[Albumîn]], [[globulîn]] û [[fîbrînojen]] proteînên sereke yên plazmayê ne. Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e<ref>OpenStax, Biology. OpenStax. May 20,
2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Albumîn di [[Kezeb|kezebê]] de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhaztina asîdên çewrî, [[Vîtamîna D]], [[hormona tîroksînê]] jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhaztin. Di nav plazmayê de sê cureyên proteîna globulîn heye<ref>OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax, ,2013 , [https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology] </ref>. Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan; rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîn a alfa û beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhaztina hesin, çewrî (lîpîd) û vîtamînên A, D, E, û K pêk tîne. Navê globulîna sêyemînsêyem [[Gama globulîn ]], an jî [[îmunoglobulîn]] e. Ev proteîn di xaneyên [[Xaneya B|lîmfosîta B]] de wekî [[Dijeten|dijaten]] tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rekxistina bergiriya laş e. Dijaten proteînên taybet in, ji boy [[Bergiriya destketî|bergiriya]] laş, ne yek lê gelek cureyên dîjatenan heye. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijatenan jî zêde dibe. Ji proteînên plazmayê a herî hindik proteîna [[fîbrînojen]] e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya [[xwînmeyîn]]ê dike. Ev proteîn bi eslê xwe [[enzîm]]ek neçalak e, dema xwînmeyîn rû dide, fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe. Piştê herisînê, xurek ji rûvî derbasê nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû [[Şane (biyolojî)|şane]] û xaneyên laş dibin<ref> BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6 </ref>. Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were durxistin, [[serum]] tê destxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serum tê binavkirin<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall.ISBN 978-0-13-127384-9 </ref>.
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
[[Kategorî:Biyolojî]]