Ehrar eş-Şerqiye: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "'''Ehrar eş-Şerqiye''' (bi erebî: أحرار الشرقية, bi ingilîzî: Ahrar al Sharqiya)komeka çekdar e ko li destpêkê wekî yekîneyeka Ehrar eş-Şamê li..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 21:08, 19 çiriya paşîn 2019

Ehrar eş-Şerqiye (bi erebî: أحرار الشرقية, bi ingilîzî: Ahrar al Sharqiya)komeka çekdar e ko li destpêkê wekî yekîneyeka Ehrar eş-Şamê li Dêre Zorê bûn. Piştî ew ji rojhilatê Sûriyayê ber bi rojavayê wî welatî jî hatin derêxistin her ew nav li ser wan ma. Lê li sala 2016ê ew ji Ehrar eş-Şamê veqetiyan û pardarî şerrê Mertala Firatê bûn. Gelek ji endamên vê komê ji eşîreta Şeîtatê ne.

Ebû Mariya el Qehtanî endamê berê yê Civata Şêwrê ya Cebhet en-Nesreyê dewrekê mezin di avakirina wê komê da gêrra. Ebû Mariya bi koka xwe ji Îraqê ye û alîgirî desttêwerdanên Tirkiyê di şerrê navxweyî yê Sûriyayê da ye. Dihêt bawerkirin ko parek ji sedemên derêxistina wî ji Cebhet en-Nusreyê ev hevkariya wî ya xur digel Tirkan bû. Herçend e ko netebayî û şerr di navbera vê komê û DAEŞê da hebûne, lê bi giştî ew jî yek ji xelekên wê zincîreya rêkxistinan e ko alîkariya lojestîk pêşkêşî DAEŞê dikin.

Di şerrê Tirkiyê li dijî Rojavayê da, Hevrîn Xelef a çalaka siyasî bi destê vê komê hat kuştin.