Xiroka spî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Blausen_0909_WhiteBloodCells_ku.png|thumb|300px|Cureyên Xirokên Spî]]
'''Xirokên spî''' an jî '''lêkosît''' navê cureyekî [[xane]]yên xwînê ye. Bi Îngilîzîîngilîzî wekî ''white blood cells'' (''WBCs'') binav dibe.
 
Xirokên spî li dij hokarên nexweşiyê, bergiriya laş dirist (ava) dikin<ref>Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. p 912 ISBN 978-0-8053-6844-4 </ref>. Xirokên spî jî wekî mîna [[xiroka sor]], ji moxa hestî çê dibin<ref>Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4 p 951</ref>. Di nav xwînê de hejmara xirokên spî li gor xirokên sor gelek hindik e. Di nav 1 mm<sup>3</sup> (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-10 hezar xirokên spî heye<ref>OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 798
Rêz 6:
</ref>. Temenê piraniya xirokên spî ji xirokên sor kintir e. Bi gelemperî temenê lekosîtan ji hefteyek kêmtir e. Dibe ku dema nexweşiyê de temenê hin lêkosîtan ji rojek kintir be. Xirokên sor li nav [[xwîn]]ê de, li gor gera xwînê cih diguherin, lê xirokên spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Li kîjan beşê laş de birîn, kulbûnî an jî hokarên nexweşiyê hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên nexweşiyê bergirî dikin. Ne yek, lê pênc cureyên xirokên spî heye. Navê vana: [[nêtrofîl]], [[êzonofîl]], [[bazofîl]], [[monosît]] û [[lîmfexane|lîmfosît]] e. Lîmfosît jî du cure ne, [[Xaneya B|Lîmfosîta B]] û [[Xaneya T|Lîmfosîta T]]<ref>OpenStax, Concepts of Biology. OpenStax CNX. Mar 22, 2018 p 460 http://cnx.org/contents/b3c1e1d2-839c-42b0-a314-e119a8aafbdd@9.39.</ref>.
 
[[Wêne:SEM blood cells ku.jpg|thumb|300px|Di bin [[mîkroskoba elektronî]] (SEM) de Xaneyênxaneyên xwîna mirov]]
Li gor hebûn an jî tunebûna danikên (hebikên) nav [[sîtoplazma]]yê, du komên sereke yên xiroka spî heye. Koma yekem wekî xirokên spî yên danikî, a duyem jî wekî xirokên spî yên bêdanik tê bi navkirin. Hemû beşên xaneyê di bin mîkroskopê de xuya nabe. Ji bo dîtîna [[endamok]] (organel) û madeyên nav sîtoplazmayê, divê [[xane]] di nav hin boyax (madeyen rengdan) de bê rengkirin. Eger madeye rengdan li ser xaneyên nêtrofîl, bazofîl û êzonofîlê bê dilopkirin, di nav sîtoplazmayê van xaneyan de gelek hebikên danikî xuya dibe<ref>Alberts, B. ; et al. Molecular biology of the cell. 6th ed. New York, : Garland Science, 2015 p 1239 ISBN 978-0-8153-4432-2 </ref> loma ev xaneyan wekî [[xirokên spî yên danikî]] tê binavkirin. Di nav sîtoplazmayê xaneyên monosît û lînfosîtan de hejmara hebikan gelek kêm e, loma van xaneyan wekî [[xirokên spî yên bêdanik]] tên binavkirin.