Nêtrofîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Pêşnumaya gotarek nû çêkir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
</ref>.
Di nav xirokên spî de [[xane]]ya nêtrofîl bi hejmara herî zêde ye. % 50-70 yê xirokên spî ji nêtrofîlan pêk tê<ref>OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 801
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology] </ref> . Danikên nêtrofîlê herî baş bi boyaxên nêtar(ne asîdî ne jî bazî) de xuya dibin, loma ev cureya [[xiroka spî]] ya danikî, wekî nêtrofîl tê binavkirin<ref>ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [https://www.britannica.com/science/neutrophil ]Neutrophil</ref> . Di xaneya nêtrofîla asayî de [[dendik|navik]] ji du heta pênc loban pêk tê, lê lobên dendikanavika nêtrofîla pîr, dibe ku ji pêncan pirtir be. Hin [[bakterî]] mirov tûşî nexweşiyê dikin. Dema di laşê mirov de bakterîyên [[hokarê nexweşiyê]] peyda dibê, pêşî nêtrofîl erîşê bakteriyan dike. Danikên nêtrofîlê gelek [[lîzozom]], enzîmên herisînê û hîdrojena peroksîd(H<sub>2</sub>O<sub>2</sub>) lixwe digirin. Nêtrofîl bi fagosîtozê bakteriyan dadiqurtîne, paşê di nav [[sîtoplazma]]ya xwe de bi enzîmên herisînê bakteriyan têkdişkîne <ref>Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4 p 952 </ref>.
== Gavên bergiriya nêtrofîlê ya li dij bakteriyan ==
[[Wêne:Phagocytosis_ku.png|thumb|300px|Gavên bergiriya nêtrofîlê ya li dij bakteriyan]]
1.Li ser parzûna xaneya xiroka spî(Nêtrofîl) de hin wergir hene. Nêtrofîl bi alîkariya van wergiran ji hebûna bakteriyê ([[dijapeydakerdijepeydaker]]) haydar dibe. Dema bakterî bi wergiran re ket têkili(temas)yê, ev beşa parzûnê ber bi sîtoplazmayê ve tê kişandin.
 
2.Bakterî bi [[parzûna xaneyê]] tê dorpêçkirin, ev kîsik wekî fagozom tê binavkirin. Lîzozomên nêtrofîlê xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê binavkirin. Lîzozom, enzîmên herisînê berdide ser bakteriyê.