Retîkûlûma endoplazmî ya zivir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4:
 
Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxara wî bi [[rîbozom]] e, di bin [[mîkroskoba elektronê]] de girûzî dixuye, loma ev beş wekî Retîkûlûma Endoplazmî ya Girûzî (REG)tê bi nav kirin.
REG ji cot qatên parzûnên dendikênavikê, ji ya derve dest pê dike, ber bi [[parzûna xaneyê]] di nav [[sîtoplazma]]yê de dirêj dibe. Ji ber ku li ser retîkûlûma endoplazmî ya girûzî(REG) de gelek rîbozom hene, REG di çêkirin, guhertin û veguhastina [[proteîn]]an da kar dike. Di çêkirina parzûna xane û parzûna [[endamok]]an jî REG cih digire. Her çiqas proteîn di nav rîbozoman da tê çêkirin jî, a rast ev proteînên neçalak in, tenê zencîra [[asîda amînî|asîdên amînî]](a.a)ne. Gava zencîra [[asîda amînî]] ji plazmayê dikeve nav REG yê, hinek cureyên proteînan li vir diguhere û çalak dibe. Hin ji proteînên di nav REG'e de di nav [[kîsikên hilgir]] ve ber bi [[heybera Golgî]] tê şandin. Hinek ji proteînên nav REG jî rasterast bi [[egzosîtoz]]ê ji xaneyê tên avêtin. Xaneyên pêdiviya wan pir bi [[enzîm]] û proteînan heye, pirtir REG lixwe digirin. Retîkuluma endoplazmî ya girûzî bi rîbozom, bi heybera Golgî, bi [[dendik|navik]] û [[ARN]]yê va têkildar e.
 
== Çavkanî ==