Navpençik: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 8:
 
== Çalakiya navpençikê ==
Dema masûlkeyên navpençikê xav in, jêyê navendî ber bi jor ve qoqiz (bi îngilîzî: ''convex'') e, û di asta birrbireyê piştê yê 8emîn e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref> . Gava masûlkeyên navpençikê girj dibin, îcar navpençik ber bi jêr ve dilive, masûlkeyên navpençikê jêyê navendiyê heta asta birrbirreyê piştê yê 9emîn9em dikişîne, bi vî awayê navpençik piçek pahn dibe û qoqiziya wê kêm dibe<ref name="Anatomy and physiology" />. Ji ber ko masûlkeyên girjbûyî, navpençikê ber bi jêr ve dikişînin, dirêjiya singekelenê zêde dibe, loma qebareya singekelênê jî zêde dibe. Zedebûna qebareya singekelênê dibe sedema kêmbûna pestoya hewayê nav [[Pişika mirovî|pişikan]]<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Asta pestoya hewayê pişikan ji pestoya hewayê derve nizimtir dibe, loma hewa ji derve ber bi pişikan ve diherike<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Ango henasegirtin rû dide. Ber bi jêr ve kişandina navpençikê, singekelênê fireh dike, lê zikekelênê teng dike. Tengbûna zikekelênê pestoya nav zikekelênê zêde dike. Bi xavbûna masûlkeyên navpençikê, jêyê navîn ê navpençikê ber bi jor ve hildikişe, Ji ber rûyê qoqiz a navpençikê, qebareya singekelenê kêm dibe, pestoya nav pişikan zêde dibe. Bi vî awayê hewa ji pişikan ber bi derve diherike, ango henasedayîn rû dide. Li gel navpençikê masûlkeyên parsû (masûlkeyên navbera parsû) jî şirîkê henasegirtin û henasedayînê dibin<ref name="Anatomy and physiology" /><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Li gel erka heneseyê, navpençik alîkarî dike ji boy kûxikê, bêhnijînê, qêrrînê, verişînê, paldana pîsayi ya nav [[Tortorîk|tortorikê]] û dema zayinê, paldana [[Korpele|korpeleyê]] ji [[Malzarok|malzarokê]]<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" /><ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, diaphragm [https://www.britannica.com/science/diaphragm-anatomy]</ref> .
 
== Çavkanî ==