Têkiliyên Îran û Iraqê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 23:
Pirsgirêka Şetelereb nehate çareserkirin heta ku Îranê li sala 1969ê de daxuyand ku wan hevpeymana sala 1937ê yekalî betal kir. Piştî vî wextî pirsgirêka kurdî jî hêdî hêdî diket nav têkiliyên van herdu dewletan de. Jixwe Îranê vî wextî bi aşkerayî alîkariya hêzên kurd kir heta ku Iraqê dest ji nakokiyan berda û mecbûr ma ku li ser maseyê birûne. 13ê xizîrana 1975ê di navbera van herdu dewletan de [[Hevpeymana Cezayîrê]] hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê alîkariya xwe ji kurdan vekişiya û Iraqê jî kontrola nîvenîv ya herdu welatan qebûl kir.
 
Li sala 1979ê şoreşa Îslamî li Îranê çêbû. Li sala 1980ê de Iraqê ev şoreş û zeîfbûne otorîteya navendî fersend dît û rojavayê Şetelerebê dagir kir. Di encamê de [[Şerê Îran û Iraqê]] destpê kir. Ev şer heşt salan berdewam kir û li sala 1988ê bi agirbestekê bidawî bû. Lê li sala 1990 ji ber Iraqê ji ber wendahiyên xwe hevpeymana Cezayîrê dîsa nasî.
 
Pirsgirêka Şetelerebê her çend li ser bingeha hevpeymana Cezayîrê bisekîne jî, xuya ye ku di paşeroja van herdu welatan de dê her geş bimîne.