Asîda rîbonukleyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B MikaelF navê Asîda rîbonukleîk weke Asîda rîbonukleyî guherand |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
[[Wêne:Difference DNA RNA-KU.svg|thumb|250px|Pêkhateya ARN û ADNyê]]
'''Asîda
#[[ARN ya peyamber]] (ARNm):</big> Ji ADNyê zanyariyên genetîk radigîhîne ribozoman.
#[[ARN ya hilgir]] (ARNt):</big> Ji sîtoplazmayê asîdên amînî (aa) hildigire û dibirine rîbozoman.
Rêz 6:
#[[ARN ya piçûk a dendikî]] (ARNsn): Tenê di nav dendikê [[xaneyên eukaryotî ]]de heye. ARN ya piçûk a dendikî û hîn proteînên dendikê tevlê karê çêbûna ARN ya peyamberê dibin. Hemû cureyên ARN, ji ADNyê çê dibin. Her çar cureyên ARN jî di karê çêkirina proteînan da cih digirin. Zanyariyên genetîkî wekî zincîra nukleotîdan li ser ADNyê rêz dibin.
=== Asîda
Her sêmendê nukleotîdên li ser ADNyê, wekî [[KOD]] tê binavkirin. KOD ji boy asîda amînê şîfre dide ARN ya peyamber. Li ser ARN ya peyamber sêmendê nukleotîdan wekî [[KODON]] tê binavkirin. Her KODON ji boy asîdek amînî şîfre ye (ango her KODON navêkî asîda amînî ye). [[Proteîn]] ji asîdên amînî pêk tên. Proteîn li gor hejmar, cure û rêza asîdên amînan cure bi cure ne. Zanyariyên [[genetîk]] ên li ser ADNyê, cureya proteîna diyar dike. Di [[xaneyên prokaryotî]] de ARNm di nav dendikê de ji aliyê ADNyê tê çêkirin. Ji %5ê ARNyên xaneyê ARN ya peyamber e. ARNm ya nû çê bûyî wekî peş-ARNm bi nav dibe. Bi aliyê ARN ya piçûk a dendikî û hîn enzîman tê sererastkirinê û wekî ARNm ji dendikê derdikeve û diçe nav sîtoplazmayê. Ji zîncîrek ADNyê çêkirina ARNm wekî nivîsandin ([[transkrîpsiyon]]) tên binavkirin. Enzîma bi navê ARN polîmeraz çêkirina ARN ya peyamberê hesan dike. ARN ya peyamber bi [[ribozom]] ve girê dibe. Xwendin ([[translasyon]]) a KODONan li rîbozom pêk tê. Li gor KODONên li ser ARNm, ARNt ji [[sîtoplazma]]yê asîda amînî vediguhezîne rîbozomê. 64 cureyên ARNm heye. ARN ya peyamber ne ji boy carek, lê dibe ku gelek caran li pêş hev ji aliyê rîbozoman bên xwendin.
=== Asîda
ARNr li dendikoka xaneyên eukaryotiyan, ji hêla ADNyê tê çêkirin. ARNr tevlê pêkhateya rîbozoman dibe. Giraniya rîbozom bi %40î ji proteîn û %60î ji ARN ya rîbozomî pêk tê. ARNr ya li binebeşa gir ya rîbozomê wekî enzîma rîbozîm tê bi nav kirin. Rîbozîm di navbera asîdên amînî de bendên peptîd ava dike û asîdên amînî bi hev re girê dide. Di nav xaneyê de ARNya herî zêde ARNr ye. Ji %80yê ARNya xaneyê, ARNr ye.
=== Asîda
Ji %15yê ARNya xaneyê, ARNt ye. Li hember KODON, li ser ARN ya hilgir ANTÎKODON heye. ADNt ji sîtoplazmayê asîdên amînî dikişine rîbozoman. Li gor hevdu naskirina KODON û ANTÎKODON, ARNt dora kîjan asîda amînî be, ewê li ser rîbozom cih dike. ARN ya hilgir ji ARNyên din piçûktir e. Dirêjiya ARNt bi qasî 75-80 nukleotîd e. Dema ARNt xwe bi asîda amîn ve girê dide wekî ARNt amînoasîl tê bi navkirin. Di xaneyên zîndeweran de herî kêm 20,herî zêde 61 cureyên ARNt heye.
|