Albert Einstein: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 28:
== Jiyana wî ==
Einstein di 14'ê adara [[1879]]'an de li [[Ulm]]ê wekî zarokekî malbateke [[cihû]]yên [[Almanya]] ji dayik dibe. Bavê wî [[endezyarî|endezyar]] e, lê belê mirovekî dewlemend nîne. Albert zarokatiya xwe li [[Munîh|Munîhê]] diborîne û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend tê dîtin jî, li dibistanê serkeftinên mezin bidest naxe. Di [[dibistan]]a navîn de ji pergala
Einstein piştre serî li dibistana[[Polîteknîk]] a li [[Zurih]]ê dide. Bi tevî ku di [[fizîk]] û [[matematîk]]ê de xwedî serkeftineke serdest be jî, ji ber ku [[bawername]]ya wî ya têr a [[Dibistana Amadehiyê]] tune ye, nekare [[azmûn]]a destpêkê derbas bike û serlêdana wî nayê pejirandin. Ji bo qezenckirina azmûnê, ji bo wergirtina hîndekariyê diçe cîmnazyûma li [[Aarau]]yê. Li wê derê gelekî bextiyar dibe. Ew êdî evîndarê [[Swîsre]]yê ye; piştre xwe dike [[hemwelatî|hemwelatiya]] Swîsreyê û di dûmahîka jiyana xwe de careke din qet ji wê derê venaqete. Paşê, dema ku dikeve dibistana Polîteknîkê, profesorên matematîkê [[H. Minkowski]] û [[A. Huntwitz]] dibin. Her du jî zanyarên pola yekemîn in. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan werdigire û ne jî ew li Einsteinî hay dibin.
Rêz 65:
Nisbiyeta Gîştî, jibo herikînên ku di dema herikîna wan da, sureta wan diguherin yan jî leza wan tê guhertin, tê bikaranîn. Leza Kêşa erdê, g ku heman 9,81m/s e jî, yek ji cureyên lezê ye. Nisbiyeta gîştî girêdayî lezê ye nek herikînê. Teoriya ku behsa cirmên xwedî leza kêş û navendî dike ye. Bi gîştî, li her dera dinyayê ku cirmek di cihên vala da hebe, sedîsed li derdora wê, lezek kaşok jî heye ku mezinahiya wê girêdayî baristeya wê cismê ye. Bi gotineke din, li derdora her cismekê, lezek heye. Nisbiyeta gîştî jî liser wan lezana disekine û dide zanîn ku bi dûrbûna her cismekî ji rûxar yan setha gerstêrkekê, derbasbûna demê jê ra hêdîtir dibe. Wek mînak, eger em kamerayek daynin ser saeta xwe û jê fîlm, bikşînin û yeke din jî daynine ser saeta kesê/a ku hildikişe jorê, ji erdê vediqete, ber bi esmîn diçe û em her du fîlmên han, di perdeyeka televizyonê da nîşan bidin û bidine ber hev, emê pir eşkere bibînin ku saeta ser erdê pir bileztir ji ya derveyî atmospherê dixebite. Encamên nisbiyeta gîştî pir balkêş in û îmkana pêkhatina wan jî dikare li labarutawaran, were ceribandin. Wek mînak, ronahiya ku digihîje derdora stêrgeke giran, hinek ber bi aliyê wê kaş dibe, ji riya xwe derdikeve û jêbadan diqewime. Reşçal (Reşçal: eger mezinahiya stêrgek çend qasî Rojê be û hemû ardû yan şewatokên xwe şewitandibe, jiber hêza cazibeya xwe ya pirbihêz, bariste yan çiriya xwe di nav xwe da digivişîne, dide ser hev û çaleke reş ku dişibe qîfan(Forma Şeytanokî), jê çêdibe ku hêza cazibeya wê pir pir mezin e û tu ronahî jî, nikare jê bifilite) jî ligor vê taybetmendiyê, tevdigerin. Cirm yan çiriya wan, ewqas giran û hecma wan ewqas biçûk e ku dema ronahî, ber ra derbas dibe, dikeve nav û îdî tu car, nikare jê derkeve. Riya me hemuyan, jibo carek jî bûbe, ketiye dukanên ku saetan difroşin û me gelek saetên biçûk û mezin dîtine ku li ser 10:10 deqeyan, tenzîm bûne lê me tu carî nepirsiye, çima! Albert Einstein, di teoriya nisbiyeta taybet da, li ser hereketa lezdar nesekinî û pey şirovekirina kêşa erdê neket. Ew behsa mijarên teoriya nisbiyeta gîştiya xwe ku yekem car hatibûn weşandin, kir. Teoriya nisbiyeta gîştî bû sedema guhertina çawaniya şirove û dîtinên berê yên liser kêşa erdê û di vê teoriya nû da, hêza kêşa erdê wek taybetmendiyeke fezayê hat dîtin nek mîna hêza di navbera cirman da, yanê tam berevajî tişta ku Newton gotibû! Di teoriya wî da, feza di kêleka maddeyê da hinek ditewe. Bi gotineke din, cirmên heyî, rê yan jî kêmtirîn bergiriya nava kevaneyan, hildibijêrin. Fikra Albert Einstein, pir ecêb bû lê dikarî bersiva qewimînên ku qanûna siqla Newtonê nedikarî wan şirove bike, bide. Gerstêrka [[Ûranûs|Ûranus]], di sala 1781’an da keşif bûbû û bazineya(medar yan vedor) wê ya li dora Rojê hinekî ecêb yan jî xilloxwar bû!
Zêdetir ji 50 salan, liser vê meselê behs hatibûn kirin. Ligor qanûna Newtonê, diviya ku cazibe û hêzek, bandorê lê bikira. Bi gotineke din, diviya ku gerstêrkeke mezin di aliyê din yê
Zaniyaran destbi lêkolînên berfireh liser teyfên kinikên sipî, kirin û cihguhertina ku hatibû pêşbînîkirin, bi çavê xwe dîtin! Navê wê guhertina cihan, cihguhertina Albert Einstein, danîn. Albert Einstein digot ku meydana kêş dibe sedema ladan û jêbadana şuayên ronahiyê, lê gelo ev yek dikare bê ceribandin. Eger stêrkek di pişt Rojê da, tam di imtidada rûxara wê da be, di dema Kusûfa Rojê da bê dîtin û em dewsa wan ligor dema ku em Rojê tune hesav bikin, bidin berhev, hingî dê ladana ronahiya wan misoger be. Tam wek dema ku hûn tiliyên destê xwe li ber çavê xwe û di mesafeya 8 santîmetriya wê da daydidin û carek bi çavê çepê û carek din jî bi yê rastê, lê mêze dikin, ji we tirê dewsa tiliyên we tê guhertin, lê di rastiyê da ne wisa ye û ew di dewsa xwe da ne!
|