Fizîk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina MikaelF (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya QazîKurd
Etîket: Vegerandin
Rêz 1:
'''Fizîk''' an jî '''fîzya''' ([[grekî]] φυσική, ''fyziké'' "a xwezayî"), [[zanista siruştî|zanistek siruştî]] ye, ku zagonên bingehîn ênbingehînên xwezayî, her tiştên ku [[xweza]] bi wan ve ava bûye û bandorgewrînên wan li ser hev lê dikolelêdikole. Fizîk hem bi gewşîn û helwestên [[bûjen]] û [[zevî (fizîk)|zeviyan]] ve, di dem û cîh de, û hem jî bi avahiya dem û cîh ve dikeve.
Fizîk xwezayê bi awayê jimarî, bi modelên [[siruştzanist|siruştzanistî]], ango teoriyan şîrove dike. Herwiha dikare texmînan li ser gewşînên pergalên tên temaşekirin, bi dest bike. Ji bo vê yekê zimanê [[matematîk|matematîkê]] bikartîne.<ref>http://www.etymonline.com/index.php?term=physics&allowed_in_frame=0</ref>.
 
Fizîk xwezayê bi awayê jimarî, bi modelên [[siruştzanist|siruştzanistî]], ango teoriyan şîrove dike. Herwiha dikare texmînan li ser gewşînên pergalên tên temaşekirin, bi dest bike. Ji bo vê yekê zimanê [[matematîk|matematîkê]] bikartîne<ref>http://www.etymonline.com/index.php?term=physics&allowed_in_frame=0</ref>.
 
== Rêbazên fizîkê ==
Line 8 ⟶ 7:
Wek ji navê wê tê têgihîştin, di navenda fizîka ceribandinê de [[ezmûn]] heye. Bingeha emzûneka fizîkî nirxandina gewşînên pergaleka hatiye amadekirin bi jimaran e. Ev nirxandina jimarî bi [[pîvan|pîvanê]] tê darxistin.Di pergalên emzûnan de gewşînên dembende ([[dînamîk]]) an yên demazad (statîk) tên pîvan.
 
'''FUSION'A DENDIKÎ ÇI YE?'''
 
'''Germahiya 100 Milyon Dereceya Santîgrad, Jibo Pêkhatina Fusion’a Dendikî'''
 
Fusion’a Dendikî yan bihevzeliqandina dendikan di germahiya pir mezin da, tam berevajî qelişandin û jihevbelakirina dendikan e. Di prosesa Fusion’a Dendikî da, dendikên sivik yên wek Hydrogen, Deuterium û Tritium, dizeliqin hev û jê dendikên mezintir pêktên ku enerjiyeke mezin jî pê ra, berhem tê. Jibo ku Fusion’a Dendikî pêkwere, divê enerjiya livokî yan kînîtîka dendikên nava redaksiyonê, têra xwe mezin be ku karibe lihember meydana Elektrostatîkiya derdora xwe, biserkeve. Loma jî germahiyên grêdayî van redaksiyonên dendikî yên Fusion’î, pir pir mezin in. Yekemîn teqîna germa*dendikî ku wek test, hate pêkanîn, di sala 1952’an da bû ku bû sedema azadbûna qaseke pir mezin ji enerjiya kontrolnebuyî. Ev test, nîşan da, eger germahiya gaza ku ji zerreyên bibar yên Plasmayên bi baristeya mezin pêkhatî, hilkişe ser 50 milyon dereceya Kelvînê, hingî di gaza yonbuyî da redaksiyona Fusion’a Dendikî pêktê. Piştî teqîna serkeftî ya Bomba Hydrogen’ê, lêkolîn jibo berhemanîna enerjiya kontrolbuyiya dendikiya Fusion’ê, destpêbû. Fusion’a Dendikî, redaksiyoneke tam berevajî Qelişandina Dendikan e. Dewsa qelişandin û jihevbelavkirina etomên mezin bi yên biçûk, etomên biçûk bi hevodin ra tên zeliqandin ku etomên mezin çêbibin. Enerjiyek pir pir mezin ji redaksiyona han azad dibe çimku ligor teoriya Nisbiyeta Enîşteynê, beşek ji maddeya vê redaksiyonê vediguhere enerjiyê. Derveyî navendên ku Fusion pêktê, em di xwezayê da bandorên redaksiyona han hîs dikin û dibînin. Fusion’a Dendikî, tam ew buyera ye ku di merkeza Rojê(Tav) da diqewime. Roj yan Tav, reaktoreke zev mezin ya Fusion’a Dendikî ye. Tav, Hydrogen’ê vediguherîne unsurên girantir û bi vê redaksiyonê, ronahî û germahiya pêwîst jibo jiyana me, berhem tîne.
 
'''Dijwariyên Pêkanîna Prosesa Fusion’a Dendikî liser Erdê:'''
 
Sedema serekeya dijwarbûna pêkanîna Fusion’a Dendikî ew e ku dendikên etoman, tu carî hez nakin bizeliqine hev. Dendikê etoma Hydrogenê, xwediyê Proton’eke loma jî bara elektrîkiya wê Pozîtîv e. Gava ku em dixwazin dendikeke din ya Hydrogenê pê va bizeliqînin, jiber bara pozîtîva herduyan, li himber bihevzeliqînê, berxwedidin. Tenê riyek heye jibo pêkanîna vê yekê û ew jî ew e ku em bi zor vê prosesê pêkbînin û germahiya etoman ewqas hilkişînin jorê ku etom veguherin forma Plasmayê. Eger germahiya Plasmayê bigihîje asteke pir bilind, dê hingî hin ji dendikan bi hêzeke pir mezin lihevbikevin û dê bizeliqine hev. Jibo pêkanîna vê haletê, pêwîstiya me bi germahî û pestoyeke pir pir mezin heye. Dijwariya herî mezin jî ew e ku divê em liser erdê, şertên ku li beşa merkeziya Rojê(Tav) hene, pêkbînin. Baristeya Tavê(cirm) 330 hezar carî ji ya erdê mezintir e û germahiya navenda wê jî digihîje 17 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka yekem ew e ku liser ruyê erdê, bi qasî Tavê, şewatok û arduya Hydrogenê, tune ne. Divê em germahiyê bigihînine 100 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka duda jî ew e ku madde di forma Plasmayê da, bertekên ecêb ji xwe nîşan didin. Plasma forma çaremîna maddeyê ye. Plasma ne Avîn e, Ne Camid e û Ne Gaz e. Dema ku em Plasmayê dixine nav şertên wiha ku têda germahî û pesto, gelek mezin in, ew pir pir nebergir(unstable) dibin û hez dikin û zû ji hev belav bibin. Jibo kontrolkirina şertên nebergir jî em nikarin ji alavên normal mifayê werbigirin. Bi gotineke din, dibe stêrkek liser erdê were çêkirin. Ev yek pir pir dijwar û zehmet e çimku pêwîstiya wê bi mezintirîn û komplekstirîn teknolojiyên tarîxa mirovahiyê heye. Bi şêwazên cihê wek sînordarkirina Megnetîkî, Leyzerîk û Katalîzora Muon’î, Fusion’a Dendikî, dikare pêkwere. Di sînordarkirina Megnetîkî da, qad û meydanên pirbihêz jibo xweyîkirina Plasmayê tê bikaranîn. Di sînordarkirina Leyzirî jî, ji leyzerên pirbihêz jibo sînordarkirina saçmeyên biçûk ku tê da şewatok yan arduya dendikî ya ku hatiye givaştin, tê istifadekirin.
 
'''Prosesa ku di Tavê da pêktê:'''
 
Di Tavê da, prosesa Fusion’a Dendikî ya ku pirî caran pêktê, heman zincîra Proton-Proton e, lê di stêrkên keltir û pir germtir ji Tavê da, prosesa han, piranî bi şêwaza sîkl û çerxeya Karbonê pêktê. Sedema guherîna prosesê jî ew e ku di germahî û lezên pir mezintir da, proton hêsantir dikare derkeve lewma jî redaksiyon di merheleya yekem ya çerxeya Karbonê da, bi awayeke bileztir pêktê. Germahiya pêwîst jibo destpêka prosesa Fusiona Dendikî ya navenda Tavê yanê derdora 15 milyon dereceya Kelvînê ye.
 
'''Zincîra Proton-Proton:'''
 
Tav reaktoreke terikî ya dendikî ye ku tê da dendikên Hydrogenê heyî, dizeliqine hev ku jê dendikên Helium’an pêkbên. Ev şewatok yan arduya germa-dendikî ya Hydrogenê, proseseke 3 merheleyî ye ku jê ra zincîra Proton-Proton tê gotin.
 
'''Merheleyên cihê yên zincîra Proton-Proton’ê:'''
 
Merheleya Yekem: Merheleya yekem ji hevzeliqîna 2 protonan pêktê ku dibe sedema çêbûna Deuterium’ek û derveavêtina Pad Elektronek û Neutrinosek, di demekê da. Pad Elektron di heman demê da, bi yek ji hezaran hezar Elektronên heyî li Plasmayê, dikeve, bi wê lihevketinê, Elektron tune dibe û ev yek jî dibe sedema jêpekîna 2 tîrêjên Gama’yan. 1H + 1H → 2H + e + γ 1.19mev Merheleya Dudan: Merheleya din jî hevkelîn û bihevzeliqîna Hydrogen û Deuterium û berhemanîna Helium-3(3He) ye. 1H + 2H →3H + e + γ 1.19mev Merheleya Sisyan: Bihevzeliqîna du dendikên ku encama wê, berhemhatina Heliuma normal(4He) û derveavêtina 2 protonên bi enerjiya mezin di eynê wextê da ye. Çimku di merheleya dawî da, pêwîstî bi 2 deste 3He heye. Jibo ku merheleya dawî bikare carekê pêkwere, pêwîste ku merheleyên berê qe ne du caran pêkhatibin. Bi vî awayî, zincîra Proton-Proton, 4 protonan mesref dike ku dendikeke 4He pêkbîne. Neutrinosa pêkhatî di merheleya yekem da: Di merheleya yekem ya zincîra Proton-Protonê da Neuterinos, azad dibe. Divê bê gotin ku navenda Tavê, ne tenê jêdera germahiyê ye, belke çavkaniya gelek Neuterinos’an e jî. Jiber ku danûsandin û bandordayîna 2alî ya Neuterinosan bi maddeyê ra pir pir lawaz û zeyîf e, lewma maddeya heyî li Tavê(û li erdê jî) jibo Neuterinosan, eşkere ye û ev zerre bê pirsgrêk ji merkeza Tavê ber bi derve diherike û tê derve.
 
'''Çerxeya Karbonê:'''
 
'''Şewitandina germa-dendikiya Hydrogen di nava Tavê da dibe ku bi riya proseseke 6 merheleyî ku jê ra çerxeya Karbon, tê gotin, pêkwere.'''
 
'''(1H + 12C → 13N + γ (1.95MeV'''
 
'''(13N → 13C + -e + r(2.22 MeV'''
 
'''(1H + 13C → 14N + γ (7.54 MeV'''
 
'''(1H + 14N → 15O + (7.35 MeV'''
 
'''(15O → 15N + -e + γ (2.71 MeV'''
 
'''(11H + 15N → 14C + 6He (4.96 MeV'''
 
Di merheleya dawî, dîsan Karbonek berhemtê ku di merheleya yekem da xera buye. Bi vî awayî, Karbon cardin vê merhelê derbas dike, Karbon, tenê wek katalîzor, tevdigere û mesref nabe. Enerjiya azadbuyî jibo her Protona mesrefbuyî kêmzêde bi qasî ya zincîra Protonê ye.
 
'''Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/Nuclear_fusion'''
 
'''Wergêr: Edo Makuyî, Muhendisê Şîmiyê, Ji zanîngeha dewletê, salên 1996-2000'''
 
'''http://www.felsefevan.org/pekhatina-fusiona-dendiki.html'''
 
=== Fizîka teorîk ===
Line 20 ⟶ 64:
Bi pêşveçûna [[zanista kompûterî]] û, bi wê bende, bi xurtbûna [[pergalên kompûterî]] bikaranîna kompûteran bû rêbazeka girîng a fizîkê. [[Fizîkzanên komputerî]] ne bi tenê [[teorîvan]], ji ber ku ew bi simulasyonan teoriyan diceribînin û ne jî bi tenê [[emzûnvan]] in, ji ber ku ceribandinên wan tenê di xwejimêran de dimeşin.
Di her herêmên fizîkê de [[simûlasyon]] cîhekî pirr mezin digire.
 
 
'''CERN, Mezintirîn Navenda Lêkolîna Fîzîka Dendikiya Cîhanê'''
 
CERN, mezintirîn labaratuwara dinyayê di warê Fîzîka zerreyên bingehîn û Fîzîka dendikî da ye. Ev navenda mezin û bêmînak di derdora bajarê Geneva û di sînora navbera Fransa û Suwîsrayê da hatiye avakirin. CERN, di 29ê Septembera sala 1954an da, ji aliyê Rêxistina Ewrûpiya Lêkolînên Dendikî va hatiye damezrandin û zêdetirî 61 salan e ku têda mezintirîn û bibandortirîn keşfiyatên dinyayê tên kirin. Gelek zaniyar û lêkolînerên cîhanê jiber xebatên xwe yên di wê navendê da, xelatên navendên herî binavûdeng yên dinyayê wek xelata Nobelê yên di warê zanistê da, bidestxistine û ev yeka han, nîşana girîngiya CERNê ye. CERN, bi dirêjahiya 27 kîlometreyan, bi forma bazinê, di kûrahiya 100 metreyan di binê erda 2 welatên Firansa û Suwîsrayê da, hatiye avakirin. WWW yan heman World Wide Web ku dibe Tora Cîhaniya Web’ê, yekem car ji aliyê Tim Berners- Lee di sala 1989 û Robert Cailliau di sala 1990 an da, li CERN, li ser navê ENQUIRE’ê, jibo danîna pêwendî di navbera zaniyar û lêkolînerên wir, hate avakirin. Internet, li CERNê keşf bû, di sala 1991an da yekem malper destbi xebatê kir û bikaranîna wê di 30ê Aprila sala 1993an da jibo her kesî azad bû.
 
Peymana damezrandina CERNê di 29ê Septembera sala 1954an da ji aliyê 11 dewletên Ewrûpaya Rojava va hate îmzakirin. Helbet ev yek bi avakirina Encumenke demkî, jibo çêkirina labaratuwaran di sala 1952an da, destpêbû. Aniha zêdetirî 20 dewletên ewrûpî, endamê vê rêxistinê ne. 2600 karmend, 7931 zaniyar û endaziyarên wê hene ku numayendeyên 580 zanîngeh û navendên lêkolînê yên 80 welatên cîhanê ne. Xebat û armanca serekeya CERNê, çêkirina alavên bilezkerên zerreyan(Tiny Particle Accelerator) û dezgehên din jibo lêkolînên fîzîkî di enerjiyên mezin da ye. Her 4 Xuyakerên mezin yên CERNê(Large Detectors: LHCb, ALICE, ATLAS and CMS), encama hevkariyên navnetewî ne. Navenda serekeya vê rêxistinê, li Meyrina ser bi bajarê Genevayê ye ku ji navendeke computeran pêkhatiye. Tenê di sala 2008an da, milyardek Dolar ji aliyê dewletên endam va, alîkarî ji CERN’ê ra hatiye veqetandin. Dewletên endam, her sal, 5 milyon Euro’yan didin rêxistina CERN’ê. Almaniya û Îngîltere, tenê jibo projeya LHC’iyê, heya niha zêdetirî 300 milyon Euro’yan xerc kirine. Armanca avakirina LHC yanê Lihevlêxînera Mezina Hadron’ê(Large Hadron Collider), peydakirina zerreyên pir pir biçûk yên etomên nû û peydakirina bersiva zaniyaran ya liser çawaniya avabûn û çêbûna dinyayê ye. Lihevlêxînera Hadroniya Mezin yan LHC, bilezkereke zereyan û lihevlêxînera, jibo nasîna baristeya maddeyên(mass) bi qasî ‎ cm, Ezmûna(ceribandina) modela standarda zerreyan, keşfkirina pêkhateyên peyda-nebuyî yên modela standard, Ceribandina Teoriya Makrowekhev û Teoriya Yekgirtina Mezin (Grand Unified Theories and Supersymmetry) e. Armanceke din ya girîn ji vê projeyê, keşfkirina zerreya bingehîna Higgs Boson’ê ye ku fîzîkzanan, zerreyên bingehîna wê, berê va pêşbînî kiribûn. Zerreya Boson Higgs, dibe sedema pêkhatina baristeya zerreyên bingehîn. Di vê labaratuwarê da, Proton di nava tûneleke 27 kîlometreyî da, bi lezeke pir mezin, lihev diqelibin, bi qasî 14 tirilyon Elektron Voltan, enerjiyê werdigrin û jiber vê lihevketina pir bihêz û mezin, îza Boson Higgs, tê xuyanê(qeyd dibe). Bilezdera han di 10’ê Septembera sala 2008’an da hate vekirin lê 9 rojan şûnda, jiber pirsgrêkên teknîkî û hilkişîna germahiya megnetên sûperderbasbar(super conductor) ku divê di germahiyên jêr da bixebitin, hate sekinandin. Lê cardin piştî 14 mehan di 21’ê Novembera sala 2009’an da, jinûva hate xebitandinê. Xuyakerên din(ALICE, ATLAS and CMS), jibo lihevqelibandin û lihevxistina Yonan û berhemanîna Plasmaya Quark-Gluon jî, tên bikaranîn û heya niha ew karîne di germahiya zêdetir ji 10 tirilyon dereceyan da, pilasmaya Quark-Gluon’ê, çêbikin.
 
'''Gihîştin bi leza, mezintir ji ya Ronahiyê'''
 
Di 22’ê Septembera sala 2011’an da, encumena OPERA’yê ya li navenda CERN’a nêzîkê bajarê Geneva Sûwîsrayê, di labaratuwara netewiya Gran Sasso ya Îtaliyayê, dane zanîn ku ew karîne muon neutrinos’an bi enerjiya ji 17 heya 28 Gev(Gîga Elektron Volt) di mesafeya 730 kîlometreyan da, bi leza mezintir ji ya Ronahiyê(by a factor of 2.48×10−5 (approximately 1 in 40,000)), bilezînin û wê bi alava xuyaker, detekt û qeyd bikin.
 
'''Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/CERN'''
 
'''https://en.wikipedia.org/wiki/Faster-than-light_neutrino_anomaly'''
 
'''https://en.wikipedia.org/wiki/Large_Hadron_Collider'''
 
'''Werger ji Ingilîziyê: Edo Makuyî, Muhendisê Şîmî, sala 2000 ji zanîngeha dewletê'''
 
'''http://www.hertist.com/732/cern-ci-ye'''
 
'''http://www.felsefevan.org/mezintirin-navenda-lekolina-fizika-dendikiya-cihane.html'''
 
'''http://www.niviskar.com/ku/lekolin/cern-mezintirin-navenda-lekolina-fizika-dendikiya-cihane-edo-makuyi'''
 
== Mijarên fizîka nûjen ==