Pişika mirovî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Hê pirtir zanyarî, çavkanî û wêneyên kurdîkirî li gotarê hat zêdekirin. |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
[[Wêne:Blausen_0770_RespiratorySystem_02_ku.png|thumb|300px|Pişik endama sereke ya koendama henasê ye.]]
'''Pişik'''<ref name="KURMANCÎ7"> KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 7. </ref><ref> Bektaş H, Anatomîya Bedana Mirov.(2004),weşanên Deng.Stembol. ISBN 975-7011-32-0 </ref> , '''sî''' an jî '''siy''' (bi îngilîzî:''lung'') endama bingehin a [[Koendama henaseyê|koendama henasê]] ye.
Alûgorkirina gazan a di navbera [[Xwîn|xwînê]] û hewaya derve, di nav pişikan de rû dide.
== Pekhateya pişikan ji aliyê derve ==
[[Wêne:pişikên mirov_ku.jpg|thumb|300px|Pişika rastê sê pil, pişika çepê du pil e.]]
Cotek pişikên mirov heye, di nav [[Singekelên|singekelênê]] de. Pişik bi şeweya qoçekî ne. Aliyê jorê pişikê zirav û glover e, binê pişikê fireh û çal e û li ser qoqiza navpençikê de cih bû ye<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. [[Dilê mirov]] di navbera herdu pişikan, nezikê pişika çepê de cih digire. Loma pişika çepê ji ya rastê piçûktir e<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Pişka rastê sê pil, pişka çepê du pil e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Her pilên(bi îngilîzî:''lobe'') pişkê jî di nav pişikê de dabeş dibin boy pilên hê hûriktir ên bi navê pilok( bi îngilîzî: ''lobule'')<ref name="Anatomy and physiology"/>. Dora pişikan bi perasûyan û [[Navpençik|navpençikê]] dagirtî ye. Pişik pêkhateyek nerm e
== Pekhateya pişikan ji aliyê hûndir ==
[[Wêne:sikildanok_ku.png|thumb|300px|Di navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina gazan, di sikildanokan de rû dide.]]
[[Qilqancik|Borîhewa]] di singekelenê de şax dide boy du liqên borîhewayê. Her yekê liqê borîhewayê dikeve nav pişikek. Liqên borîhewayê di nav pişikan de şax dide boy liqê borîhewayên ziravtir û hê ziravtir<ref name="Leland G"/>. Ev şaxdayîn di nav pişikê de 9-12 car dubare dibe<ref name="Human anatomy">McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1 </ref>. Bi her şaxdayinek, liqê borîhewayan hê zirvtir dibin. Liqê borîewayên ko tîreya wan ji yek mîlîmetreyê ziravtir e, êdî wekî borîkênhewayê tê bi navkirin<ref name="Human anatomy"/>. Dîwarê liqê borîhewa yên stûr, [[Kirkirag|kirkiragî]] ye, lê borîkênhewa bêkirkiragin. Di kotahiya borîkênhewayê de sikildanokên hewayê hene. [[Sikildanok]] pêkhateyên bi şeweya guşiya tirî ne<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Bi [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] dorpêçî ne. Tîreya sikildonakan 0.25- 0.5 mîlîmetre ye<ref name="Human anatomy"/>. Herdu pişik bi qasî 300 milyon sikildanok lixwe digirin<ref name="Human biology"/>. Ji ber hebûna borîkênhewa û sikildanokan rûyê navî yên pişikan bi qasî 70 m<sup>2</sup> fireh dibe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ev rûyê fireh alûgora gazan hêsantir dike.
== Erka pişikan ==
Guhaztin û alugorkirina gazên [[oksîjen]] û [[Duanoksîda karbon|karbona dîoksîdê]] di navbera xwîn û hewayê de, karê sereke yê pişikan e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ango oksîjena hewayê di pişikanda derbasî xwînê dibe, herwiha karbona dîoksîd a nav xwînê jî ji pişikan derbasî hewayê dibe<ref name="Human biology"/>. Xwîna kêmoksîjenî, bi navbeynkariya xwînber û xwînberokên pişikê, ji dil digihîje sikildanokan. Xwîna têroksîjenî jî ji pişikan bi rêya xwînhênerok û xwînhênerên pişikê ber bi dil ve tê guhaztin. Pişik ne bi tena serê xwe, lê bi alîkariya navpençik û masûlkeyên parsûyan, guhaztin û alûgorkirina gazan dike<ref name="Anatomy and physiology"/>. Henase girtin û henase dayîn di bin kontrola koendama demarî de rû dide.
== Çavkanî ==
|