Femînîzm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min navê Simone de Beauvoir girêdan kir.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
Bo cara yekemîn goteya Femînîzmê bi awayê şiroveyî û di mijareke nojdarî (tibî) de bi zimanê [[Fransa]]yî, bona geşekirina endam û taybetmendiyên zayendî (cinsî) yên nexweşan û bi taybetî mêrekî bi kar dihat ku wisan xuya bû ku seba wan taybetmendiyên jinane di laşê xwe de zecir dikişand. Piştre [[AleksandrAlexandre DumaDumas]] [[nivîskar]]ê Fransayî ev goteya di biroşûrekê de li jêr navê [[Mêr]] û [[Jin]], di warê wan jinan de bi kar anî ku bi awayekî bi berçav wekî mêran rabûn û rûniştin dikirin. Femînîzm wekî goteyeke siyasî, ji sala 1937’an a Zayînî pêde kete nava [[çand]]a Fransayê de.
 
Divêt em bibêjin Femînîzm (serhildanek ji bo xwestekên hiqûqî yên jinan) di dawiya sedsala 19’an ya Zayînî û li pey lome û gazindeyên derheq hinek newekheheviyên [[civak]]î de pêk hat û ev newekheviyane şirove kirin û dîtingehên cur bi cur anîne hole, bi awayekê ku bi sedema girêdayîbûna dîtingeh û nêzîkatiyên Femînîstî bi dibistanên Felsefî û siyasî yên [[Rojava]], çiqên cur bi cur ji Femînîzmê pêk hatin, ku her yek ji wan bi lênihêrîneke taybet û cuda, li pirsên hiqûqî yên jinan dinihêrin, ku Femînîzmên: [[Radîkal]], [[Lîberal]], [[Sosyalîst]], [[Post Modern]] û [[Îslam]]î, ji girîngtirîn curên Femînîzmê ne. Lê bi awayekî giştî vana hemûyan armancek hevbeş hene ku ew jî dijberiya bi ferq û cudahî û sitema tixmî re ye. Lê bi sedema wê zulma ku li wan tê kirin, berhevdanên cur bi cur derdixin hole û li ser vê bingehê jî rêyên cur bi cur pêşniyar dikin. Bi gotina Dirînk Wîlfard, ya baş ev e ku di ciyê goteya Femînîstê ji goteya Ên Femînîst mifah bihê wergirtin. Çinkî bûr û rayên Femînîstî ev hinde zaf in ku mirov nikare hemûyan di çemkekê de kom biket. Yanî çi pênaseyeke yekînî (wahid) ji Femînîzmê çi nine. [[Xatûna Rojê Kawiz]], ji Femînîstên naskirî di vî warî de dibêje: “Min bi xwe jî nezanî kanê Femînîzm çî ye.