Mijîna xurekan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
|||
Rêz 7:
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>, ên din di rûviya zirav de tên mijandin. Rûviya zirav hema hemû xurekên herisbûyî, %90ê avê<ref name="Campbell"/>, %80yê xwê û kanzayan dimijîne. Rûviya zirav bi dirêjiya 6 metre û bi qalindiya 2,5cm e<ref name="Human biology"/>. Xurek, ji aliyê [[Rûkeşexane|xaneyên rûkeş]] ên rûviya zirav ve tê mijîndin. Ji rûyê navî ya rûviya zirav pêkhatyên wekî mîna tilî ber bi xurekan ve dirêj dibe, ev pêkhate wekî [[memîle]] bi nav dibe<ref name="Modern Biology"/>. Memîle rûberê rûyê navî yê rûviya zirav fireh dike. Rûyê memîle bi rûkeşexane yên mijer dapoşî ye. Xaneyên mijer jî Ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, ji parzûna xaneyê pêkhateyên wekî mîna kulkan, ber bi valahiya coga herisê (lumen) dirêj dikin. Ev pekhateyan wekî [[wirdememîle]] tê binavkirin. Memîle û wirdememileyan rûyê rûviya zirav bi qasî 300m<sup>2</sup> fireh dike<ref name="Campbell"/>, ev rûyê fireh ji bo guhestina xurekan a ji coga herisê derfet çê dike. Xurek pêşî ji valahiya cogê derbasî xaneyên mijer dibe, paşê bi navbeynkariya [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] û [[Sîstema lîmfê|lîmfê]] belavê laş dibe.
[[Wêne:heriskirin û mijîna çewriyan_ku.png|thumb|300px|Piştî mijînê, çewrî di nav şileya lîmfê de tê guhastin]]
Guhestina xurekan a ji coga herisê ber bi xaneyên rûkeş, bi çendan riya pêk tê. Hin xurek bi [[veguhastina pasîf]], hinek jî bi [[veguhastina çalak]] ji parzûna xaneyên rûkeş derbasî nav xaneyan dibe. Wekî mînak [[fruktoz]] bi veguhastina pasîf a hêsankirî, av bi veguhestina pasîf a osmosê<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>, [[Tirşeya amînî|asîdên amînî]] jî bi veguhestina çalak ji coga herisê derbasî nav xaneyên rûkeş dibin<ref name="Campbell"/>. Piraniya yekeyên(monomer) [[Karbohîdrat|karbohîdrad]], [[Lîpîd|çewrî]] û proteînan di beşa [[rûviya birçî]] ya rûviya zirav de tê mîjandin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Xwêyên zeravê û vîtamîna B12 di kutahiya [[rûviya badayî]] de tê mijandin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Memîle, mûlûleyên xwînê û lîmfê lixwe digire<ref name="Human biology"/>. Mûlûleyên memîleyan xurekê dimijîne. [[Asîda çewrî|Asîdên çewrî]] û monoglîserîd di nav xaneyên rûkeş de yek dibin boy trîglîserîdê<ref name="Campbell"/>. Trîglîserîd bi proteîn, [[fosfolîpîd]] û kolestrolê ve yek dibe. Ev pêkhate wekî şîlomîkron tê bi navkirin<ref name="Campbell"/>.
== Mijîna xurekan di rûviya stûr de ==
|