Derbeya 28ê sibatê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 2 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
'''Derbeya 28'ê reşemiyê''', '''bîrnameya leşkerî ya 1997'ê''', '''pêvajoya 28'ê reşemiyê''', '''derbeya postmodern''' ji pêvajoya ku artêşa Romê ([[Tirkiye]]) û hêzên veşarî yên dewletê bi guhertina hikûmetê biencam dane, dewlet ji nû ve û gorî berjewendiyên leşkeran û sazkirine re dibêjin.
 
Artêşê heya wê demê di derbeyan de dest dida ser dewletê, partî, parlamen digirt, bi xwe dibû hikûmet. Lê di vê derbeyê de eskerleşker, di palnkirina pêvajoyekê de, hêdî hêdî gel ji derbeyê re amade dike, bi memorandûmekê jî digihê armancên xwe, hikûmetê betal mecbûrê îstîfayê dike.
 
[[Refah Partisi]] ya [[Necmettin Erbakan]] di hilbijartinên sala 1995'ê de wekî partiya yekem tê ser desthilatdariyê. Refah Partisi bi [[DYP]]ê re koalîsyonê çêdike. Erbakan hinekê zêde guh dide daxwaziyên karsazên [[Anatoliya]]yê ku hêdî hêdî ew jî dewlemend bûbûn. Lê ev li dijî siyaseta klasîk a Tirkiyeyê bû. Li Tirkiyeyê sermayeya peravan hebû û ew hevkarê sazûmaniya [[kemalîst]], elîte û serwêrisî (weyasethez, wesayetparêz) bû.
Rêz 10:
 
== MGK fermanan dide ==
Di [[28'ê reşemiyê]] [[1997]]'ê de eskerleşker gava dawî jî davêjin û pêvajoyê bi ser dixin. [[Lijneya Ewlekariya Neteweyî (Tirkiye)|Lijneya Ewlekariya Neteweyî]] (''MGK'') memorandumekê îlan dike. Bal dikişîne ser prînsîbên [[Mustafa Kemal Atatürk]]. Di belavokê de çarçove jî tê kivşekirin. Divê statukoya heyî were parastin, kes ji riya Atatürk dernekeve.
 
Erbakan di [[13'ê adarê]] [[1997]]'ê de vê memorandûmê îmze dike, ango dipejirîne. Di [[18'ê pûşperê]] de Erbakan ji serokwezôrtiyê îstîfa dike. Hikûmetê [[Mesut Yılmaz]] ava dike (30'ê pûşperê 1997), wî dikin serokwezîr ku ew ji statukoparêz bû. Yekem derbeya post modern a ku leşkeran bi memorandûman û şerê psîkolojîk pêk anîne wiha bi ser dikeve.