Ziman (endam): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9:
[[Wêne:1402_The_Tongue_ku.png|thumb|300px |Gopikên li ser ziman tama(çêja) xurekan wekî şor,şîrîn, tuj,tirş, tal dinase]]
Li ser rûyê ziman de gopik(bi înglîzî, yekjimar papilla, pirrjimar papillae) hene<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref> , di nav van gopikan de komên gopika tamê([[çêjegopik]]) heye<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"/>. Çêjegopikek ji koma xaneyên çêjewergir, [[Xane|xaneyên]] piştgiriyê, û demarên hestê pêk tê.Xaneyên çêjegopikê 10-14 rojê carek tên nûkirin<ref name="OpenStax, Biology"/>. Li ser [[Parzûna xaneyê|parzûna xaneya]] xaneyên çêjewergir de wergirên kîmyayî( [[kîmîwergir]] )heye<ref name="Campbell"/>. Ji xaneyên wergir pêkhateyên mûyî ji [[kunik]]<nowiki/>a çêjegopikê dirêjê derve dibe, ev pêkhateyan wekî [[Kûlk|kûlkên]] çêjê bi nav dibin<ref name="OpenStax, Biology"/>. Ji boy mirov tama xwarin û vexwarinê bigire, divê xurek di nav lîkê de şil bibe û bihele. Ji xurekên helandî molekulên kîmyayî derdikeve, molekulên kîmyayî bi navbeynkariya kûlkên çêjê tên girtin<ref> Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. p434 ISBN: 0-8160-7008-3 </ref>. Molekulên kîmyayî kîmîwergirên xaneyên çêjewergirê çalak dikin. Bi vî awayê sînyal ji xaneyên çêjewergir derbasî demarên hestê dibin. [[Demar|Demarên]] hestê sînyalan radigihînin [[Mejiyê mirov|mejî]], di mejî de cureya çêjê an jî hestên din tê şîrovekirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Li ser rûyê ziman de ne yek , lê çar cure gopik heye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref> . Şewe û erka her gopikek ne yek e. Li gor cureyên xaneyên çêjewergirên nav gopikan mirov tamên xurekan wekî tirş, şîrîn, şor, tal, tûj hest dike. Her beşê rûyê ziman heman taman dinase, lê hin tam li hin beşê rûyê ziman de hê pirtir tê hestkirin<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Li ser rûyê ziman hin hestewergirên din jî hene. Wekî mînak hestên wekî hişkbûn an jî nermbûna xurekan, germî an jî sariya xurekan ji aliyê wergirên li ser ziman ve tên girtin.
 
== Çavkanî ==