Anî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 8:
== Dîrok ==
[[Wêne:Ani.mosque.jpg|thumb|Ji xeynî qatedral û dêrên bêhempa, mizgefta Menuçehr jî li Anî peyda ye.]]
Anî di cavkaniyên ji sedsala 5'mîn de weke war û kelheke ermenî derbas dibe. Di sala 763'an de kete destê bagratîdên ermenî û di sedsala 10'mîn de wergeriya yek ji bajarên herî girîng ên herêmê. QralêKeyê Aşot III ê bagratûnî ku ji 951'an heta 977'an desthilatdariyê dikir, Anî di sala 961'an de weke paytexta qraliyetakeyaniya xwe hilbijart. Gava bajar di sala 1045'an de derbasî bîzansiyan bû, Anî ya ku dikeve ser riya îpêkê bi navê "Bajarê hezar û yek dêran" bi nav û deng bû û gelheya wê 100 hezaran derbas dikir.
 
Di roja 16'e tebaxê 1064'an de Anî ji aliyê Selçûkan ve hat bidestxistin û kete bin hikma îslamî.{{çp}} [[Siltan Alp-Arslan]] bajêr di sala 1072'an de da destê Şedadiyan.{{çp}} Şedadiyên ku xanedaneke kurd a li [[Gence]] û [[Dwîn]]ê bûn li Anî hikm dikirin heya ku bajar di sedsala 12'mîn de kete nav qraliyeta gurcuyan û bi vî havî ji nû ve kete destê xirîstiyanan. Ji sala 1125'an heta 1209'an çend caran ser derket û Anî di sala 1239'an de kete bin destê [[moxol]]an. Di sala 1319'an de - Anî êdî ji aliyê Aq Qoyunlu û Qara Qoyunluyan ve dihat rêvebirîn - erdhejeke pir giran pêk hat û pirraniya bermahiyên dîrokî zerar dît. Ji sedsala 14<sup>emîn</sup> pê ve êdî gelheya bajêr her ku çû kêmtir bû. Ji sala 1534'an pê ve Anî kete nav sînorên [[împeratoriya Osmanî]] û ji 1878'an heta 1917'an herêmeke împaratoriya rûsî bû.
 
Di salên 1892/1893'an û 1904-1917'an oryentalîstê rûsî Nikolai Jakovlewîc Marr cara ewil lêkolînên arkeolojîk pêk anî.