Pankreas: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Hê pirtir zanyarî, çavkanî û wêneyên kurdîkirî li gotarê hat zêdekirin.
Rêz 1:
 
[[wêne:Blausen_0701_PancreaticTissue_ku.png|thumb|300px|Pankreas rijênek têkel e.]]
 
'''Pankreas''' endamek taybet e . Hem wekî endama koendama herisê, hem jî yek ji endamên koendama hormon tê hesibandin. Bi eslê xwe pankreas rijên e. Ji boy koendama herisê enzîm û şileya pankreasê, ji boy koendama hormon jî hormon berhem dike û der dide. Enzîmên herisê bi navbeynkariya cogan digihîne rûviya donzdetilîkê, bi vî karê xwe pankreas wekî rijênek cogedar tê hesibandin. Hormonên di pankreasê de hatine berhemkirin rasterast tevlî xwînê dibin, loma bi vî erka xwe pankreas wekî rijênê bêcogî, ango korerijên tê hesibandin<ref name="Anatomy and physiology"/>. Heke rijênek hem derdanên xwe bi navbeynkariya cogan hem jî bê cog der bide, ev rijên wekî rijênê têkel bi nav dibe. Pankreas û kezeb rijênên têkel in.
'''Pankreas''' an '''şêlav''' li zikê mirovan, di paş [[aşîk]] û paş [[ruviyên stûr]] yê pan da cih digre. Wezifa we bi du awa ye: Ji aliyekî wekî rijênek hormonan çêdike ([[endokrîn]]), ji aliyê din dan ji ji bo herisîna xwarinê enzîman çêdike ([[eksokrîn]]). Ji bo ve yeke ji pankreasa endokrîn û pankreasa eksokrîn ji hev tên cudakirin: hormona hin girîng, ku di pankreasê de çêdibe, [[însulîn]] e. Ew hormona, ji boy daxistina şekir di xwîna mirovan da gelek girîng e. Tene bi alîkariya însulîn [[xane]] dikarin şekir ([[karbohîdrad]]) bigrin hundire xwe u ji bo xebata xwe bi kar bînin. Gava pankreas ji ber nexweşiyan însulîn çêneke, [[nexweşiya şekir]] ([[Diabetes mellitus]]) di mirovan da peyda dibe. Xênce însulîn gelek hormonên din ji di pankreasê da çêdibin. Ew ji bo jiyanê girîng in.
 
== Pêkhateya pankreasê ==
[[Enzîm]] ji wek [[hormon]]an di pankreasê da çêdibin. Mirov ji bo hezmkirina xwarin e hewceyî wan e. Ew enzîma li ser riya pankreas digihîjin rûviya donzdegirek.
 
Penkreas endamek nerm û pilokdar(bi îngilîzî:lobular) e. Rengê wê pembeyî – gewrîkî ye. Dirêjiya pankreasê bi qasî 12-15 cm ye, giraniya wê 60 gram e<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref> . Pankreas li beşa jor a zikekelênê de li aliyê çepê, li pişt gedeyê de cih digire. Rijênê pankreas ji sê beşê serekê pêk tê; serî, laş û dûvik<ref name="Human anatomy">McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1 </ref>. Rûviya donzdetilîk mîna pîta C badayî ye. Serê pankreasê di nav vê badokê de cih bûye. Laşê pankreasê li paş gedeyê dirêj dibe, dûvika vê heta sipilê dirêj dibe. Gurçika çepê li paş dûvikê dimîne<ref name="Anatomy and physiology"/>.
 
== Beşa cogedar a pankreasê ==
[[wêneWêne:Blausen_0701_PancreaticTissue_kuxaneyên pankreasê_ku.png|thumb|300px350px| Pankreas rijênekrijênê têkel e.]]
Di zimanê latînî de wateya tirî “acinus” e, xaneyên pankreasê yên enzîm berhem dikin, wekî mîna hebên gûşiya tirî li dora cogên pankreasê kombûyî ne, loma navê van xaneyan jî xaneyên asînî (bi îngilîzî: acinar cells) hatiye dayîn. Xaneyên asînî di pilokên pankreasê de bi cogên zirav tevlê cogên pankreasê dibin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Du cogê sereke ji pankreasê ber bi rûviya donzdetilîkê dirêj dibe. Ji vana yek fireh e, a din jî biçûk e. Coga biçûk wekî coga alîkar tê bi navkirin. Coga mezin wekî coga pankreasê bi nav dibe, li nêzî rûviya donzdetilîkê bi coga hevbeş a zeravê ve yek dibe, paşê xwe digihîne rûviya donzdetilîkê.
Şileya pankreasê di beşa cogedar a pankreasê de tê berhemkirin. Pankreas li gel enzîmên amîlaz, lîpaz û nukleazê, enzîmên neçalk jî der dide nav cogê. Enzîma trîpsînojen û kîmotrîpsînojen wekî enzîmên neçalak tên berhemkirin û derdan<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Enzîmên neçalak di rûviya donzdetilîkê de tê çalakkirin. Ne tenê enzîm, lê di nav şileya pankreasê de xwê, îyon û av jî heye. Ji ber hebûna îyonên bîkarbonat(HCO3 - ), pH a şileya pankreasê 8 e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Di nav gedeyê de pH 1-2 ye lê di rûviya donzdetilikê de pH 6-8 e. Şileye pankreas û zerav pH a rûviya donzdetilîkê rêk dixe. Enzîmên herisê yên li rûviya donzdetilîkê, herî baş di pH a 7- 8 tê de çalak dibin. Lîpaz ji boy herisa çewrî, amîlaza pankreasê ji boy herisa nîşayê tê bikaranîn. Trîpsînojen bi alikariya enterokînazê çalak dibe û wekî trîpsîn tê bi navkirin. Trîpsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike kîmotrîpsînojena çalak wekî kîmotrîpsîn bi nav dibe. Trîpsîn û kîmotrîpsîn proteînan diherisînin. Enzîma nukleaz ADN(asîda deoksîrîbonukleî) û ARN (Asîda rîbonukleî) heris dike<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>.
 
== Beşa korerijên a pankreasê ==
 
Di navbera xaneyên asînî de komên xaneyên taybet wekî mîna dûrgeh(girav) belavî ne. Ev komên xaneyan, wekî Dûrgeha Langerhans bi nav dibin. Xaneyên dûrgeha Langerhans hormon berhem dikin û rasterast ber didin nav xwînê. Dûrgeha Langerhans sê cure xane lixwe digire; xaneyên alfa, xaneyên beta û xaneyên delta<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning. </ref>.
=== Xaneyên alfa ===
Xaneyên alfa hormona glukagon berhem dike û der dide<ref name="Human Biology."/>. Gava mirov birçî dibe heke xwarin nexwe, asta rêjeya glukoza xwînê dadikeve. Bi nivizbûna rêjeya glukozê, xaneyên alfa hander dibin û glukagon der didin nav xwînê. Glukagon li ser kezeb û masûlkeyên peyker bandor dike, glîkojena embarkirî tê perçekirin ji boy glukozê. Bi vî awayê rêjeya glukoza xwînê berz dibe ji boy asta asayî.
=== Xaneyên beta ===
Xaneyên beta hormona însulînê berhem dike û der dide<ref name="Human Biology."/>. Piştî xwarinê, rêjeya glukoza xwînê zêde dibe, ev rewş derdana însulînê hander dike. Bi bandora însulînê, xaneyên masûlke û xaneyên kezebê glukozê diguherîne glîkojenê û embar dike. Herwiha însulîn ji glukozê çewrî jî dide çêkirin.
Hormona însulîn û ya glukagon li dij hev kar dikin. Însulîn glukoza xwînê kêm dike, lê glukagon zêde dike. Heke xebata du hormonan dijberê hev be, ev hormonan wekî hormonên antagonîst tên bi navkirin.Însulîn û glukagon hormonên antagonîst in.
=== Xaneyên delta ===
Xaneyên delta hormona somatostatîn berhem dike<ref name="Human Biology."/>. Ev hormon li ser xaneyên alfa û betayê bandor dike û derdana van xaneyan radiwestîne, an jî kêm dike<ref name="Human Biology."/>.
Bi derdana hormonên pankreasê, mirov çi bixwe û çiqas bixwe jî asta rêjeya glukoza xwînê her tim di rêjeya asayî de dimîne.
 
== Kontrola çalakiya Pankreasê ==
 
Çalakiya pankreasê ji aliyê koendama demar û koendama hormon ve tê kontrolkirin<ref name="Human anatomy"/>.
Hormona kolesîstokînîn û hormona sekretîn ji aliyê rijenên rûviya zirav ve tên berhemkirin û derdan. Kolesîstokînîn xaneyên asînî yên pankreasê hander dike ji bo derdana şileya pankreasê<ref name="Human Biology."/>. Hormona sekretîn jî derdana îyonên bîkarbonatê hander dike.
Herwiha derdana şileya pankreasê ji aliyê sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî ve jî tê kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagusê, derdana şileya pankreasê hander dike. Sîstema sîmpasawî jî derdana şileya pankreasê radiwestîne<ref name="Human anatomy"/>.
== Nexweşiyên pankresê ==
[[Wêne:Glucose_regulation_mechanism_ku.png|thumb|250px|hormonên pankreasê rêjeya glukoza xwînê rek dixin ]]
=== Nexweşiya şekir ===
{{Gotara bingehîn|Nexweşiya şekir}}
Heke pankreas bi têra xwe însulîn berhem neke, nexweşiya şekir rû dide. Însulîn parzûna xaneyê ji boy glukozê delînbar dike. Kesên bi nexweşiya şekir in, parzûna xaneyên wan rê nadin glukozê ku bikevin nav xaneyê. Glukoz di nav xwînê de berhev dibe, loma xwîna wan tîr e.
=== Şêrpenceya pankreasê ===
 
Xaneyên pankreasê bi awayekî bê kontrol dabeş dibin<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"/>.Ev rewş dibe sedema çêbûna girêyan. Bi gelemperî beşa cogadar a rijenê pankreas bi nexweşiya şêrpence dikeve<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Pancreatic cancer. [https://www.britannica.com/science/pancreatic-cancer]</ref>. Hin caran girêyên şêrpenceyî coga pankreasê an jî coga hevbeş a zeravê dixitimînê. Mixabîn şerpenceya pankrease di destpêka nexweşiyê de tu nîşneyek taybet rava nake, gava nîşaneyên nexweşiyê tê dîtin, êdî nexweşî gihîştiye qonaxa dawî<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"/>.
 
== Pêşangeh ==
<gallery>
File:Digestive system showing bile duct.png|Sîstema hersînê yan givêrdarê aksuswiar
File:Abdomal organs.svg|Ewzên yan organên givêrdarê.
File:Gray1098.png|Rûviyên [[dozdetîlîk]]ê û şêlav
File:Gray1100.png|[[Cok]] a şêlavê.
File:Gray1101.png|Şêlav a êmbrwê mirov ku temenê wê 5 hefte
File:Gray1102.png|Şêlav a êmbrwê mirov li dawiya 6 heftan
File:Gray1225.png|Pêşiya zik ê,nîşanên serriwê rûviyên [[dozdehgirêk]]ê xuya dikin , Şêlav û [[gurçik]]an
File:Dudenumandpancreas.jpg |Şêlav
</gallery>
 
== Çavkanî ==
{{çavkanî}}
 
{{abm}}
 
== Girêdanên derve ==
Erka sergihayî ya şêlavpankreasê: http://www.myvits.com/pancreas-digestion/vitamins.aspx
 
 
{{Sîstema hezmê}}
{{Sîstemên organan}}
{{Anatomiya lawiran}}
 
[[Kategorî:SîstemaKoendama hezmêherisê]]
[[Kategorî:Biyolojî]]
[[Kategorî:Endam (biyolojî)]]