Têkiliyên Îran û Iraqê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
nexşe
Rêz 5:
 
==Pirsgirêka Şetelereb==
[[Wêne:خريطةNexşeya شط العربŞetelerebê.pngsvg|thumb|250px|Çemê Şetelereb di navbera Îran û Iraqê de hidûdekê sirûştî çêdike]]
Çemê [[Şetelereb]] ji herdu rûbarên bingeha wan digehe Kurdistanê, ji rûbarên [[Firat]] û [[Dîcle]]yê çêdibe. Ev herdu rûbar li başûrê Iraqê li bajarê [[el-Qurne]] (Elqurne) digehin hev. Her wisa çemê Karûn jî ji Îranê tê û tevlî Şetelereb dibe. Her wisa li terefê Îranê çemekê bi navê Behmîşîr jî ji çemê Karûn vediqete û ber bi başûr ve diçe heta ku digehe [[Kendava Farsê]]. Bi vî şeklî di navbera çemê Şetelereb û çemê [[Behmîşîr]] de nîvgiravek çêdibe. Ji vî nîvgiravî jî re dibêjin [[Abadan]] an jî [[Cezîret el-Xizir]]. Ev herêm di parêzgeha girêdayî Îranê [[Xûzistan (parêzgeh)|Xûzistanê]] de dimîne û gelê li vir dije hemû nijad ereb in. Çemê Şetelereb ji ber faktorên erdnigariyê carna diguhere û di nava çem de hindek caran girav çêdibin, hindek caran jî ev girav xerab dibin. Ev giravên çêdibin dibe pirsgirêk ji ber ku aşkera nîne ku bi kîjan dewletê ve girêdayî ye. Her wisa ji Kendava Farsa bo nava Îranê û Iraqê bi rêya Çemê Şetelereb sefîne tên û diçin, ev jî potansîyeleke mezin ya bazirganiyê di nav xwe de dihundirîne. Du bajarên sereke yên Îranê Abadan û [[Xuremşehr]] jî li kenarê Şetelereb cih digirin.