Têkiliyên Îran û Iraqê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 5:
==Pirsgirêka Şetelereb==
[[Wêne:خريطة شط العرب.png|thumb|250px|Çemê Şetelereb di navbera Îran û Iraqê de hidûdekê sirûştî çêdike]]
Çemê [[Şetelereb]] ji herdu rûbarên bingeha wan digehe Kurdistanê, ji rûbarên [[Firat]] û [[Dîcle]]yê çêdibe. Ev herdu rûbar li başûrê Iraqê li bajarê [[Elel-Qurne]] (Elqurne) digehin hev. Her wisa çemê Karûn jî ji Îranê tê û tevlî Şetelereb dibe. Her wisa li terefê Îranê çemekê bi navê Behmîşîr jî ji çemê Karûn vediqete û ber bi başûr ve diçe heta ku digehe [[Kendava Farsê]]. Bi vî şeklî di navbera çemê Şetelereb û çemê [[Behmîşîr]] de nîvgiravek çêdibe. Ji vî nîvgiravî jî re dibêjin [[Abadan]] an jî Cezîretel[[Cezîret el-Xizir]]. Ev herêm di parêzgeha girêdayî Îranê [[Xûzistan (parêzgeh)|Xûzistanê]] de dimîne û gelê li vir dije hemû nijad ereb in. Çemê Şetelereb ji ber faktorên erdnigarîyêerdnigariyê carna diguhere û di nava çem de hindek caran girav çêdibin, hindek caran jî ev girav xerab dibin. Ev giravên çêdibin dibe pirsgirêk ji ber ku aşkera nîne ku girêdayîbi kîjan dewletê ve girêdayî ye. Her wisa ji Kendava Farsa bo nava Îranê û Iraqê bi rêya Çemê Şetelereb sefîne tên û diçin, ev jî potansîyeleke mezin ya bazirganîyêbazirganiyê di nav xwe de dihundirîne. Du bajarên sereke yên Îranê Abadan û [[Xuremşehr]] jî li kenarê Şetelereb cih digirin.
 
Çemê Şetelerebê di navbera Îran û Iraqê de hidûdekê siruştî çêdike. Ji ber vê gelek pirsgirêk ji ber bikaranîna vî çemî di navbera herdu dewletan de derdikeve holê.
 
Pirsgirêka Şetelereb digehe têkilîyên OsmanîyanOsmanî û SefewîyanSefewiyan. Wî wextî li navbera van herdu dewletan carna şer çêdibû û hidûdên van herdu dewletan dihatin guhertin. Ji ber pirsgirêkên hidûdi Osmanî û Sefewî li sala 1639ê de [[Peymana Qesra Şîrîn]] destnîşan dikin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Xuzistan bo Îranê, başûrê Iraqê jî bo OsmanîyanOsmaniyan dimîne. Lê ji ber guherîna Çemê Şetelereb ji ber sedemên sirûştî, hidûdê van herdu dewletan zelal namîne.
 
Li sala 1812ê de eşîreke ereb bi navê [[Benî Ka'b]] ji axa OsmanîyanOsmaniyan derbas dibe û diçe Xuremşehrê. Her roja ku diçe gelheya ereban li herêmê zêde dibe. Ji ber vê zêdebûnê Osmanî rojhilatê Şetelerebê wek mafê xwe dibîne ku axa OsmanîyanOsmaniyan e <ref>J.B. Kelly, Britain and the Persian Gulf 1795-1880, Oxford 1968, r.39</ref>. Bi peymana Erzeromê ya di sala 1847ê de hatîye destnîşankirin rojhilata Şetelerebê bo Îranê ma û Silêmanî jî bo OsmanîyanOsmaniyan ma. Lê ev paşî ji aliyê OsmanîyanOsmaniyan ve nehate pejirandin.
 
Piştî salên 1900an Brîtanya û Rusî li [[Rojhilata Navîn]] du aktorên sereke bûn. Bi taybetî jî Brîtanya hem li nav OsmanîyanOsmaniyan hem jî li nav Îranê de xwedî giranîyekêgiraniyekê bû. Li sala 1908ê li Îranê petrol hate dîtin û ev petrol bi rêya şîrkete Brîtanyayî dihate derxistin û bi rêya Şetelereb dibir Kendava Farsê. Her wisa li sala 1908ê de li dewleta Osmanî jî şoreşa makezagonî çêbû û PartîyaPartiya Îtîhad û Tereqî bû desthilat. Îtîhad û Tereqî jî di bin bandora İngilîzanîngilîzan de bû. Li sala 1913ê di navbera Îran û OsmanîyanOsmaniyan de, protokola StenbolêStembolê an jî bi navê din [[Protokola Kifşkirina Hidûdê Osmanî û ÎranÎranê]] hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê çemê Şetelereb di navbera van herdu dugelan de wek hidûd hate pejirandin. Lê paşî [[şerê cîhanî yê yekem]] destpê dike û Ingilîzîngilîz herêma Iraqê ji OsmanîyanOsmaniyan paqij dikin. Êdî herêma Şetelereb hemû dikeve bin kontrola İngilîzanîngilîzan.
 
Piştî şerê cîhanî yê yekem li sala 1921ê de Keyanîya Haşemî ya Iraqê di bin mandaterîyamandateriya Brîtanyayê de hate damezrandin. Li sala 1932yê jî Iraq ji bin mandaterîyamandateriya ingilîzanîngilîzan derket û serxwebûna xwe îlan kir. Jixwe piştî serxwebûnê pirsgirêka Şetelerebê bêhtir mezin bû. Lê CemîyetaCemiyeta Miletan dest avête vê pirsgirêkê û bi navbeynkarîyanavbeynkariya xwe ev pirsgirêk 4ê tîrmeha 1937ê hate çareser kirinçareserkirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê çemê Şetelereb bo hemî sefîneyên navneteweyî dê were serbest be. Iraq jî qebûl dike ku Abadan û Xuremşehr yên Îranê ne. Lê li ser vê destnîşankirinê Iraqê got ku çemê Şetelereb bêhtir heqê Iraqê ye. Pirsgirêk bi vî awayî neçareserkirî ma.
 
Li sala 1954ê bazirganiya petrolê li Îranê berfireh bû û hemî sefîne û gemî bi rêya çemê Şetelereb dihatin petrol dibirin. Bi dûçûna hûrgilîyênhûrgiliyên hevpeymana sala 1937ê keştîyankeştiyan bac didan û bi van bacan jî çemê Şetelereb dihate îslah kirinîslahkirin. Lê ji ber nezelalîyanezelaliya xerckirina van dewletan bo paqijkirina çemê Şetelereb pirsgirêk dîsa rûda. Heta ku Iraqê got Xûzistan ya Iraqê ye.
 
Pirsgirêka Şetelereb nehate çareserkirin heta ku Îranê li sala 1969ê de daxuyand ku wan hevpeymana sala 1937ê yekalî betal kir. Piştî vî wextî pirsgirêka Kurdîkurdî jî hêdî hêdî diket nav têkilîyêntêkiliyên van herdu dewletan de. Jixwe Îranê vî wextî bi aşkerayî alîkarîyaalîkariya hêzên kurd kir heta ku Iraqê dest ji nakokîyannakokiyan berda û mecbûr ma ku li ser maseyê birûne. 13ê xizîrana 1975ê di navbera van herdu dewletan de [[Hevpeymana Cezayîrê]] hate destnîşan kirdestnîşankirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê alîkarîyaalîkariya xwe ji kurdan vekişîyavekişiya û Iraqê jî kontrola nîvenîv ya herdu welatan qebûl kir.
 
Li sala 1979ê şoreşa Îslamî li Îranê çêbû. Iraqê ev şoreş û zeîfbûne otorîteya navendî fersend dît û rojavayê Şetelerebê dagir kir. Di encamê de şerê Îran û Iraqê destpê kir. Lê li sala 1990 ji ber Iraqê ji ber wendahîyênwendahiyên xwe hevpeymana Cezayîrê dîsa nasî.
 
Pirsgirêka Şetelerebê her çend li ser bingeha hevpeymana Cezayîrê bisekîne jî, xuya ye ku di paşeroja van herdu welatan de dê her geş bimîne.