Têkiliyên Îran û Iraqê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 5:
==Pirsgirêka Şetelereb==
[[Wêne:خريطة شط العرب.png|thumb|250px|Çemê Şetelereb di navbera Îran û Iraqê de hidûdekê sirûştî çêdike]]
Çemê Şetelereb ji herdu rûbarên bingeha wan digehe Kurdistanê, ji rûbarên [[Firat]] û [[Dîcle]]yê çêdibe. Ev herdu rûbar li başûrê Iraqê li bajarê [[El-Qurne]] digehin hev. Her wisa çemê Karûn jî ji Îranê tê û tevlî Şetelereb dibe. Her wisa li terefê Îranê çemekê bi navê Behmîşîr jî ji çemê Karûn vediqete û ber bi başûr ve diçe heta ku digehe [[Kendava Farsê]]. Bi vî şeklî di navbera çemê Şetelereb û çemê Behmîşîr de nîvgiravek çêdibe. Ji vî nîvgiravî jî re dibêjin Abadan an jî Cezîretel Xizir. Ev herêm di parêzgeha girêdayî Îranê [[Xûzistan (parêzgeh)|Xûzistanê]] de dimîne û gelê li vir dije hemû nijad ereb in. Çemê Şetelereb ji ber faktorên erdnigarîyê carna diguhere û di nava çem de hindek caran girav çêdibin, hindek caran jî ev girav xerab dibin. Ev giravên çêdibin dibe pirsgirêk ji ber ku aşkera nîne ku girêdayî kîjan dewletê ye. Her wisa ji Kendava Farsa bo nava Îranê û Iraqê bi rêya Çemê Şetelereb sefîne tên û diçin, ev jî potansîyeleke mezin ya bazirganîyê di nav xwe de dihundirîne. Du bajarên sereke yên Îranê Abadan û Xuremşehr jî li kenarê Şetelereb cih digirin.
 
Çemê Şetelerebê di navbera Îran û Iraqê de hidûdekê siruştî çêdike. Ji ber vê gelek pirsgirêk ji ber bikaranîna vî çemî di navbera herdu dewletan de derdikeve holê.
 
Pirsgirêka Şetelereb digehe têkilîyên Osmanîyan û Sefewîyan. Wî wextî li navbera van herdu dewletan carna şer çêdibû û hidûdên van herdu dewletan dihatin guhertin. Ji ber pirsgirêkên hidûdi Osmanî û Sefewî li sala 1639ê de [[Peymana Qesra Şîrîn]] destnîşan dikin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Xuzistan bo Îranê, başûrê Iraqê jî bo Osmanîyan dimîne. Lê ji ber guherîna Çemê Şetelereb ji ber sedemên sirûştî, hidûdê van herdu dewletan zelal namîne.
 
Li sala 1812ê de eşîreke ereb bi navê Benî Ka'b ji axa Osmanîyan derbas dibe û diçe Xuremşehrê. Her roja ku diçe gelheya ereban li herêmê zêde dibe. Ji ber vê zêdebûnê Osmanî rojhilatê Şetelerebê wek mafê xwe dibîne ku axa Osmanîyan e <ref>J.B. Kelly, Britain and the Persian Gulf 1795-1880, Oxford 1968, r.39</ref>. Bi peymana Erzeromê ya di sala 1847ê de hatîye destnîşankirin rojhilata Şetelerebê bo Îranê ma û Silêmanî jî bo Osmanîyan ma. Lê ev paşî ji aliyê Osmanîyan ve nehate pejirandin.
 
Piştî salên 1900an Brîtanya û Rusî li [[Rojhilata Navîn]] du aktorên sereke bûn. Bi taybetî jî Brîtanya hem li nav Osmanîyan hem jî li nav Îranê de xwedî giranîyekê bû. Li sala 1908ê li Îranê petrol hate dîtin û ev petrol bi rêya şîrkete Brîtanyayî dihate derxistin û bi rêya Şetelereb dibir Kendava Farsê. Her wisa li sala 1908ê de li dewleta Osmanî jî şoreşa makezagonî çêbû û Partîya Îtîhad û Tereqî bû desthilat. Îtîhad û Tereqî jî di bin bandora İngilîzan de bû. Li sala 1913ê di navbera Îran û Osmanîyan de, protokola Stenbolê an jî bi navê din Protokola Kifşkirina Hidûdê Osmanî û Îran hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê çemê Şetelereb di navbera van herdu dugelan de wek hidûd hate pejirandin. Lê paşî [[şerê cîhanî yê yekem]] destpê dike û Ingilîz herêma Iraqê ji Osmanîyan paqij dikin. Êdî herêma Şetelereb hemû dikeve bin kontrola İngilîzan.
 
Piştî şerê cîhanî yê yekem li sala 1921ê de Keyanîya Haşemî ya Iraqê di bin mandaterîya Brîtanyayê de hate damezrandin. Li sala 1932yê jî Iraq ji bin mandaterîya ingilîzan derket û serxwebûna xwe îlan kir. Jixwe piştî serxwebûnê pirsgirêka Şetelerebê bêhtir mezin bû. Lê Cemîyeta Miletan dest avête vê pirsgirêkê û bi navbeynkarîya xwe ev pirsgirêk 4ê tîrmeha 1937ê hate çareser kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê çemê Şetelereb bo hemî sefîneyên navneteweyî dê were serbest be. Iraq jî qebûl dike ku Abadan û Xuremşehr yên Îranê ne. Lê li ser vê destnîşankirinê Iraqê got ku çemê Şetelereb bêhtir heqê Iraqê ye. Pirsgirêk bi vî awayî neçareserkirî ma.
 
Li sala 1954ê bazirganiya petrolê li Îranê berfireh bû û hemî sefîne û gemî bi rêya çemê Şetelereb dihatin petrol dibirin. Bi dûçûna hûrgilîyên hevpeymana sala 1937ê keştîyan bac didan û bi van bacan jî çemê Şetelereb dihate îslah kirin. Lê ji ber nezelalîya xerckirina van dewletan bo paqijkirina çemê Şetelereb pirsgirêk dîsa rûda. Heta ku Iraqê got Xûzistan ya Iraqê ye.
 
Pirsgirêka Şetelereb nehate çareserkirin heta ku Îranê li sala 1969ê de daxuyand ku wan hevpeymana sala 1937ê yekalî betal kir. Piştî vî wextî pirsgirêka Kurdî jî hêdî hêdî diket nav têkilîyên van herdu dewletan de. Jixwe Îranê vî wextî bi aşkerayî alîkarîya hêzên kurd kir heta ku Iraqê dest ji nakokîyan berda û mecbûr ma ku li ser maseyê birûne. 13ê xizîrana 1975ê di navbera van herdu dewletan de Hevpeymana Cezayîrê hate destnîşan kir. Bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê alîkarîya xwe ji kurdan vekişîya û Iraqê jî kontrola nîvenîv ya herdu welatan qebûl kir.
 
Li sala 1979ê şoreşa Îslamî li Îranê çêbû. Iraqê ev şoreş û zeîfbûne otorîteya navendî fersend dît û rojavayê Şetelerebê dagir kir. Di encamê de şerê Îran û Iraqê destpê kir. Lê li sala 1990 ji ber Iraqê ji ber wendahîyên xwe hevpeymana Cezayîrê dîsa nasî.
 
Pirsgirêka Şetelerebê her çend li ser bingeha hevpeymana Cezayîrê bisekîne jî, xuya ye ku di paşeroja van herdu welatan de dê her geş bimîne.