Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 42:
 
== Berî Avabûnê ==
Piştî encamdana serhildanên [[Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî|Şêx Ubeydelayê Nehrî]] û [[Serhildana Simkoyê Şikak|Simkoyê Şikak]], di nava Kurdên Rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. [[Seyîd Huseyîn Huznî Mukriyanî]] ku ji Mahabadê ye, bi rêya zanayê Îranî[[Îran]]î [[Ahmed Kesrewî Tebrîzî]] tevgera Naziyan û fikra Naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsê netewê Kurd dike ku Kurd jî ji qewmên Aryanin û divê wek Almanan Kurd jî împeretorıya xwe ava bikin. Fikrên Mukriyanî di navbera rewşenbîrên Kurdên rojhilat de her dihatin niqaş kirin û tesîra xwe jî li rewşenbîran kir<ref>B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r96 </ref>. <ref>İran'da etnopolitik hareketler, Gülara Yenisey, r131</ref>.
 
Sepanên Reza Şah li Rojhilata Kurdistanê nerazîbûnên mezin li navbera kurdan de peyda dikir. Ji bo modernîzekirina Îranê gelek serokeşîrên deverê ji welêt hatin dûrxistin. Ji bo modernîzekirina Îranê cilûbergên kurdî qedexe kirin. Sepanên wiha nerazîbûnên mezin li navbera serokeşîr û kesayetên kurd peyda kirin. Ev jî bû sedema dijberiya Reza Şah. Seyîd Tahayê nevîyê [[Şêx Ubeydela]] zindanî kiribû û li wir mir. Gelek serokeşîrên Bextîyarîyan û Loran jî darve kiribûn.