Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 54:
Piştî dagirkirina Rûsan a Îran û Rojhilata Kurdistanê, tevlîhevî û kêşeyên mezin li herêm qewimîn. Di nav vê kaosê da dewleta [[Tirkiye]] jî xwest ku bi hinceta ku Kurd zilmê li Eceman(Tirkên Azerbaycanê) dikin xwestin bikevin nav xaka Rojhilata Kurdistanê. Her wisa balyozê Rûsî yê wê demê digot ku Tirk dxwazin Azerbaycanê dagir bikin û tevlî Tİrkiyê bikin<ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r. 59</ref>.
 
==Avabûna PDKê==
Li wî dewrîwextî desthilata Îranê bi taybetî li rojavayê Îranê nemabû, rojavayê Îranê ketibû bin desthilata Kurd û Azerbaycaniyan. Di vê demê da Rûsî jî ketin rojavaya Îranê. Hatina Rusî bo Kurd û Azerbaycaniyan bo sîwanek li dijî Şahê Îranê. Li sala 1942an de li Mahabadê ku di bin desthilata Rusî de bû bi navê [[Niştiman (rojname)]] kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû<ref>G.Lenczowski, Russia and the West in İran 1918-1948. New York: Ithaca,1949,r.249</ref>. Niştiman di demek din dibe rojnameya fermî ya [[Komeley Jiyanewey Kurdistan]]ê. Di Niştimanê de xwestekên reformê her wisa li ser şerê eşîran û serokên eşîran nivîsar tên nivîsîn. Ji bo yekitiya Kurdan kêmasî û astengiyên eşîran tên gengeşe kirin<ref>D. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.238</ref>. Piştî li Azerbaycana Îranê Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê hate ava kirin, baa Kurdan jî ket Sovyetan ku alikariya Kurdan jî bikin. Hindek rewşenbîr û serokeşîrên Kurd ji Mîr Cefer Baxirov xwestibû ku li Mahabadê jî wek Tebrîzê dibistaneke 7 salî were vekirin, nexweşxaneyeke 25-30 cihrazanî were vekirin ku xizmeta gel bike. Her wisa xwestin ku hindek xwendekar Kurd li xwendingehên leşkerî û sivîl de bixwînin ku paşî werin xizmeta Kurdistanê bikin<ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r. 153</ref>. Li sala 1945an de Komele belav bû, piştî belavbûnê bi pêşengiya [[Qazî Muhemmed|Qazî Mihemed]] [[Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê]] hate ava kirin. Di bernameya partiyê de ji bo Kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê Kurdî hwd. hebûn<ref>Qasimlo, Kurdistana Îranê, r.30</ref>
 
Di bernameya PDKÎ de xalên girîng ev in<ref>The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism- F. Koohi-Kamali-r:106</ref>: