Cudahiya di navbera guhertoyên "Abdullah Öcalan" de

33 bayt hatine jêbirin ,  berî 1 salê
B
kurteya guherandinê tune ye
Etîket: Guhertina mobîl Guhertina malpera mobîl Guherrînera dîtbarî
B
Abdullah Ocalan, di [[1949]]'an de li gundê [[Amara, Xelfetî|Amara]] yê bi ser navçeya [[Xelfêtî|Xelfetiyê]] ya girêdayî Rihayê çêbûye. Dibistana seretayî li [[Cîbîn]]ê xwendiye û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parve kirinê de pêşengî kiriye. Dibistana navîn li [[Nizip]]ê dibistana navîn jî li [[Enqerê]] li dibistana navîna Tapu Kadastro qedandiye. Di 1969'an de li Amedê dest bi karmendiyê kiriye. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sazî û man feodal û dewletê ji nêz ve dîtiye. Di 1971ê de vebuhandina xwe deranîye Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade kiriye ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li zanîngeha dadê çêkiriye û dev ji karmendiyê berdaye.
 
=== Destpêka jiyana wî ya Ramyarîramyarî ===
 
Di wan salan de [[Stenbol]] di bin bandora bayê 1968'an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û [[Marksîzm - Lenînîzm]] nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xewnayên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan bîryar da bû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê bîryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li zanîngeha zanîngên ramyarî ya [[Enqere|Enqerê]] çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê [[adar]]a 1972'an de pêşengên şoreşê [[Mahir Çayan]] û hevalên wî li [[Kizildere|Qizilderey]]ê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7'ê nîsanê de di çalakîya şermezar kirina bûyera komkujiyê de hat binçav kirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand ramana wî ava kirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972'an [[pirsgirêka kurd]] bi gelek derûdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerdahiye bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyê yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne gihaneka dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawîya sala 1975'an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.
* [http://www.freedom-for-ocalan.com Înîsyatîfa "Ji Öcalan re azadî, ji Kurdistan re aşitî"] (ne kurdî)
 
 
[[Kategorî:Abdullah Ocalan|*]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1948]]
[[Kategorî:Siyasetmedarên kurd]]
51.662

guherandin