Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 156:
Rêza Torosan nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê, ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên [[Dîlok]], [[Riha]], [[Amed]] û [[Mêrdîn]]ê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire û ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.
 
==Kronolojîya dîroka Bakurê Kurdistanê==
*Tîrmeha 1908ê de li Stenbolê şoreşa Jon-Tirkan(îtîhad û terakî) çêbû. Gelek rewşnbîrên kurd jî di nav jon-tirkan de bûn. Li dîjî vê şoreşê, dij-şoreş pêkhat. Di encamê de Jon-tirkan hemî kurd û kesên din yên li nav Îtîhad û Terakîyê de tasfîye kirin. Polîtîkayên tirkkirinê destpê kirin.
*Piştî şoreşa jon tirkan, cemîyeteke bi navê [[Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd]] hate ava kirin. Her wisa wek ''Cemîyeta Neteweyî ya Kurdan'' jî tê nasîn. Avakerên vê cemîyetê [[Emîn Alî Bedirxan]], Mihemed Şerîf Paşa, [[Seyîd Evdilqadir]] û Zilkûf Paşayê Zava bûn. Di eynî salê de Jon tirkan rê li ber van cemîyetan girt û cezaya mirina da van kesan. Di encamê de Emîn Alî Bedîrxan û Mihemed Şerîf Paşa revîn çûn Ewropayê. Li sala 1909ê de jî cemîyet hate girtin Kurê Emîn Alî Bedîrxan, [[Sureya Bedirxan]] vedigere welat û rojnameya Kurdistanê derdixe. Bila bi rojnameya Mixdad Bedîrxan ya li Misirê derxistî neyê tevlîhev kirin.
Rêz 167:
*Li sala 1909ê de serokeşîrê [[Eşîrên Millî]] her wisa serleşkerê [[Lîwaya Hemîdiye]], [[Îbrahîm Paşayê Mîllî]] li ser navê Siltanê Osmanî ku Jontirkan ji text anîbû xwar, dest danî ser Şamê lê zêde dewam nekir. Paşî vegerî Wêranşar. Eşîra Şemmar bi alikariya Jontirkan li gel hêzên Îbrahîm Paşa şer kir û di şer de mirî.
*Li herêma Barzan, bi rêberiya [[Şêx Ebdulselamê Berzanî]] serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tîyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike lê rêya wî tê girtin û ji aliyê hindek kesên Şikakî ve tê girtin û teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin<ref>Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:228</ref>.
*Li sala 1913ê li Bedlîsê ji aliyê zanayên dîndarên herêmê serhildanek hate destpê kirin. Di encamê de Şêx Salîm revî konsolxaneya Rûsan lê tirkan ew girt û darve kir.
 
== Dîrok ==