Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 138:
Li sala 1975ê di navbera Îran û Iraqê de Hevpeymana Cezayîrê hate destnîşan kirin. Piştî vê destnîşanê Mistefa Barzanî nekarî alikariyê ji Îranê werbigire û hevsenga di navbera Îran-PDKÎ û Iraq-PDK xerabû. Dîsa PDKÎyê di nav gel karên çekdarî hêdî hêdî dan destpê kirin.
 
Piştî raperîna xelkê Îranê dijî desthilata şah, li sala 1979 û rûxana rejîma şah, li Rojhilata Kurdistanê û Îranê de valahiyeke leşkerî rûda. Di vê rewşê de PDKÎ û hindek rêxistinên din yên kurdî li Mahabad û derdora kontrol kirin. Xûmênî dema şoreşa Îslamî çêbû sozdabû kurdan ku Kurdistan bibe xweser û daxwaz û armancên rêxistinên kurdî jî ew bûn. Lê piştî serketina Şoreşa Îslamî ew soz hatin jibîr kirin û di navbera rêxistinên kurd û pasdarên Îranê de şer derket. Di vî şerî de PDKÎ, [[Komele (rêxistin)|Komele]] û kesê bi navê [[Şêx İzedîn Husên]] rêbertî ji bo kurdan kirin. Di gelawêja sala 1979ê de kurdan bajarê [[Pawe]] ji destê leşkerên Îranê derxist. Dest danîn ser çekên wan. Lê li sala 1984ê rêjima Îranê hemî herêmên kurdî dîsa dagir kirin. Li sala 1989ê de jî serokê PDKÎ Ebdulrehman Qasimlo di hevdîtîna wî li gel rêvebirên Îranê de hate kuştin. Li sala 1992yê de jî serokê piştî Qasimlo, Mihemed Şerefkendî bi suîkastekê jiyana xwe ji dest da.
 
Li sala 1997ê de Mihemed Xatemî yê namzedê reformxwazan bû serokkomar û dest bi reforman kir. Kuştinên li dijî serokên kurdan hat rawestin.
PDK-Î helmet bir ser qereqola [[Mahabad]]ê û çek û teqemeniyên wan bidestxist û li nav bajarê [[Mahabad]] xebata çekdarî ya xwe ragihand.
 
Piştî wê yekê li bajare [[Sîne]] jî heman tişt qewimi û PDK-Î û [[Komele (rêxistin)|Komele]] karîn kontrola Kurdistanê rojhilatê bigirin destê xwe û bo çend salan Kurdistan azad kirin lê mixabin dîsan jî li sala 1983 piştî 3 sal şerê qurs navberî [[Pêşmerge]] (an Gerilla) yên wan 2 partiyên kurdî û arteşê Îranê careke din Kurdistan ket bin desthlata Tehran.
 
== Kongre yên PDK-Î ==