Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 135:
 
Li sala 1964ê de rewşenbîrên PDKÎyê bang kir ku li dijî rêjima Îranê şerê çekdari bikin. Di encamê de ji 50 kesan bêhtir endamên PDKÎ, ku serokeşîr, mela, karker, rençber di nav de, jiyana xwe ji dest dan. Piştî van rûdanan PDKÎyê xebatên xwe nepenî kirin <ref>The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism- F. Koohi-Kamali-r:169</ref>.
 
Dû helmeta polisî li salên 1959 û 1964 zerbeke qurs li rêxistina PDK-Î da û bo sedema girtin û xwe weşartina pêtir ji 300 endamën wê parti. Lê ew parti duçara nahumêdî nebu û zararên xwe qerebu kir bi çeşneki ku li sala 1967-68 bo 18 mehan ew parti xebata çekdarî dijî deselata şahenşahi ya Îranê dest pê kir û hukumetê duçare astengi kir.
 
Piştî raperîna xelkê Îranê dijî desthilata şah, li sala 1979 û rûxana rejîma şah, PDK-Î helmet bir ser qereqola [[Mahabad]]ê û çek û teqemeniyên wan bidestxist û li nav bajarê [[Mahabad]] xebata çekdarî ya xwe ragihand.