Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 200:
|çavkanî=Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:57}}
 
==Têkiliyên Kurd û Azeriyan==
Di vî wextî de têkiliyên Kurd û Eceman, Kurd û Tirkiyê, Tirkiye û Eceman balê dikşîne. Tirkiye ji ber tirsa pirsgirêka xwe ya Kurd û gefên Rûsî ku dixwastin li bakur-rojhilatê tirkiyê, hindek parçeya Gurcistanê, hindek jî parçeyên Ermenistanê ye, nedixwast bi aşkerayî alikarî an jî desteka Ecemên Îranê bike. Hikûmeta Azerbaycanê bi alikariya Azerbaycana Sovyetan gelek axa Kurdistana Îranê dagir kiriye. Serokê mîsyona Azerbaycana Sovyetê M.C. Baxirov jî dixwast Kurdistanekê di nav Azerbaycana Îranê de ava bikin lê xuya bû ku plana Sovyetan ew bû ku Kurdistaneke xweser wek Azerbaycanê ava bikin. Di raportekê de ku ji Tebrîzê bo M.C. Baxirov re hatiye şandin wiha dibêje:
{{jêgirtin|Têkiliyên Azerbaycaniyan û Kurdan li derdorên Urmiyê û Nexede xerabtir dibin. Hindek serokên Kurdan li nexede ku nifûsa wê %70 Tirk in, hetta ji ber çendek Kurdan li Urmiye dixwazin hikûmeta xwe ava bikin. Bi dûçûna agahiyên dawî, komên girêdayî serokeşîrên Kurd Nuru Beg û Zero Beg li Urmiyê givaşê li ser gel zêde dikin ku beşdarî Partiya Demokrata Kurdistanê bibin. Her çend serokên Kurd sloganên Azadiya Kurdan, Kurdistana Mezinbikarbînin jî piştgirên tund yên feodalîzmê ne. |çavkanî =Cemil Hasanlı, ''Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı'', r. 275}}
 
Lê Qazî Mihemed wek Baxirov û siyasetmedarên Azerbaycanî nedifikirî, Qazî dixwast ku Kurd jî wek her netewekî azad bijîn li ser rûyê erdê. Piştî ku li Bakuyê Qazî Mihemed û heyeta wî li gel Baxirov hevdîtin kirî, vegerî welat û xwast pirsgirêkên devera kurdnişîn û azerînişîn çareser bike. Jixwe li herêma Urmiyeyê dest bi hevdîtina kir. Bi serokeşîrên Mengur û Mameşan ve çû Urmiyeyê. Dest bi hevdîtinan kir li gel eşîrên Kurd ên herêma Urmiyeyê. Ji eşîra xwest ku dest ji destdirêjahiyê berdin û ji kesayetên herêmê xwest ku aştî di navbera kurd û azeriyan de hebe <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:43</ref>. Di encama van hevdîtinan de heta Komara Kurdistan û Komara Azerbaycanê hatine rûxandin jî çi şer û pevçûn di navbera kurd û azeriyan de çênebû. Lê hêjayî gotinê ye ku ji ber germahiya biryara dagirkirina Îranê bo van herdu herêman, wext nema ku ev herdu gel li dijî hev xebatê bikin.
 
Di avakirina herdu komaran de ferqek girîng heye ku ji bo Komara Azeriyan reforma axê û pirsgirêkên karkeran yekemîn pirsgirêk bû lê ji bo kurdan pêşvebirina neteweyetiya kurdî girîngtir bû. Jixwe li deverên kurdî pêkhateyên senayiyê û endûstriyê kêm hebûn lê li Azerbaycanê ev pêkhate gelek hebûn. Her wisa di navbera kurd û azeriyan de pirsgirêkên hidûdî jî hebûn ku heta herdu komar hatin rûxandin jî hidûdên van herdu deveran berçav nebûn. Jixwe Hikûmeta Azerbaycanê û Sovyetan, Kurdistan di nav Azerbaycanê de dihesiband. Hem ji ber vê dîtinê hem jî ji tirsa dagirkirina Îranê ev xal negihişt radeyeke cidî.
 
== Rêzçawaniya Avabûna Komarê ==