Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 51:
 
Li wî dewrî desthilata Îranê bi taybetî li rojavayê Îranê nemabû, rojavayê Îranê ketibû bin desthilata Kurd û Azerbaycaniyan. Di vê demê da Rûsî jî ketin rojavaya Îranê. Hatina Rusî bo Kurd û Azerbaycaniyan bo sîwanek li dijî Şahê Îranê. Li sala 1942an de li Mahabadê ku di bin desthilata Rusî de bû bi navê [[Niştiman (rojname)]] kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû<ref>G.Lenczowski, Russia and the West in İran 1918-1948. New York: Ithaca,1949,r.249</ref>. Niştiman di demek din dibe rojnameya fermî ya [[Komeley Jiyanewey Kurdistan]]ê. Di Niştimanê de xwestekên reformê her wisa li ser şerê eşîran û serokên eşîran nivîsar tên nivîsîn. Ji bo yekitiya Kurdan kêmasî û astengiyên eşîran tên gengeşe kirin<ref>D. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.238</ref>. Piştî li Azerbaycana Îranê Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê hate ava kirin, baa Kurdan jî ket Sovyetan ku alikariya Kurdan jî bikin. Hindek rewşenbîr û serokeşîrên Kurd ji Mîr Cefer Baxirov xwestibû ku li Mahabadê jî wek Tebrîzê dibistaneke 7 salî were vekirin, nexweşxaneyeke 25-30 cihrazanî were vekirin ku xizmeta gel bike. Her wisa xwestin ku hindek xwendekar Kurd li xwendingehên leşkerî û sivîl de bixwînin ku paşî werin xizmeta Kurdistanê bikin<ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r. 153</ref>. Li sala 1945an de Komele belav bû, piştî belavbûnê bi pêşengiya [[Qazî Muhemmed|Qazî Mihemed]] [[Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê]] hate ava kirin. Di bernameya partiyê de ji bo Kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê Kurdî hwd. hebûn<ref>Qasimlo, Kurdistana Îranê, r.30</ref>
 
Di bernameya PDKÎ de xalên girîng ev in<ref>The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism- F. Koohi-Kamali-r:106</ref>:
#Kurd dê serbixwe bin di nava xaka Îranê de, di kar û xebatên xwe yên herêmên Kurdî de dê serbixwe bin
#Ji bo karên rêvebirinê dê kurdî were serbest kirin û di kar û xebatan de kurdî dê were bikaranîn
#Rêvebirên dewletê yên li vê derê dê ji nav xelkê deverê were hilbijartin
#Bi lezgînî endamên Konseya Deverî ya Kurdistanê bi dûçûna qanûnên hilbijartinê dê werin hilbijartin ku kar û xebatên deverê bikin
#Bi qanûneke giştî, pirsgirêkên di navbera xwedî-ax û rênçberan de dê werin çareser kirin û ji bo paşerojê rolên wan dê bên aşkera kirin
#Partiya Demokratîk ya Kurdistanê dê kedeke taybet xerc bike ku brayetî yekbûnê di navbera gelê Azerbaycanê û gelên din yê Azerbaycanê(asûrî,ermenî, hwd..) de pêk bîne
#Partiya Demokratîk ya Kurdistanê dê bixebite ku aramiyê ji bo xelkê Kurdistanê pêk bîne
#Em hêvîdarin ku gelên di Îranê de dijîn dê ji bo azadiya xwe û aramiya xwe bi hev re bixebitin
 
 
Piştî Almanyayê xwe teslîm kir di şerê cihanê yê duyem de, Îran jî ber bi guherîne ve diçû, ji ber ku hêzên emperyalîst ji ber parastina Îranê ji Almanyayê ketibûn Îranê. Êdî wextê vekêşana hêzên van dewletan hatibû ku meclîsa Îranê jî ev dixwast. Sovyetan jî ji bo piştî vekişînê hêza wana siyasî bimîne, xebatên xwe li Azerbaycanê û Kurdistanê bi awayekê propagandî dewam kir. Tirk û Kurd bihêz dikirin ku li van deran herêmên xweser ên di bin tesîra Sovyetan de bimîne, ava bikin. 28ê îlona 1945ê de Mir Cefer Baxirov ji Stalîn re raporekê dişîne, di raporê de wiha dibêje: