Diranê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
B Çavkaniyek nû li gotarê hat zêdekirin.
Rêz 3:
'''Diran''', '''didan''' (bi îngilîzî: ''tooth'') endamekî ji boy herisa mekanîk e. Jêkirin, gezkirin, cûtin, hêrandin û perçekirina xurekan bi navbeynkariya diranan pêk tê. Herwisa ji boy peyivînê jî pêdivî bi diranan heye.
 
Gava dergûş ji dayikê dibe bê diran e. 6 meh paşê zayînê diranên dergûşê derdikeve. Hemû diranên zarokê careke de dernakevin. Gava zarok gihîşt 12 mehî êdî 20 diran di devê wî de hene<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Ev diran wekî [[diranên şîrî]] tê binavkirin<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Hetanê 10-12 saliya zarokê ev diranên şîrî erka herisînê û peyvînê pêk tînînin. Paşê diranên şîrî beş bi beş dileqin û diweşin, îcar diranên nû derdikevin. Di devê mirovên têgihîştî de 32 diranên mayinde heye, lê hin caran dibe ku [[Diranê kursî|diranên kursî]] yên sêyem (diranê jîrî, diranê aqilî) dernekeve mirov bi 28 diranên mayînde bin<ref name="Villee"/>. Li gor erk û şêweyê xwe, diran çar{{Çavk}} cure ne<ref name="Anatomy and physiology"/><ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>: [[diranên pêşî]] ([[diranên birrê]]) (heşt heb), [[diranên qîl]] (çar heb), [[diranên pêşkursî]] (heşt heb) û [[diranên kursî]] (12 heb)<ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 </ref> .
 
== Anatomiya diran ==