Cudahiya di navbera guhertoyên "Rijênê lîkê" de

122 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 1 salê
kurteya guhartinê tune ye
(Hê pirtir zanyarî û wêne û çavkanî li gotarê hat zêdekirin.)
 
Gelek rijên di lînceperdeya dev û ziman de cih bûne û rojê bi qasî 1-1,5 lître lîk(tûk) berhem dikin û der didin nava dev<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Ji ber derdana lîkê devê mirov tu car zuha nabe. Bi taybet dema xwarin û cûtinê, derdana lîkê jî zêdetir dibe. Lîk xurekan[[xurek]]<nowiki/>an nerm dike û [[herisa kîmyayî]] ya xurekên karbohîdradî dide destpêkirin<ref name="Leland G">Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8 </ref><ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Her çiqas di devê mirov de gelek rijênên lîkê hebin jî ji wan sê cot hê pirtir bi bandor in<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/><ref name="Villee"/>.
 
'''Rijênên binguh''' (Parotid glands): Ev cota rijên li nezikê binê guhê rast û çepê de cih digire. Rijên bi navbeynkariya coga parotîdê derdanên xwe dirijînên nava dev. Serê coga parotîde ji rijênan heta nêzikê [[diranê kursî]] yê duyem dirêj dibe.
 
'''Rijênên binziman''': (Sublingual glands): Di binê ziman de cih bûne. Lîkê der didin nav dev. Derdana lîkê li gor rijênên din hindik e.
==Erk û pêkhateya lîkê ==
[[Wêne:Mouth_and_salivary_gland_ku.png|thumb|300px|Di devê mirov de gelek rijênên piçûk heye lê, ev sê cot rijênên lîkê yên herî bibandor in.]]
%95.5 ê lîkê av e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ji xeynî avê, di nav lîkê de [[Enzîm|enzîma]] amîlaz, enzîma lîzozîm, iyonên wekî sodyum, potasyum, fosfat û bîkarbonat, lînc(mukus), [[Dijeten|dijetena]] A heye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Lê ji boy erka herisê pekhateyên herî girîng enzîma amîlaz, lînc, iyonên bîkarbonat û fosfat e. Enzîma amîlaz xurekên karbohîdradî diherisînê, dike [[Karbohîdrat|karbohîdradên]] hûriktir<ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 </ref><ref name="Campbell"/> . Lînc xurekan nerm dike, daqurtîna xurek hêsantir dibe. Herwisa ji ber lîncê, xurek bi hêsanî di nav [[coga herisê]] de xij dibe<ref name="Leland G"/>. Iyonên fosfat û bîkarbonat pileya pHa dev rêk dixin. Pileya asayî ya [[Nirxa pH|pH]] a dev 6.35- 6.85 e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ango nêzikê pileya nêtar e (pH = 7). Dijetena A û enzîma lîzozîm li dij hokarên nexweşiyê [[bergiriya giştî]] dabîn dikin.
 
== Rêkxistina derdana lîkê ==
Rijênên lîkê her dem bi heman rêjeyê lîk berhem nakin û dernadin. Berhemkirin û derdana lîkê ji aliyê [[koendama demara xoyî]]( autonomic nervous system) ve tê rêkxistin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Gava di dev de xurek tune be, [[sîstema sîmpasawî]] ya koendama demara xoyî derdana lîkê kêm dike. Bi cûyîna xurekan, an jî ji ber bihna xurekan îcar [[sîstema parasîmpasawî]] ya koendama demar a xoyî çalak dibe<ref name="Villee"/>. Sîstema parasîmpasawî bandor li ser rijênên lîkê dike, rijên lîk berhem dikin û der didin. Piraniya lîkê di [[Rûviya zirav|rûviyan]] de cardin tê mijandin û tevlê [[Xwîn|xwînê]] dibe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>.
Piraniya lîkê di rûviyan de cardin tê mijandin û tevlê xwînê dibe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>.
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
1399

guherandin