Têmûrê Xelîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
 
Têmûrê Xelîl sala 1949a li paytextê Ermenîstanê[[Ermenîstan]]ê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta [[fîzîk]]-[[matêmatîk]], 3 salan (1974-1977) li gundê kurda – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnama kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi seda gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Di nav wan da hevpeyvînên bi [[Cegerxwîn]], [[Qanatê Kurdo]] û [[Ebdurehman Qasimlo]] jî hene.
== Grêdanên derve ==
 
http://www.xoybun.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=350
 
Têmûrê Xelîl sala 1949a li paytextê Ermenîstanê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matêmatîk, 3 salan (1974-1977) li gundê kurda – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnama kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi seda gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Di nav wan da hevpeyvînên bi Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdurehman Qasimlo jî hene.
Têmûrê Xelîl çend sala endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû.
Çend sitiranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (derheqa Barzanîyê Mezin da), “Milkê kurdî” û yên din.
Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîya ya bi sernavê “Dengê xûnê” ber çapê ye. Ew herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8a – “Aştî” nivîsîye, (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû), bi Mehmet Bayrak ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Î. Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”.
Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955a[[1955]]'an heta 1982an[[1982]]'an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosîonomîyê xilaz kirîye û niha di beledîya Stockholmê da wek sosîonom kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurda di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine.
Têmûrê Xelîl niha li Swêd dimîne û heta niha ev kar kirine:
 
Line 37 ⟶ 33:
Di hejmara kovara ”Roja Nû” ya 100î da leca kurteçîrokan hatibû derbazkirinê. Yek ji wan kurteçîrokan ya Têmûrê Xelîl bû. Di hejmara dû wê ra endamekî jyûrîya qîmetkirina kurteçîrokan Mazhar Kara, ku cîyê pêşin dabû kurteçîroka Têmûrê Xelîl ya bi sernavê ”Dilê germ, serê sar…”, awa nivîsî: ”Dilê germ, serê sar…” ji alîyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdîya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiya, çem û kanîya, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojîyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantîyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”.
 
== Grêdanên derve ==
 
http://www.xoybun.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=350
 
http://www.khaknet.com/tazekan/8.9.2005/teymur-xelil.htm