Cudahiya di navbera guhertoyên "Hekarî (parêzgeh)" de

1 bayt lê hatin zêdekirin ,  17:36, 21 nîsan 2019
 
 
===Derxistina Nastûriyan===
Heta salên 1800an jî Kurd û [[Nastûrî]] li herêma Hekaryan bi hevra dijîyan. Lê piştî salên 1800an Împaratoriya Osmaniyan ber bi rûxandinê ve diçû û gelek dewletên rojavayî ketin nav herêmê da. Bi taybetî dewletên Fele/Katolîk/Ortodoks ketin nav herêma Hekaryan û feeliyetên mîsyonerî dikirin. Armanca wan ew bû ku Nastûriyan ji mezheba wan dûr bêxin û nêzî mezheba xwe bikin. Ji ber vê jî li herêma Hekaryan dibistan û dêrên nû çêkirin. Li ser çiyayekê [[Geliyê Tiyarê]] dibistaneke mezin û dêreke mezin hatibû ava kirin ku li hemû herêmê hatibûya dîtin. Ev pêkhate wekî qeleyê bûn ji ber wê jî tirs xiste nav kurdan. Ev karûbarên mîsyonera nerazîbûn di navbera kurdên herêmê çêkir. Bi zeîfbûna Osmaniyan û bihêzbûna dewletên rojavayiyan tesîrên xwe li ser herêmê hêdî hêdî dikir. Serokê Nastûriyan [[Mar Şîmon]] hêdî hêdî li herêmê dibû kesekê girîng û bihêz.