Hekarî (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guhertoya 720588 ya Ghybu (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 37:
 
Ev mîrektî wî wextî li ser kaxezê her çend girêdayî Osmaniyan bin jî, wek dewleteke serbixwe tevdigeryan. Jixwe li gel Sefewiyan hevdîtin dikirin. Jixwe Waliyê Wanê Îskender Paşa yê Osmaniyan ji vê rewşê gelek nerazî bû. Ji ber vê nerazîbûnê Îskender Paşa ji Mehmudiyan alikariyê dixwaze û Sayd Mihemed digirin û îdam dikin<ref>Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:221</ref>. Piştî îdamkirina Sayd Mihemed, brazayê wî Zeynel Beg anîn Hekaryan û bû mîrê nû.
 
Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Sultan Ebdulmecîd li sala 1940an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê ''tapû'' dihate dayîn.
 
 
===Derxistina Nastûriyan==
Heta salên 1800an jî Kurd û [[Nastûrî]] li herêma Hekaryan bi hevra dijîyan. Lê piştî salên 1800an Împaratoriya Osmaniyan ber bi rûxandinê ve diçû û gelek dewletên rojavayî ketin nav herêmê da. Bi taybetî dewletên Fele/Katolîk/Ortodoks ketin nav herêma Hekaryan û feeliyetên mîsyonerî dikirin. Armanca wan ew bû ku Nastûriyan ji mezheba wan dûr bêxin û nêzî mezheba xwe bikin. Ji ber vê jî li herêma Hekaryan dibistan û dêrên nû çêkirin. Li ser çiyayekê [[Geliyê Tiyarê]] dibistaneke mezin û dêreke mezin hatibû ava kirin ku li hemû herêmê hatibûya dîtin. Ev pêkhate wekî qeleyê bûn ji ber wê jî tirs xiste nav kurdan. Ev karûbarên mîsyonera nerazîbûn di navbera kurdên herêmê çêkir. Bi zeîfbûna Osmaniyan û bihêzbûna dewletên rojavayiyan tesîrên xwe li ser herêmê hêdî hêdî dikir. Serokê Nastûriyan [[Mar Şîmon]] hêdî hêdî li herêmê dibû kesekê girîng û bihêz.
 
Di atmosfereke wiha de her sal Nastûriyan wek xelkê deverê bac dida Mîrê Hekaryanê Nurullah Beg, lê li sala 1843ê de dema Nurullah Beg baca xwe xwestî, Nastûriyan ev red kir. Li ser vê Nurullah Beg ji mîrê Botanê, Bedîrxan Beg re alikarî xwest. Van her du hêzan êrîş bir ser Nastûriyan û komkujiyeke mezin li deverê çêbû. Li sedsala 5ê heta niha kurd û nastûrî bi hevra dijiyan lê ev cara yekemîne ku tişteke wiha qewimî. Bi dûçûna gelek çavkaniyan armanca Bedîrxan Beg kuştina Mar Şîmon bû <ref>Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:276</ref>.
 
Piştî ev bûyer li dinyayê belav bû. Helwesteke dijwar li Bedîrxan Beg li dinyayê çêbû û ji ber van givaşan Bedîrxan Beg li sala 1847ê de xwe teslîmî osmaniyan kir û ber bi Stenbolê ve hate sirgûn kirin. Jixwe di van wextan de Padîşahê Osmaniyan Mehmûdê Duyemîn biryar dabû ku otoriteya navendî saz bike, ji ber wê jî mîrektiyên kurdan yekûyek ji holê radikirin.
 
==Gelhe==