Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 87:
#Seqîz:Birêz Elîxan Fatih, Mihemed Xan, Ehmed Xan Şêxî, Ş3ex Sidîq Esedyarî, Resûl Axayê Mehmûdî, Elî Ciwanmêdî, Mihemed Reşîd Xan Xidirî, Qadir Xanzade
#Hozên Ciwanro, Hewraman û Barzanî
#Ş3exênŞêxên Kulîce di bin serokatiya Şêx Hesen Şems Burhan de.|çavkanî=Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:57}}
 
13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Her çiqas Komara Mehabadê heta demeke kin berdewam kir jî, di wê demê de bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê herwiha rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. [[Zimanê kurdî]] bi fermî hate pejirandin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, [[Komîteya Jinan]] hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, [[Mîna Qazî]] di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist.Serokê Komîteya Jinan bû. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê
 
23yê nîsana sala 1946ê de di navbera Kurd û Azeriyan de peymaneke dostînî hate destnîşan kirin. Temsîla kurdan di bin rêberiya Qazî Mihemed, ya azeriyan jî di bin rêberiya Cefer Pîşeverî de bû. Gelek kesên navdar û serokeşîr di vê peymanê de hebûn. Li Tebrîzê ev peyman hate destnîşan kirin<ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:78</ref>.
 
9ê tîrmeha sala 1946ê de Pêşewa tevî 30 kesan geştekê dike bo Tahranê ku ji bo maf û xwestinên kurdan li gel rêvebirina Tahranê gengeşe bike. Lê di vê hevdîtinê de armanca rêvebiriya Tahranê ew bû ku kurd û azeriyan li dijî hev bikarbînin û dawiya her du komaran bi destê wan bînin.
Di van rojên li Tahranê de Pêşewa Qazî Mihemed hevdîtinek li gel pêşewayê [[Serhildanên Agiriyê]], [[Îhsan Nûrî Paşa]] re jî di mala Îhsan Nûrî de hevdîtin kiribûn. Piştî têkçûna serhildanên agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa çûbû Tahranê û li wir niştecî bibû. Di vê hevdîtinê de xwarzayê Qazî Mihemed,Seîd Hûmayûn jî hazir bû, di derbarê mala Îhsan Nûrî Paşa de wiha dibêje:
{{Jêgirtin|Di mala Îhsan Nûrî Paşa de Ala Kurdistanê bi dîwar ve hilawistî bû, her weha li ser maseya karê wî arma partiya [[Xoybûn]] daçikandî bû.|çavkanî=Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:82}}
Her weha Seîd Hûmayûn dibêje ku hûrgiliyên hevdîtinên Qazî Mihemed, Îhsan Nûrî Paşa û balyozê Brîtanyayê di bîranînên Dr. Haşim Şîrazî de tomarkirî ne. Piştî van hevdîtinan Pêşewa vedigere Tebrîz û ji wir jî diçe Mahabadê. Piştî Mahabadê diçe niştecihên kurmancîaxêv li herêma bakurê kurdistana îranê. Li herêmên Urmiye, Mako, Selmas, Xoy li gel serokeşîr û mezinên bajêran ve hevdîtin kirin. Li her dera diçûyê çi kurd be çi azerî çi jî ermenî bi coş dihate pêşwazî kirin.
 
==Jiyana Civakî==