Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 48:
Hêzên Rusî bi giştî bi şêwirmendiya [[Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê]] Îran dagir kiribûn. Bi alikariya Tirkên Azerbaycana(Ecem) Sovyet, Azerbaycana Îranê jî hate dagir kirin. Gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî Tirkên Azerbaycanê mecbûr man ku ji Kurdan alîkariyê bixwazin. Sekreterê yekem yê Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê Mîr Cefer Baxirov di daxuyaniyeke xwe de wiha dibêje: Pirsgirêka Kurd, nuqteya qelstirîn ya Îran û Tirkiyê ye û sîlehê xweşik yê İngilîzan e. Divê ev xal çi wextan ji bîran me neçe. Divê li nav Ecemên başûr û Kurdan de têkiliyên xurt werin ava kirin. Her çi be bila bibe, divê li gel Kurdan zimanekê hevpar were ava kirin. Xebatên me yên di nav Kurdan de; divê Kurd guhê xwe nedin îstîxbaratên derve û divê ji bo ku Kurd ji serxwebûna xwe çek nehilgirin<ref>Soğuk savaşın İlk Çatışması, İran Azerbaycanı, r:55</ref>. Di payîza sala 1941ê de İngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û Bokanê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku İngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî ingilîzan li gel serokeşîrên Kurd hevdîtinê dikin. Efserên Rûsî Selîm Atakşîuv û hevalê wî Caferov u Kurd bû di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê Kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên Kurd amade bibûn. Li vê derê efserên Sovyetî, van Kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel Cafer Baxirov <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:42</ref>. Jixwe paşî 18ê mijdara 1941ê eşîra Tirk Şahsevenî, 20ê mijdarê rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê mijdarê de jî nêzî 30 serokeşîrên Kurd çûn [[Bakû]]yê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên Kurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên Kurd û Ecem çûn [[Urmiye]]yê. Jixwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera Kurd û Eceman de şer û pêvçûn rûneda <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:43</ref>.
 
Piştî dagirkirina Rûsan a Îran û Rojhilata Kurdistanê, tevlîhevî û kêşeyên mezin li herêm qewimîn. Di nav vê kaosê da dewleta [[Tirkiye]] jî xwest ku bi hinceta ku Kurd zilmê li Eceman(Tirkên Azerbaycanê) dikin xwestin bikevin nav xaka Rojhilata Kurdistanê. Her wisa balyozê Rûsî yê wê demê digot ku Tirk dxwazin Azerbaycanê dagir bikin û tevlî Tİrkiyê bikin<ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:. 59</ref>.
 
Li wî dewrî desthilata Îranê bi taybetî li rojavayê Îranê nemabû, rojavayê Îranê ketibû bin desthilata Kurd û Azerbaycaniyan. Di vê demê da Rûsî jî ketin rojavaya Îranê. Hatina Rusî bo Kurd û Azerbaycaniyan bo sîwanek li dijî Şahê Îranê. Li sala 1942an de li Mahabadê ku di bin desthilata Rusî de bû bi navê [[Niştiman (rojname)]] kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû<ref>G.Lenczowski, Russia and the West in İran 1918-1948. New York: Ithaca,1949,r.249</ref>. Niştiman di demek din dibe rojnameya fermî ya [[Komeley Jiyanewey Kurdistan]]ê. Di Niştimanê de xwestekên reformê her wisa li ser şerê eşîran û serokên eşîran nivîsar tên nivîsîn. Ji bo yekitiya Kurdan kêmasî û astengiyên eşîran tên gengeşe kirin<ref>D. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.238</ref>. Piştî li Azerbaycana Îranê Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê hate ava kirin, baa Kurdan jî ket Sovyetan ku alikariya Kurdan jî bikin. Hindek rewşenbîr û serokeşîrên Kurd ji Mîr Cefer Baxirov xwestibû ku li Mahabadê jî wek Tebrîzê dibistaneke 7 salî were vekirin, nexweşxaneyeke 25-30 cihrazanî were vekirin ku xizmeta gel bike. Her wisa xwestin ku hindek xwendekar Kurd li xwendingehên leşkerî û sivîl de bixwînin ku paşî werin xizmeta Kurdistanê bikin<ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:. 153</ref>. Li sala 1945an de Komele belav bû, piştî belavbûnê bi pêşengiya [[Qazî Muhemmed|Qazî Mihemed]] [[Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê]] hate ava kirin. Di bernameya partiyê de ji bo Kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê Kurdî hwd. hebûn<ref>Qasimlo, Kurdistana Îranê, r.30</ref>
 
Piştî Almanyayê xwe teslîm kir di şerê cihanê yê duyem de, Îran jî ber bi guherîne ve diçû, ji ber ku hêzên emperyalîst ji ber parastina Îranê ji Almanyayê ketibûn Îranê. Êdî wextê vekêşana hêzên van dewletan hatibû ku meclîsa Îranê jî ev dixwast. Sovyetan jî ji bo piştî vekişînê hêza wana siyasî bimîne, xebatên xwe li Azerbaycanê û Kurdistanê bi awayekê propagandî dewam kir. Tirk û Kurd bihêz dikirin ku li van deran herêmên xweser ên di bin tesîra Sovyetan de bimîne, ava bikin. 28ê îlona 1945ê de Mir Cefer Baxirov ji Stalîn re raporekê dişîne, di raporê de wiha dibêje:
{{jêgirtin|Ji ber ku me hemû hêza xwe daye Bakurê Îranê ji bo lêgerîna petrolê, xebatên Azerbaycana Îranê û Kurdistanê me zêde bala xwe nedaye hereketên cudaxwaz li Gîlanê, Xorasanê û Mazenderanê.|çavkanî=Cemil Hasanlı, ''Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı'', Cemil Hasanlı, r. 153}}
 
Di vî wextî de têkiliyên Kurd û Eceman, Kurd û Tirkiyê, Tirkiye û Eceman balê dikşîne. Tirkiye ji ber tirsa pirsgirêka xwe ya Kurd û gefên Rûsî ku dixwastin li bakur-rojhilatê tirkiyê, hindek parçeya Gurcistanê, hindek jî parçeyên Ermenistanê ye, nedixwast bi aşkerayî alikarî an jî desteka Ecemên Îranê bike. Hikûmeta Azerbaycanê bi alikariya Azerbaycana Sovyetan gelek axa Kurdistana Îranê dagir kiriye. Serokê mîsyona Azerbaycana Sovyetê M.C. Baxirov jî dixwast Kurdistanekê di nav Azerbaycana Îranê de ava bikin lê xuya bû ku plana Sovyetan ew bû ku Kurdistaneke xweser wek Azerbaycanê ava bikin. Di raportekê de ku ji Tebrîzê bo M.C. Baxirov re hatiye şandin wiha dibêje:
{{jêgirtin|Têkiliyên Azerbaycaniyan û Kurdan li derdorên Urmiyê û Nexede xerabtir dibin. Hindek serokên Kurdan li nexede ku nifûsa wê %70 Tirk in, hetta ji ber çendek Kurdan li Urmiye dixwazin hikûmeta xwe ava bikin. Bi dûçûna agahiyên dawî, komên girêdayî serokeşîrên Kurd Nuru Beg û Zero Beg li Urmiyê givaşê li ser gel zêde dikin ku beşdarî Partiya Demokrata Kurdistanê bibin. Her çend serokên Kurd sloganên Azadiya Kurdan, Kurdistana Mezinbikarbînin jî piştgirên tund yên feodalîzmê ne. |çavkanî =Cemil Hasanlı, ''Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı'', Cemil Hasanlı, r. 275}}
 
== Avabûn ==