Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B →Avabûn |
B →Avabûn |
||
Rêz 58:
== Avabûn ==
[[Wêne:Mustafa Barzani in Mahabad Kurdish Republic.jpg|250px|thumb|Merasîma daxuyandina Komara Kurdistanê]]
[[Wêne:Proclamation of the Republic of Mahabad.jpg|250px|thumb|Şahiya daxuyandina Komara Kurdistanê]]
Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku [[Şex Mehmûd Berzencî]] li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Di 22'ê [[çile]]ya sala 1946'an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li [[Meydana Çwarçira]] ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.
Li ser avabûna Komara Kurdistanê McDowell wiha dibêje:
{{Jêgirtin|Di dawiya sala 1945an de desthilata Tehranê li Azerbaycanê kontrola xwe winda kir, leşkerên girêdayî
13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Her çiqas Komara Mehabadê heta demeke kin berdewam kir jî, di wê demê de bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê herwiha rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. [[Zimanê kurdî]] bi fermî hate pejirandin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, [[Yekîtiya Jinên Kurdistanê]] hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, [[Mîna Qazî]] di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê
Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed û Azeriyan paşve kişand û dest bi vekişîna leşkerên xwe kirin. Ev vekişîn atmosfereke sar di navbera gelên Kurd û Azerî de. Her çend reşbînî ketibe nav van her du gelan de jî, hê jî hêviya wan hebû ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Piştî vekişîna Sovyetan, Kurd û azeriyan li derê Tahranê dida ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Bi serokatiya Pîşeverî di nav heyetê de Seyfî Qazî jî hebû ku nûnerê Kurdan bû, çûn Tahranê û 13ê xizîrana 1946ê de hevpeymanek di navbera heyetê û hikûmeta îranê de hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê <ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r
*Dahatûyên li Azerbaycanê û Kurdistanê tên kom kirin dê %75ê li herêmê bimîne, %25 jî dê biçe Tahranê.
*Leşkerên Azerbaycanê û kurdistanê dê wek jandarmayên hikûmeta îranê werin bicîh kirin.
Rêz 73:
*Xwendina van herêman d3e bi sê zimanan were kirin: Kurdî, Farisî, Azerî
Her çend ev hevpeyman hatibe destnîşan kirin jî, hikûmeta Îranê li ser gotina xwe nema û serokwezîrê Îranê Kavam di 21ê mijdara 1946ê de got ku ji bo ewlehiya hilbijartinên 7ê berfanbarê li Îranê, dê leşkerên Îranê biçin her derê Îranê. 4ê berfanbara 1946an de hêzên Îranê êriş li ser Azerbaycanê dan destpê kirin. Di 14ê berfanbara sala [[1946]]'an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta [[Azerbaycan]]ê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka [[Brîtanya]], di 17'ê berfanbara sala 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.20ê berfanbarê de hemû Kurdistan û Azerbaycan hate dagir kirin. Serokê Azerbaycanê Pîşeverî ber bi Sovyetan ve reviya lê Qazî Mihemed soza anî cih. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû{{
▲:"Bi mezinahiya Xwedê, rumetiya Qur'ana Kerîm, li ser welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ez'ê têbikoşim".
Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê [[Seyfî Qazî]] û birayê wî [[Sadrî Qazî]], li meydana Çarçira ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31'ê adara [[1947]]'an de hatin dardekirin.
|