Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
B →Avabûn |
||
Rêz 58:
== Avabûn ==
[[Wêne:Mustafa Barzani in Mahabad Kurdish Republic.jpg
[[Wêne:Proclamation of the Republic of Mahabad.jpg
Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku [[Şex Mehmûd Berzencî]] li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Di 22'ê [[çile]]ya sala 1946'an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li [[Meydana Çwarçira]] ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.
Li ser avabûna Komara Kurdistanê McDowell wiha dibêje:
13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Her çiqas Komara Mehabadê heta demeke kin berdewam kir jî, di wê demê de bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê herwiha rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. [[Zimanê kurdî]] bi fermî hate pejirandin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, [[Yekîtiya Jinên Kurdistanê]] hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, [[Mîna Qazî]] di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê
|