Dewleta Filistînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 45:
Sala 1947ê de Brîtanyayê pirsgirêka Filistin û Îsraîlê bir ber hizûra [[Neteweyên Yekgirtî]]. Neteweyên Yekgirtî ji bo herêmê planek amade kir û mijdara 1947ê de hate pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên Ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin.14ê gulana 1948ê de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe. Di heman rojê de civaka Cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hate nasîn. Li ser biryara civaka Cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa filistînê ve çûn. Lê Îsraîl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên Ereb stand. Di serêsala 1949ê de di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî di navbera Îsraîl û dewletên Ereb de hevpeymanên berdana çekan hate kirin. Nêzîkî %75 axa Filistinê ma di nav dewleta Îsraîlê de, ji [[Xeze]] bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî jî Urdunê stand. [[Quds]] jî di navbera Urdun û Îsraîlê de hate parvekirin<ref>Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419</ref>.
 
Li sala 1964ê de bi alikariya dewletên Ereb, [[Rêxistina Rizgariya Filistînê]](RRF) hate ava kirin. Têkiliya vê rêxistinê gelek bi Misirê ve hebû. Rêxistineke din bi navê [[El-Fetîh]] jî hate ava kirin lê çi têkiliya vê rêxistinê bi dewletên Ereb tunebû. Lê piştî salên 1969an de kontrola Rêxistina Rizgariya Filistînê ket bin destê El-Fetîhê de û El-Fetîhê dest bi çalakiyên gerîllayî kirin. Her wisa bi alikariyê Misirê di navbera Libnan û RRFê de peymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê RRF dê li başûrê Libnanê bi azadî bikare tevbigere. Ev biryare ji têkiliyên Îsraîl û Libnanê jî dê bibe pirsgirêkek mezin.
 
== Çavkanî ==