Elkê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 32:
}}
'''Elkê''' ({{bi-tr|Beytüşşebap}}) [[Navçe|navçeyeke]] [[Şirnex (parêzgeh)|Şirnexê]] ye. Hejmara niştecihên bajêr 6586 û ya navçeyê jî 19.462 kes e.
 
==Nav==
Elkê di nav berhemên klasîk ên Îslamî de wek Elqîy (أٌلقِي9 derbas dibe. Taybetî di berhema Yâqût el-Hamevî, Mu'cemul-Bûldan de wek Elkê derbas dibêje ;Kela Elkê girêdayî nahiyeya ez-Zevzana girêdayî hikûmdarê Mûsilê<ref>Seyfettin Çetin, YÂKÛT el-HAMEVÎ’NİN MU‘CEMÜ’l-BÜLDÂN
ADLI ESERİNDE KÜRTLER,r:83</ref>. Navê Bêşebap jî di çavkaniyên Osmaniyan de peyda dibin<ref>Hüseyin Güneş,Beytüşşebap Tarihi Üzerine Bazı Notlar,r:30</ref>. Her çend bi wateya Erebî ''mala ciwanan'' bête zanîn jî îdîyek heye ku dibêje ji ''Beth Şabath''a Aramî ye.
 
==Dîrok==
Elkê di dîrokê de gelek şaristan dîtîne. Hurrî, Mîtanî, Asurî û Urartuyî li vê derê di dîrokê de desthilat bûn. Ev herêm di navbera Persan û Bzansiyan de bû. Dema hatina Îslamiyetê de ev herêm di bin desthilata Sasaniyan de bû. Di dema xelîfe Omer de ket bin destê mislimanan. Paşî ket bin destê Emewiyan û Ebbasiyan. Her wisa şaristanên Eyyubiyan, Selcukiyan, Mongolan jî dît. Di dema Osmaniyan de girêdayî sencaqa Hekarî bû. Piştî Osmaniyan jî, di dema dewleta Tirk de Hekarî sala 1936ê de bû parêzgeh û Elkê jî bû navçeya Hekariyê. Sala 1990ê de jî piştî parezgehabûna Şirnexê, bû qezaya Şirnexê.
 
 
== Çavkanî ==