Dewleta Filistînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 42:
 
Li Filistînê hindî ku hatina Cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên Ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937ê de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên ava kirin yek ya Ereban yek jî ya Cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê Ereban ev yek qebûl nedikir. Li sala 1939ê de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke Ereb dê were ava kirin û hatina Cihûyan bo Filistînê dê were kêm kirin û kontrol kirin. Lê ev biryar jî ji layê cihûyan nehate pejirandin û Cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir<ref>Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388</ref>.
 
Sala 1947ê de Brîtanyayê pirsgirêka Filistin û Îsraîlê bir ber hizûra [[Neteweyên Yekgirtî]]. Neteweyên Yekgirtî ji bo herêmê planek amade kir û mijdara 1947ê de hate pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên Ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin.14ê gulana 1948ê de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe. Di heman rojê de civaka Cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hate nasîn. Li ser biryara civaka Cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa filistînê ve çûn. Lê Îsraîl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên Ereb stand. Di serêsala 1949ê de di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî di navbera Îsraîl û dewletên Ereb de hevpeymanên berdana çekan hate kirin. Nêzîkî %75 axa Filistinê ma di nav dewleta Îsraîlê de, ji [[Xeze]] bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî jî Urdunê stand. [[Quds]] jî di navbera Urdun û Îsraîlê de hate parvekirin<ref>Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419</ref>.
 
== Çavkanî ==