Misir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 40:
== Dîrok ==
Welatê Misir bi rêya walîyekî ve girêdayî Osmaniyan bû. Lê li salên 1860an de bi rêveberiya xelefê Mihemed Elî Paşa,Îsmaîl welatê Misirê bi awayeke nefermî ji osmaniyan veqetî û bi serbixwe tevger dikir. Li sala 1869ê de bi alikariya Fransayê hikûmeta Misirê, [[Kanala Suweyşê]] ava kir. Di van deman de mesrefên dewleta Misirê zêde bûn û ji ber van deynan li Kanala Suweyşê desthilata Anglo-Frensiz destpê kir. Li sala 1882ê de jî Brîtanyayê Misir dagir kir.
 
Li sala 1928ê de li Misirê komeleya [[Brayên Misliman]] ji aliyê [[Hesen El Benna]] ve hate ava kirin.
 
Heta piştî şerê cîhanê yê duyemîn jî Brîtanya yek ji desthilatê Misirê bû. Li sala 1936ê de di navbera hikûmeta Misirê û brîtanyê de hevpeymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê dagirkirina Brîtanyê ji bilî ya li derdora Kanala Sûveyşê, hate bidawî kirin. Di heman salê de jî Misir bû yek ji endamên [[Cemiyeta Neteweyan]].