Baxê Kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
HER BIJI TÜRKIYE 🇹🇷🇹🇷🇹🇷🇹🇷
Etîket: Xist şûnê blanking
Rêz 1:
HER BIJI TIRKIYE
{{Çavlêgerandin}}
'''Nivîsa estûr''''''Beyta nes’ih’eta ya Hozanvan : Ehmedê Nalbend'''
 
 
'''Amadekar: '''Mahir Berwarî''' - Elmanya - E.Mail: barwari@web.de''' '''2006''''''
 
Hozanvan Ehmedê Nalbend êke ji mezintirîn û bi navudengtirin Hozanvanên devera Behdîna ye, li devera Dohukê.
 
Ehmedê Nalbend li bajêrokê Bamernê ji dayik boye û wi bixwe husan jiyan nama xwe li ser dest nivêseki nivêsiye.
 
 
Piştî mirna wî hatiye çap kirin, ko têda hatîye: Ez Ehmedê korê Emînê Nalbend im .babê min xelkê bajarê Amêdiyê bo. Mîrgeha Paşayên Mîrsêvdîna li cihê Behdînan . Min mamek hebo bi navê(Ebdulrehman).
 
Babê min ji bajarê amêdiyê ço Gondê Bamernê . Sala 1864 li nik Şêx Mih’hemed korê Şêx Tahirê Amêdi û li wêrê akinci bo . Nalbendi dikir ji bo e’yalê xwe .Babê min pênç kor hebon û do kiç.Êk ji wan kura ez bom .
Ez li sala 1308 koçi beramber (1891-1892) zayinî hatime donyayê .Li jiyê 5 heta şeş Salî da, min dest bi xandina Qoranê kir, li dev deyka xwe Fatmayê û min bi domai îna. Paşî min dest bi xandina kîtêbêt Şirîe’ti kir, bo demê do sala. li dûvda min qesta xwêndingeha Qobehan kir li Amêdyê û salekê min lê xand .Paşî ez çome Zaxo salek min li wêrê ji xwend, li dûv da min qest kire bajarê Dohukê. sê sal min li wêrê ji xwendin .
Pistî demekî, min xwe berhev kir û ez çome devera Berwariya li ser toxûbê Hekarî li Behdîna, li Gondê Bêdohê li nik Şêx Mih’med Parsay korê Şêx Tihayê Mayi, li sala 1333 mişextî anko 1916 zayini . Min do sal xwandin û seydayê min ço ber dilovaniya xodê li sala 1335 koçi da .Pişti mirna seydatê min ez bome mela li Gondê Bêdohê u min xizmeta mala seydayê xwe kir .
 
 
Li sala 1342 mişexti beramberi sala 1924-1925 zayini ko Îngilîzi û Felêt Tiyaria êriş înaye ser Gondên Berwariya ( Mayê, Bêdohê ,Binviyê,Dêrişkê û Hidêne ….) û talan kirin .Emji revin û mişexti qeza Çelê boyin û gelek perişani me dîtin .Pişti salekê ez zivrim nav Goliya û bome melayê Rûsê .Li wêrê min kiça Seyid Osmanê Xişxaşi, Seyid Fehima bi xwe xast . Xodê pênc biçûk jê dane min û ez deh sala li wir mam. Paşi ew mir û min bo xwe jinkeka di ji gondi îna bi navê S’afiya. Paşi demeki ewji mir, kiçek li paş ma jê .Pişti vê perişaniyê ez çome Gondê Bêgova, bome melayê wan, bo demê du sala. Li wêrê korê min yê mezin mir û kiça min Golbihar, man didestê min da do kiçên biçûk, Esma û Asya.Ez pêve gelek şepirze û meh’til bom. Lew ez mecbur bum, biçme Gondê Xişxaşa . Kiçêt xwe min birne dev xwezûrê xwe, Seid Osmani.Ez ji bume melayê wan 5-6 sala .Kiçên min li wêrê mezin dibin û her li wêrê didem şû.Paşi min melatiya wan hêla û ez bi Donyayê keftim.
Bume gerîde, ji vi Gondi bo gondê di ,we mijûli xirvekirna Şi’rêt xwe bum, belki bişêm çap bikem …
 
 
Nalbend êkemin jin ji Gondê Bêdohê di înit ,wextê ew mela li wêrê. Belê ev hevjiniye, berdewam nabit gelek û dihêt berdanê ko navê wê Miryem kiça Pîrmûsê Emerê S’adiqê Bêdohi ,dieser hindêra nalbendi di jiyan nama xwe da ev çende ne gotiye ,lê ji xelkê ev hatiye pişt rast kirin ,we dibêjin ew jin anko Miryem ya pişt kod bo we di gotinê Mira pişt kod .Herwesa hozaneka wiji vê çendê piştrast diket ko dibêjit :
Nîkah’a şire’ê resol seyidê e’dnan
 
lewa bo ehlê îmana bi nikah’ê kamile îman
 
:kesê pir kiç hebin ew bo sebeb bo nefe’kê
 
kamil bo dini şobhi mala S’adiqî
 
l Bêdoh xodan nişan
 
emin zava do Eh’med do E’babekrindo E’bdolla O’beydolla
 
Necîb S’aîb Zobeyr û A’rif ş Ne’man
 
 
Nalbend bi mirna Şêxê xwe perişan dibit û bi egera têkvedanê û minafiqa nabeyna wi û korê Şêxê wi Î’madiddini têk diçît lew ji, ji dev wan ve di qete û qesta cihên di diket ko devera Goliyaye li Gondên Rûsê û Bêgova û domahiyê li Xişxaşa li nav Berwariya dimine… Seh’ ken van malkên şii’rên wi:
 
 
Rojeka çar şembi bo weqtê nivêja nîvroyê hati Izraîl di gel emrê ferê h’eqê h’lal
Eh’medo dê xoliyê bîne bi serê xwe werbike paşi Şêxi ko bizahir dê ji te ket întiqal
Yan dema dibêjite Îmadiddini :
 
 
Liser xatra Îmaddidinê Mayi
 
ezizê şêx Mih’emed Parsayi
 
Do sê şi’rek me gotin bê serober
 
ji bo wi da nebitin bê wefayi
 
Qedim ez koleyê degehê wanim xodê
 
evroke kir ferq û codahi
 
Moqeder wey moqeder wey moqeder
 
te çend înan serê vi mabtelayi
 
Îmadiddin rih’a min ez cesed bom
 
te ev sedde li navbeyna me dani
 
Ez û ev hicret û g’orbet li kive
 
ji meh’bobê xwe dûrim dil revayi
Li dûv hizra Mela Tihayê Mayi ,destpêka şi’rê li cem Nalbendi li nav Berwariya boye û li gondê Bêdohê.Li dûv baweriya minji ev ya raste , çê dibe wi hinde şi’r vehandibin rast tir lêk înabin li Bamernê ko hêj yê biçûk bo lê şi’ra mokon û ya dorist li cem seydayê xwe li Bêdohê Şêx Moh’emed Parsay fêr boye ,we li di malkeka hozana xwe da di bêjit ko Îlhama şi’rê ji Şêxê xwe wer girtiye .di ser hndê ra Dr.Mesood Kitani despêka wi di bete Bamernê u êkemin hozana wi vê li qelem didet ko li ber kehirka gotiye bi giskê: çite were canê dê li te kem kori kêşanê
 
 
Der bona kaniya zelala hozanên Nalbendi weki Mela Tiha gotiye ,ji encama hez jê kina Nalbendi ya kişeka Berwari ji gondê Deştanê bi navê Amina we di evin awê wer bo bo koleyê wê û pêve perişan bo .Nalben çend cara dixazit û mereqa wê diket ko bibite hevjina wi ,lê eve bi cih nehat û mirovêt wê nadenê . ev nedane û mereqa wê di bine kol di cergê Nalbendi da we xir di bine hozan û ji nişkekêve ev beh’ra hozana di peqit û hozanvan di gehite gopitka îlhama şi’rê we can tirin şi’r bi cani û bejin û rûmetê dezgira xwe ,ewa negehiştiyê ,dezgira xwe ewa boye ser qaflê hozanên wi ,û şiyay wi di vê tozêve bi gevzinit û bibîte qasidê îlhama şi’ra wi .Ev malkên li xarê girovê wê çendê ne û çend malkin ji wan hozana ewên pê gotin .Seh’ ken h’inêra Nalbendi û hostayia wi di hozanê û h’oli serastiya van hozana :
 
 
Dohi spêdê li ser bani
 
me dit canek ji xew rabo
 
Dema derket derê xani
 
me texmin kir zoleyxa bo
 
Zoleyxa bo s’ifet h’ori
 
weki tîrê ji me raborî
 
Yan dema dibêjit:
 
ax û fîg’an evrokene
 
o’mrê me bori bi teşqela
 
Êş û elem pişka mene
 
daîm bi i’şqê mobtela
 
Daîm bi i’şqa dilberê
 
keftîme çerxa cencerê
 
Nê ji moh’beta reng esmerê
 
din bon do sed çêx û mela
 
 
Yan li cihek di dibêt:
 
pel kirne ser cergê h’ezin
 
der bon li min cerh’ û birîn
 
Koştim h’ebîba g’em revîn
 
goştê me da teyir û qela
 
Kopştim agir hate rex
 
kêşane ser pûş û pelex
 
Berda me agir hate rex
 
got werne pêş van meşe’lla
 
 
Wesa diyare Nalbendi viyaye bi revinit pişti hemi hewlên wi bê mifa bon bo Înana wê bi dil xweşi ,her weki di van malkên xarê diyar dibit û li demi wi şiyanên revandinê ji nebon :
 
 
e’ezîzê dilberê canê
 
eni teşbihi qodîkê
 
şeraba cerg û mêlaka
 
şirînê nazikê bûkê
 
 
Paşi pêda di çit u dibêjit :
 
li ser textê dilê min palveda s’olt’anê i’şqa te
 
xodan t’op û silah’ û e’sker ûh’okkam û êşîkê
 
were da te bi revinim qet nebêje şoêeka şerme
 
eji wek Ehmedê Ali to ji şibhi H’elalikê
 
eger bêji kirêti to bike şokri ji emsala
 
berê xwe bide Silê ûASê H’emê Mûsê û Misrîkê
 
 
Paşi mişext bona wi bo Çelê û ew derde seri yên bi serê wan hatin û hilbona şiriska şoreşa azadiyê xwe li rengekê di ji yê hozanê di det û têda di bite siyarekê pehlewan .her gohorineka li roj helata navin rûdaba ew jê bê bahir neboye û hozan pê gotine ,lê mixabin piraniya hozanên wi yên siyasi û welat parêzi hinda boyne ji ber ne xelk wêrane ji berken êû vegêrin û ew ji ji Hokmet û çeta tirsaye hilgirit neko carek çete an Hokmet bigehnê û wi ceza biken .li dûv gotina seyid Taha xelkê Gondê Çemseyda :rojekê di çit seredana Nalbendi li gondê Xiûxaşa û da bo xwe hinde hozana ji dev binit . Di çîte nêzik Xişxaşa beramberi Çemseyda ko beramberi serê matiniye ko wi demi şer bo û çete hatbone serê Eredina li serê Metini.Wi ji nişkekê ve dit ko Nalbendi bi gûniya hozanên xwe li dor xwe kom kirine u di navdaye û agirê berdayê û ew bi xwe qêriya wiye yê hozana di bêt û ji layê dive xelk ji Gonda derkeftine û h’ingêna top û teyarane li ser serê wan .we beri demeki kiça wi ewa daye Selamê korê seyid Hoseyni yê Xişxaşi bi bombarana firokêt Ebdulselam A’rifi hat bo koştin . seyid Taha bi acizi ve vedigere û wi di hêle di wi dest û dari da di zane ko demê hindê nine ...
 
 
Hozanên bi Cemal Ebdulnasir gotin we dijatiya wi ya kiri ko wi dilê xwe biriye Êraqê bi êk girtinê li gel Soriyê .herwesa medih’ û dijayetiya Ebdolkerim Qasimi kiriye li domahiyê . bi rengekê vekiri û keşefirêti darisyaye ser Linin û markis û rêbaza Komonistiyê .Ceh’ş bi rengekê gelek heji û xoşkok herimandine û nefret lê kirine .
 
 
Gazindên mokom ji Bega û şêxa û Ax’a kirine ko li diji şoreşê xebitine û xwe firotine Dewletê û berhingari wan boye, ji bili hindeka ko daxaza harikari û jina lê kiriye p xwe wek tpûleyê ber derê wan zaniye . Ewê li gel berjewendiyên wi baye ew biriye serê darê bi meth’a yên di zema wan kirine û bi hozanê kirêt kirine .
 
 
Do hozanên wi hene bi Barzani gotine ,têda mêrani ûçaki û welat parêziya wi xoya diket we baweriya wi pê hatiye ko tenê ew hiviya vi milletiye ,ew wê serê vi milleti bilind ket û wê li ser destê wi wê kurd bi namos u azad bibin . Dibe gelek hozan bo nivêsi bin lê hinda boyne ,êk ji wan hozane ew bo ewa bo hinarti dema Barzani li devera Berwari Balla dibe ,û nalbend divêt wi bibînit da hozanên wi çap biken ,lê ji ber destûdarê nexweşê wi demi û bi şer ve mijûliya Pêşmerga bi şerve ev mirade pêk nehat ,lew paşi hozanek jêra nivêsiye ,lê kes nizanit çi hozan bo û berzeboye . Di ser hindêra û van destodarên aloz Barzani para û alikariyû bo di hinêrit . Li dûv gotina seyid Hoseynê Xişxaşi Barzani hinde para bo di hinêrit û mela Ehmed bo xwe bistaneki li Xişxaşa dikirit û bo xwe diket Tûtin .
 
 
Li do ciha behsê Parti dike .li ciheki dibêt min ço gazinde li Parti ninin ,li yê di meth’et Parti Dîmoqrati Kurdistan diket û xebata wan û Pêşmerga .Hindek xwe ji nav înan û meth’et Parti û Pêşmerga dûr kiriye taybet yê serokê netewi Mela Mistefa Barzani ji bo xwe parastinê .
 
 
me mizgini li ser van h’azira bit
bi hatina zatê Mela Mis’t’efayi
 
beri evro li me Kurda roj bibo t’ari
 
niho bo roj bi şewqa vi çrayi
 
kolilka bax’ û bistanê me kurda
 
li ser me evroke rewneq vedayi
zei’mê Kurd û Kurdistan evê hat
 
hemi xoşi li me bon întihayi
Mosilman û fele Kurd û Ereb xoş
bijin pêkve nebit ferq û codahi
 
Êraqine em û ew ma çi ferqe
 
bi dil saxi me got vi Melyi
 
Li hatina te hero çavê me zil bo
 
me h’eqi got bi serbest aşkirayi
 
Bira Ebdilkerimê me reh’et ke
 
bi minnet bigre efwa wi birayi
 
me gote Ingilîzi wi x’ilîzi
 
bimîzi xwin bila to mobtelayi
 
bizane şêrê Mela Mistefa hat
 
ji milkê me to mbê hûvi û ricayi
 
 
hozaneka di:
biken h’emda xodê reh’man ûbari
 
çi bêjim şerbete xelkê vexari
 
biken şokrê xodê şei’ba Êraqê
 
emanet her tifaq û kesp û kari
kolîlka bax’êp kurdistanê geş bo
 
li milki rewneqê da hinde tari
 
şivanê me weki derkir j Ê’raqê
 
em êxistin devê Gorgi û Mari
 
zei’mê Kurd û Kurdistanê ew bo
 
bo vi milki ewi nevya ço s’ari
 
 
Şerê vê Hokmetê kir ne ji xişîmi
 
rezalet dit bo şei’bi mêt do cari '''B1-106'''
 
Ev hozane bi Nevrozê û bi meth’êt Ebdolkerim Qasim gotiye ko wesa di det xoya kirin ko wi nevroz azad kiriye li Êeraqê ko wê boneyê bi serbesti nevroza xwe biken :
 
 
Ivroke rabo korê vi Milleti
 
dê biken e’ydo zeman ya hilketi
 
ço Îsti’mar û Iqt’ai’i nebin
 
zolim û te’da li ser me berzebin
o’mferi sed Omferi Ebdolkerim
 
xêr xazê Milleti û Şêrê zei’îm
 
em di gel çend Milleten di boyne êk
 
şol biken dilsax ûşol hatin berêk
 
H’izba Dîmoqrati û şei’ba me temam
 
daîma wan li ser zeî’mi kir selam
 
Kak bira Ebdolkerimê pehlewan
 
em hemişe’ba Êraqê mot’i’
 
Eh’meda sed o’mferi namos te kir
 
dergehê nez’mê li Kurdistan vekir
 
 
Di hozanek dîda:
doa’a biken her bo şêrê me zei’mi
xodê nisret bidet E’bdolkerimi
 
Ko ya rrebbi toyê h’eq û e’zîmi
 
ewi koştin gelek qewad û deyoz
 
Bo xêra mileti înqilab kir
 
ko zolma amira Donya xirab kir
Bê bexta xodê kir bo î’tab kir
 
melik koşt ûwes’i koşt û kerê boz
 
Seî’d bo nav û wesfê wi şeqi bo
 
wezifê wi hemi her eh’meqi bo
 
Neyê rast ûneyê tabii’h’eqi bo
 
weki sey ew dema koşti kiri o’z
 
Herê ey Eh’medê ehlê kemalê heçi
 
şola ji te têt her bîne h’alê
 
Te ev şii’ra serê vê taze salê
 
gelek xoşin ko taze kirne dil s’oj ''' Bi-26'''
 
Ji bo Çeta gelek fihêti û bê rûmeti jêra nivêsine bi hozanki ,eva xarê nimoneke ji wê:
 
 
'''xwe nivêsi hindeka evro çete'''
 
wan hizir kir her cihê wan cennete
 
çak bizanin ew e’zaba axrete
 
çonki şeyt’an wek keri di gohda zirrî
 
reiyekê naken niho Şêx û mezin
 
kê do Dînar dan wan dê li dûv bezin
 
bo kirîna Cehnemê bi şewq û lezzetin
 
ma felek bo wan roja axiri
 
goh nedenvê hokmetê fit’na belav
 
ma we nînin e’qil ûfikr û dest û çav
 
o’mrê we dê çît û sal roj û gav
 
ivro bab naket ço pisyara lo kori
 
ma me Kurda pêve ninin Kîr û Gon
 
H’okmetê nehêlan bo wan qet ço kon
 
kê niho a’rek heye goh daye min
 
bo binê pê hokmet bo sitiri
 
birsiye Kurdê bira raza l kwji
 
rabe ser xwe heweki mêra to ji
 
h’ing û dinga dane belkey pê biji
 
hindeka dara rezê te ji bin biri
 
 
li cihek di bi vi rengi tei’na li Kurda didet û qeşmeriya pê diket:
 
 
Kurdistan to moimini mêrê daykê Îngilîz
 
Çi fêqi te hey çini wey pa şolek e’zîze
 
Me bi xwe day dojmini bila ew bê temîze
 
Kurdistana çav kilday kiça min moheyei be
Dilê çoy te kabiray direnge ji xewê rabe
 
Roja min a’r tê nemai soala bê cewabe
 
Ez neşêm te bi xodan kem bi xwe bi dûv êki bi keve
 
Da meelê beyan kem bo te çê tire eve
 
Ne h’ewceye talan kem bo wan roje li min şeve
 
Werin xelkê zemanî ↔ Goh biden nesîhetê
 
Tertîb taze min danî bo dinyayê û axretê
 
Kesê osol nezanî nizani^t meslehetê
Beyta Nisheta:
Nisîheta min kiri xoziya kesê goh dayê
 
Dê nifaa det hadirî bo dînî û donyayê
 
Vi zemanê axirî alem kefte g’ewg’ayê
 
 
bila bihên hemi Gondî li van sûk û bazara
pîr û tolaz û condî hero spêde û êvara
 
bo qedir û nav bilindî goh biden van exbara
 
 
ev gotina ez bêjim ya mocibî şirete
 
hemî dorrin darêjim bo gohdara nî’mete
 
nanê weye dê pêjim çi xweş qotê axrete
 
 
ez mirovek şai’rim xodê ew kerem da min
 
da qûtê we dagirim ko hûn hemî pismamin
 
ez razîme û şakirim bila xirab di bê qamin
 
 
ev beyta nesiheta faydeye li xas û a’ama
xweşsebre bo sohbeta şekir û şerbete bi tama
belav ken li nav milleta geli dost û pismama
 
 
min nîyet bo ji mêje ko ez xelkê moxil kem
da bizanîn kî serbêje bila hindeka sil kem
 
nebêjin ehmed gêje dê miradê hasil kem
 
da bo hewe beyan kem donya dari çi terze
hemi şola îi’lankem gohê xwe bi dê nelerze
 
herkesekî nîşan kem da hûn nemînin berze
 
maqûlê bê tehemil ew dostê kesê nebît
 
cilê keri danine mil serê çêlê di wi ve bît
 
bibin reîs bê esil dê rê li xelki berzebin
 
jina nebit sir veşêr ew qatile bo mêri
 
jê êmin nebin ço mêr dê berê wi detin şêri
ew kêmê xeber vegêr şola li wi ne spêri
 
babê eyal bê edeb ew ji eqli riswaye
 
xwe kir metalê x’ezeb dil xweşi di wi nemaye
 
neşertin esil û neseb jîna wi li wî belaye
 
kesê qenci nehat çav çakiya di gel neken do car
 
ew g’olamê sist û xav wi li ço erda nîne war
 
feqîrê xilmet belav ew rûspî nabit ço car
 
çi feqîrê tirr bilind zolme qenci li gel kirin
jina niîm tirş û tond xweştire li mêri mirin
ava nabin erd û gond wek mezin lê bone jin
 
dostîniya Me’mora bo xwe neken bistehi
 
bê xilmet neçin dora ez nabînim ya spehi
 
hez jê kirna meg’rora pîse û to tê nagehi
 
hindi ji te bihêt bîjina hewce nebê bi nîkah’ê
 
ezabe li dîn û dinê nabin serê îslah’ê
 
hez jêkirna meg’irora pîse to tê nagehi
 
çi nezanê negohdar lazim nine têkeli
kes wi neken dost û yar welew bêjin bo weli
bê dewarê her siyar ew mit’ribe yan deli
 
qet bo dostê xwe temam dilê xwe xali neke
 
wextek heye bît nemam hîngê to xwe j wi veke
 
hera gerim nabît h’emam ko herdem selîqeke
 
bo hemi şola fesal qenci bît yan xirabi
 
ew dilreqê bê heval ço îfleh’lê venabi
 
dostê demdem û h’eyal goh neden wi sebabi
 
şola te wec pe^nebît to li dîwana nebêje
 
dê e’qle^te berze bit av rûya xwe ne rêje
 
xazokê bi gazinde bît goh nedenê pir bêje
 
zadê kelê hêj gerim xirabe biben devi
 
ew dev xweşê bê şerim to bi eyba wi nakevi
 
şol nekerê her t’erim naînit maşa şevi
 
palê pir qelûn kêşa şolê te hêla li erdi
wesa te dil jê êşa ew nexweş tire ji derdi
qet goh neden derwêşa hindi bêjin to merdi
 
veh’ewhayê pir fesad derbêxin ji milleta
ew mela yê bê mirad neçin nik şiriêta
 
xizmê gelek hey î’nad bo nebêjin xilmeta
 
şolê evro bo sbe bê e’qliye to bihêli
d ate ji xwe nehêt goneh weki vemîni ji ê’li
 
safi nînin sal û meh şol pirin dê wi hêli
 
tif û kif neken pêş çav da xelk neken nifretê
êk birît neçin hindav ewe terka mirwetê
 
hemi şol hene bi derav goh biden vê şîretê
 
hindi ji we bêt saîla bê mirad nevege^rin
 
moh’taciya bê delîla zû pêk bînin ew xêrin
 
goh neden çep û h’îla dil fireh şêre mêrin
 
ew bexîliya be^fayde ten abet sere sale
Tibet reqê ne li qayde dê ji te revînit xalê
 
Xwe li bêkesa her hayde wan meh’rom neke ji mali
 
Korê goh nedet babê hêj biçûk bitisîne
Jê neken ço h’îsabê ço menfiet tê nine
 
Daîm lê biken îtabê şifkê ji teri bi çemîne
 
Jinka kir xidamîni mei’yen ya diz û h’îze
Emanet bit neîni çav gêr û bê temîze
 
Qet to xêr jê nabîni şev û roj her ya zîze
 
Ew kesê direw ker bit bawer neken ya goti
 
Dê milketa wi ber bit t’ovê rastiya firoti
 
Xoli bi wi kesi wer bit biharê neket coti
 
Eger dê jinê îni bîne di o’mrê nû da
 
Da berxori helîni !ol key di milki da
 
Xwe bi xelkê ra bi gehini hêj hevalê di geli da
Nebin dostê ço xorta nexon malê z’alimi
 
Çerina di gel qorta vêt mêlaka xwe bi s’imi
Ma kengi destê korta geheştiye xizîna h’akimi
 
Tê bigehinin bet’ala da neçin nik pir şoli m
 
Mirovê firt û vala lazim derbêxin çoli
 
Rezê firşik h’elala bila her sal bikoli
 
Şola kefte firsetê wê nehêlin yek gavê
 
Vêt bibînî derfetê paşi to pê xwe pavê
 
Xirabtire ji qobh’etê bet’aliya li ber tavê
 
Xilmeta ji weqti bori têda biken texmînê
 
Vêt neçin serê jori bi merh’eba xaiîni
 
Kesê nebit mastori deê ser lê hêt birinê
 
Ciranê bê e’yş û h’al vêt qedrê wi bizani
 
Ey kesê bê h’al û mal wi meh’rom neke ji nani
 
dê ji te hêt kirin soal li ser h’eqê cîrani
 
serê xwe li kevri nede bi germatiya ewili
 
ew şoleka ne li h’edde li xwe neke dil koli
 
metali li ber xwe vede qeçax’a çekê li mili
 
feqîrê bi tekebir bit şol neket bo e’yali
 
xasime ew dexil kir bit h’erame li wi betali
 
kesê bê jin û korr bit biden dest wi gopali
 
bistahiya di gel şêri texmin neke ji a’qila
 
jina goh nedet mêri lê xweş neken ser dila
 
weki bidet tayê jêri her bidenê kakila
 
mirovêxwe niyasi lazim weki babe bit
nabit genim cih dasi gotina min we goh lê bit
 
kengi şîrê elmasi dê ji gû risasi çê bit
 
feqîrê h’al nediti neben serê diwanê
t’alibê kelepûrti qet neden wi meydanê
 
ezmanê bi xwe ve rîti wi bibire bi gûzanê
 
sirra te ,ji dili berda ew belav bo li donyayê
mexfi nema li ço erda to êxisti belayê
 
kesê ji x’eybê berda şeytan bi h’île şiyayê
 
korê masti nivişke belê paşi te’limê
 
şêr herê t’ibe’et hişke welew xweşket neî’mê
 
hinban dirîn her mişke bila bi xwînit h’a mîmê
 
medh’e kerê şol neker kes pê neken î’tibar
 
mêrê xort û bê zerer wi a’ciz neken ço car
 
qewmê we dit bo do ber dojmin li wan bo siyar
 
jin û mêr bibin tifaq cihek nabit miqabil
 
wek rast nebit ban û taq dê wan herêfin do til
 
amûr nexweşê h’elaq ji wi xweş nabin ço dil
 
mirovê hebin do jin kefte beh’rê xendiqi
 
dexlê wi nabit ripin êqbala wi fiştiqi
 
lê bo jehremar mirin x’ezeb lê kir xaliqi
weki nekir E’dalet li mabeyna wan jina
 
namûs lê bo rezalet bo libas û xarina
 
dema rabo qiyamet kefte sed çal û kona
 
mezin weki ji xeber ket a’mi vêt pê li wi nenin
 
şêrê nesax bê sih’et rûvi çawa pê bi kenin
 
mirovêt ax’a millet dê şên kêma jêk jenin
 
şêxê bixot parika hûn pê nabin xoş mired
 
hat bazarê morika keri bo biken qedid
 
bê pare biçin sûka dê h’esretê ben şedid
 
bo weca xwe qetanê bêjin zirbabi baba
 
heta neçin diwanê neden qasida caba
 
xilmeta ket mizanê xwe ne êxin e’zaba
 
bazarê digel moflisi kesê biket yêdine
şola dostê mismisi xo bi wive ne westine
 
serê xo di şiri hosi kesê xeber bezine
 
dostê şol got û nekir bê şik ewê cembaze
 
tiştê wi bibit şekir xilmeta ji wi nexaze
 
çi şola bi le’b û mekir xodan ne serferaze
 
te’da li ser feqira zalim naben dewamê
 
lewma jarû êxsîra ne qenciye li îslamê
 
min ya bihisti ji pi^ra mehir neken dotmamê
 
hindi axiftin ma bit kesê di dest pê neken
mirovê ber bela bit desta ji lewma wi veken
ew reîsê fehma bit hemi kes xwe h’ewce ken
 
qenciya li paş xirabi ne xêre û ne minnete
 
xwe nenyasi û bê babi sermanê wi bi zehmete
 
dostê dizi û qesabi ew herê xosarete
 
mêhvanê bi tirrû zirr bit ewi ço mirwet nîne
weki hat çi h’azir bit her wi zadi bo bine
hindi ko ji te mestir bit e’yalê te pêdvîne
 
diwana mezin lê bin lê neken xeber danê
 
şol weki bi sebir çê bin xwe li wê neden westanê
dûr xode^bi çep û lêbin wan pajone garanê
 
çi jinka ne meh’rem bit to digel neke xilwetê
 
eger mirov rostem bit h’ifiz naket şehwetê
 
mirina te dê li te x’em bit şerim bike ji x’îretê
 
h’eqê pala zû bi denê hêj xoha wan sar neboy
 
bê x’eflet neken kenê dê hên gotin gift û goy
 
i’lletê ket me’denê vêt to dermana nexoy
 
feqîri esil zade nebêjin ewê şikesti
 
her pê biken ifade dê xêrê binin ji desti
 
wan her namûs icade bê qedir neken ji qesti
 
to rûviyekê milleti need bi şêrê biyani
 
hema to bi bin rê keti dê lit e xon gştê rani
 
dermanê vi I’lleti lazim to bi xo bizani
 
x’olami bisteh neken ew biçit h’erem gehê
 
rûyê xwe li xelkê veken da biden we dest anehi
e’yba li xelkê berzeken dê bin h’eci li mekehê
 
li xo biken t’engavi şolêt xelkê bi qetinin
e’zizin li ber çavi kesên kefti helinin
 
kespa xwe neke bi xavi ew kes ço xêr nabinin
 
şola neken bê hizir heta bizanin axiri
 
mirovê xort û zivir wi neşkênin hadiri
 
lew dara di birit bivir hostay tîj seqa kiri
 
qedrê mezina bizane reh’mê biben bi biçûka
nandehê xane dane neben rêza çorika
 
ûcax û millet nane bo ehlê kesp û sûka
 
sê şola lazim bi fesal xeme û xarne û xewin
 
da nekevi ey heval jehra leşi her ewin
 
goh neden şolêt mih’alö ko hinde lewçe bi rewin
 
yarê şola xo li ber bit nexot x’ema hevali
 
wella weki ew ker bit çê tire neko wali
 
wi kerek nan keser bit neden s’ifet decali
 
 
morşidê ne bi keramet deholeke ya xali
 
reîsê bê siyaset seqa nadet ehali
mirovê kêm diyanet ker birite ser mali
 
kesê hevalê qirrê nikilê wi her bi gû ye
 
hun jê biken pê birrê ez çi bêjim qewmiye
 
bazarê keft circirê aqibet ney safiye
 
nê x’alib şol do tane xoziya kesê pê h’esa
 
to bi xo şola xo bi zane goh nede hemi kesa
 
dostiniya s’ey nane ez nakem hemi qesa
 
mecliseka aqila heta nehêt girtinê
heqi nakevit dila ya pûçe reiya bi tinê
 
dojmin neşên a’dila illa bi rasti gotinê
 
reîsi ya bi zehmete bê xwin nahêt e rêzê
 
kesê bi mal û millete defter dana ser mêzê
 
heqê wi h’okomete pûçe t’ivt’va kêzê
 
a’lim li gel cahili pêkve bigrin tifaqê
 
her dê li wi bit dil koli goh neden wê mis’aqê
 
mirovê ezman h’oli xali nine ji nifaqê
 
dorra li s’efa morika kes pê nadet qimetê
 
mezin digel biçûka çê naken mes’leh’etê
 
ga hevnîrê canîka ew dirist naben xetê
 
moa’mila ewili xoçtire ji şerê paşi
 
donyayê pavê ji dili da wergiri mia’şi
 
bo çi şol to qabili ya ne wec bo paşi
 
çêtire şerê şêvê ji qerqeşa coxînê
 
weki tiri ket xêvê bi tirsin ji kanûnê
 
di weqtê dar bişkivê biken karê havînê
 
şol qetinê xelk niyas ço dem ne yê me’tile
 
kesê qenci kir esas milh’ema rih’ û dile
xilmeta hebit qiyas ya dirist û kamil
 
a’lem li te bit neyar rasti her dê fayde det
 
mirovê dil pis û xirab li din û donya bo reben
 
kesê meqsed her jiyar ço xilmeta bo neken
 
 
hindi ji te bihêt qenciya digel xelkê her bike
da biçi cihê rûspiya gotina mina bê şike
to me’tel nabi li riya kabê te herê li çike
 
sê s’ifetê li însani bê tedbir û mohletin
 
vêt î’laca wan bizani dojmin û qebah’etin
 
ewin jehra giyani birsi û xem û şehwetin
 
feqirê xodan e’yal vêt her xemê ji xwe bi xot
eger xwe hêla betal çi tiştê hebo firot
 
xwe hişyar ken ey heval tê bigehin ka min çi got
 
hevalinya x’afila to dê pê bi felite
 
xo dûr bêxe ji qatila da bela nehên doy te
 
goh nedana a’qila kê ew kerini ditiye
 
nan dana bi minet bit xodan bêjit min ho kir
 
dê teh’il û bê lezet bit h’ile wi li rih’a xwe kir
 
şer kerê kêm qwet bit xosaret êk û do kir
 
vêt xwe hisengirini ka rêya lê bi çin kişke
 
to li tariya xwe nabini xwe bi germati ne tîj ke
 
wek h’ez key xwe bi dirîni bêje piling kêvrişke
 
çi xilmeta nîv temam nexêre ne minete
mêrê pêşçav zelam yê bê a’r bit qibh’ete
 
a’lem dê li wi bit nemam wê he çi bê xasiyete
 
hindi to soal ker bi me’yen her dê zana bi
bê pisyara toy keri to ji bin z’erba narabi
 
kesê got te I’mferi mex’ror nebi wesabi
 
seydayê t’ibe’t nexweş lazim feqê jê bi revin
 
bê eslê bela firoş do dar vêt bi qonê bikevin
 
kere lê biken oşe oş ji ber vê e’yba Kevin
 
jina şirro ne’im şin şeş pêhna hero lêde
 
xidama t’ibe’et xatûn makereke ji xwe zêde
 
mosilmanê siste din sê kera li ser girê da
 
xwe nenyasê zorna şikên me’yen ewê bê babe
ve^t felite wi bigên li nik min ho s’ewabe
 
kalka fireh bê şibe^n bo xodani e’zabe
 
ew gerhokê belafiş kes nezanit çi t’ove
 
bazar kerê bi e’yb û x’iş cehnem kêşa bin xove
 
pir axiftinêbê hiş heqê wi keri gove
 
qomandarê xiyanet vekir rêka dojmini
 
kese^bertil kir a’det biken qonê asini
 
wi xirab kirin millet kerê te di qonê bini
 
hemi şol rast û dirist çi din û çi donya bit
 
kesê bê xetre nivist ew mir êdi narabit
 
şola ji meseleke^gohist ew şol her dê bela bit
 
te bi êki bit baweri da sirra te xodan ket
 
ew kere korê keri weki sil bo beyan ket
lazim ceh’şek h’emşeri xwe li ser qonê dota ket
 
kiça dil ço hevkûfi xodan nedet meso’le
 
wi beranê malofi wi li kolana bol bole
 
xwe hişyar ke ey s’ofi çi me’naye ev şole
 
ma heta nav jê neçin şermê to ji xwe nakey
 
weki hat nêri bizin dê çi serê xwe rakey
 
ma xweş tir nîne mirin to hetka xwe berba key
 
to vê bizane min çi got sombêl boqa to mêri
ew kesê namos firot nihayet bo bêxêri
 
rûyê êki êk verot xodan da tayê jêri
 
kiça hat h’ali biden belkey nebin fihêt
 
tirsim êki berbet’en ramûsît û dabrevît
 
paş xodan dê çi ken ser şor bo bo şola kirêt
 
çi bê terzê bê edeb dilê xelkê ji wi kole
 
xirabê xodan neseb ew yê ji xodê x’afile
 
tork û faris û ereb bevlê wan ev bilbile
 
geli dost û cirana ev beyta min h’ikmete
 
bi xwinin li diwana hemi keyf û lezete
 
dê dest havêm tirana ew ji bo we i’brete
 
ew x’eniyê dil çirik lê bitiraşe simbêla
 
mezinê t’ibe’t biçûk canîke li heri kêla
 
xesu^ya lew nevên ço bûk qowet nema li gohnêla
 
weki bûk ço ser avê xwesi sil bo li cih werimt
 
dê ji mal çite hindavê qehr û kerbê dil lê simt
 
hema nehat wê gavê dê bêjit qeh’bê e’limt
 
gazi kir qeh’bexanê her to ya di avê da
 
ma to têr nabi ji ganê korê min sirrê lê da
 
ev gonde hat berdanê ji ber x’osla hewe sipêda
 
xesiya min te ji qehrêye ma min çi kir qosûri
 
nikah’ emrê xodêye dê binve linik xwezûri
gava meyla te lêye dest pavê qefta kîri
 
hêdi hêdi vemale da girrê xwe bişkêni
 
xwezûrê min betale lazim bo xwe rabini
 
qet ji ber me nenale da piştiyê xwe helini
 
ka hişbe xodan qozê weki geliyê balind a
 
her gana bike û bizê da ji me nekey gazinda
 
lêv reş û rû qormizê hetka me te bir gonda
 
gan ewin ko ji ber te may me ji nû ya xwe hikiryê
 
ev e’yalê te rradai çend car xwezûri biriyê
 
axêna bidestê temai veke bend û giriyê
Li domyhiya hozana xwe di bêjît:
Ez Eh’medê şaii’rim, moflisê mosilmana
 
Di sii’rê da mahirim, hemî weqt û zemana
 
Vêt xizîna dagirim, bu we ehlê îmanim
'''
Têbînî :'''
1 . Jêder : Baxê Kurda, Ehmedê Nalbend , Bergê 4 , perê 9-79
2. Ev beyta nes’îh’eta gelek ya dirêje, lew min hindek malik ji nav înane der yên balkêş…
 
3. Binêre malperê www.hekarnet.com , gelek min li ser nivêsiye.
 
Amedakar:'''
'''Mahir Berwari'''
 
barwari@web.de