Kobanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 25:
.
 
Şêniyên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine. Ta salên heftêyan jî malên ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, [[Ermenistan]] jî di nav de. Êlên Kobaniyê yên mezin eşîrên [[Berazî]] û [[Kêtikan]] in. Serdarên navdar yên BerazanBfggfgggferazan [[Bozan Beg]] û [[Hirço Beg]] bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar [[Besrawî Axa]] bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) [[Riha]]yê bû, di [[Meclîsa Millî ya Mezin]] a [[Enqere]]yê de. Kurê birayê wî Hirço, [[Şahîn Şahîn]], di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû û Hirço yek ji sazdarên komeleya [[Xoybûn]] bû. [[Şêx Salih]], ku ji [[Amûdê]] hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji navdarên bajêr bû, wekî [[Mele Mislim]], Miftiyê Kobaniyê, [[Meçhan Axa]] ji [[Kaniya Ereban]], dengbêj [[Mişoyê Bekebûrê]], Baqî Xido, hunermend Reşîd Sofî, [[Miço Kendeş]] ( Miço Kendes) û herweha birêz [[Polat Can]] û [[Jan Dost]], çendek in ji nivîskar û rewşenbîrên kobanî yên navdar in. Piraniya xelkê gundên bi Kobaniyê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van salên dawîn de li Kobaniyê pîşesazî jî berfireh bû.
 
== Navê ''Kobanî'' ==